Share |

Xelatgirê Pêşbirka Helbestan a Arjen Ariyî diyar bûye: Bahadîn Akhan

Encama Pêşbirka Helbestan a Arjan Ariyî diyar bûye. Li gorê encamê Bahadîn Akhan, di pêşbirkê de biser ketiye. Akhan bi dosyeya xwe ya bi navê “An jî gilî gotinên li ser hatinê” beşdarî pêşbirkê bûye.

Jûriya pêşbirkê ya ku Îrfan Amîda, Necla Arî, Hatice Kiliç, Hamîd Omerî û Rêdûr Dîjleyî pêk hatiye, bi dengên xwe Bahadîn Akhan hêjayî xelatkirinê dîtine.

Weşanxaneya Sorê û ekîba amadekar a pêşbirkê her weha îsal nivîskar Ragip Zarakolû, Di daxuyaniyê de sedema vê hilbijartinê bi van gotinan hatiye diyarkirin: “Zarakolû yek ji wan rewşenbîran e ku bi domdariya emrê xwe her ji bo mafê gelê kurd bi qelema xwe têkoşiya, di demên herî dijwar de bêyî ku li hemberî zext û cezayan serê xwe bitewîne li ser tarîx û çanda kurdan biisrar karûbarên weşanê kiriye. Ji ber wê hêjayî Xelata Rûmetê dîtiye.”

Dema merasîma xelatdayînê wê paşê aşkere bibe.

Derbarê Bahadîn Akhanî de

Li Kopê ji dayik bûye. Li gundê Kekeliyê mezin bûye. Dibistana seretayî û navîn li gund, lîse li navçeyê xwendiye. Li Mêrdînê di Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî da lîsansa xwe qedandiye û niha li heman zanîngehê mastera xwe dike. Li ser teoriya romanê û romana kurdî xebatên xwe akademîk dike.

Ji bo hin weşanxaneyan wergêrî û edîtoriyê dike. Demekê li Rojnameya Xwebûnê xebitiye, li ser Youtubeyê dersên kurdî daye. (FD)

bianet