Share |

Xelatkirina Dezgeha Sema Û Xortên Serê kaniyê li Hewlêrê

  Xelatkirina Dezgeha Sema Û Xortên Serê kaniyê li Hewlêrê
Xelatkirina Dezgeha Sema Û Xortên Serê kaniyê li Hewlêrê

Di roja duşembê berwarî 31/01/2023 li Hotêla Kapîtol - Hewlêr  hunermend Mehmûd Ezîz Şakirmezinê malbata Şakir,  rabû bi pêşkêşkirina bawernama rêzgirtinê,

bo rêveberê Dezghea SEMA ya çandî û hunerî , mamoste Arif Remedan  û Herwiha xelatkirina mamoste Wenda rojen li ser navê endamên rêveberiya Xortên Serê Kaniyê, li ser çalakiyên wan ên rewşenbîrî û civakî, û derbarê erkên wan, di xizmeta çand, huner, civak û çalakiyan de, ji bo lidarxistina bîranîna hunermend û mûzîkjenê nemir Mihemed Elî Şakir, bi amadebûna hunermend Perwîn Mehmûd Ezîz Şakir û mamoste û medyakar Deniz dargul.

Û ji aliye xwe ve herdû xelatgiran (Dezgeha Sema Û Xortên Serê kaniyê) , li ser vê destpêşxeriya hêja ji wan, spasiya malbata ŞAKIR kirin û şanaziyê bi vê bawernameya giranbiha kirin.