Share |

XEYIDÎ… ÇIYA MAZÎ

Ew ji malê derket. Ez qederekê li mal mam, min nizanîbû ez ê çi bikim. Dû re min xwe ji bavê xwe vedizî, ez jî bi dû wê ketim. Pir dûr çûbû, nedigihîştimê. Min li ber çem nêzîkî lê kir.

Ew di çem re derbas bû, ez sekinîm. Hinek av jî diherikî, lê ne li gor qama min î kin bû û şurt û kendalên çem jî pir bilind bûn. Ji wê yekê xof û tirsê bedena min zeft kiribû. Hêdî hêdî dîsa kelek di hundirê min de bilind dibû. Her diçû diya min bi dûr diket. Bi dûrketinê re wajewaja min jî bilind dibû. Ne min karibû çem derbas bikira û ne jî karîbûm vegeriyama. Min nikarîbû dev ji diya xwe jî berdaya û min wê kêlîkê bêriya bavê xwe jî kiribû, ji tirsa bû çibû, nizanim.

Bavê min û diya min ji hevdu xeyidîbûn. Dîmenê qutiya titûnê ku bavê min avêtibû diya min û li hestiyê çavê wê ketibû, ji bîra min nediçû. Min û xwişk û birayê xwe kiribû qîreqîr. Dibe ku ji wî awayî be bavê min wekî carên din bi hutikan neçûbû diya min û tenê bi xeberan şer domandibû. Peyvên ku wekî guleyên tematîkê ji devê diya min derdiketin, bûbûn wekî zîpikên baranê û dihat xwarê li qada malê. Dilê min dihat guvaştin û min xwe bi wê ve dizeliqand. Lê bavê min wekî ku tiştek nebûbe, radihişt qutiya xwe û titûna wê ku belawela bûbû, dida hevdu.

Her ku hişê min diçû malê, min digot qey wextî bedena min bifelişe. Min li besta çem dinêrî, li şurt û gihayê bilind dinêrî. Bayê ku li wan dixist, xuşexuşa wan wekî dengê maran dihat guhê min, ev yeka jî ez bi erdê ve dizeliqandim. Rimilka ber çem bi vegevizandina min re tevlî hêsirên min bûbûn û bi destê min ve dihat seyandin. Hêdî hêdî jî kêzik û moriyan xwe li min digirtin û dihatin. Her ku ez bêhnekê carekê radibûm û min li diya xwe dinêrî ew jî belav dibûn ku rûdiniştim dîsa dihatin temaşeya min. Lê nedisekinî, nedizîvirî û li min nedinêrî diya min.

Bavê min jê re digot, “ tu dîn î”. Diya min qey dîn bû... Dîn bû û diya min bû… Her ku bêhna wê teng dibû pirsgirêkek ji ber xwe ve derdixist û dikarîbû hetanî sibehê bipeyiviya. Tu kesî jî nikarîbû bisekinanda. Heta ku bavê min lê dixist. Lê wê demê jî dida ser rê û diçû gundê mala bavê xwe. Dema ez hê biçûk bûm ez li pişta xwe dikirim, dibe ku ez êdî mezin bûbûm îjar, ya jî ew hê pir dîn bûbû.

Ez newêrîbûm vegeriyama malê jî. Min digot dê bavê min ji bo ku ez bi diya xwe re hatime li min jî bixe. Min hey bi girî li diya xwe dinêrî û digot, “wextî bizîvire û li min binêre.” Lê diçû, bi germa havînî re diçû, ew û leylan tevlî hev dibûn û diçû, êdî li ber çavên min kil dibû û diçû û bê sekin diçû.

Dihat bîra min ku carekê hemşîreyek hatibû gundê me ji bo derziyan li me bixe û lawê wê jî pê re hatibû. Ku diya wî ji wî ve winda dibû, wî jî bi qêrîn dikir gazî; “ yadêêê ! yadêêê !” diya wî wê gavê dev ji karê xwe berdida û bi dengekî şewat û bilind bangî wî dikir, “ ha kurê miiin” û bi lezgînî diçû hinda wî.

Min jî wê kêlîka li ber perê çemê çola Xwedê dixwest wekî wê jinikê, diya min jî bisekiniya. Lê belê tenê bisekiniya û li min binêriya, bes bû. Min zanîbû dengê wê nayê min, lê hê xuya bû, bizîviriya bes bû. Her ku bi dûr diket, tirsa min jî pir dibû. Û bi dûrketinê re hêviya vegera li min jî êdî winda dibû. Tenê bisekiniya bes bû, wê dinya giş bibûya ya min.

Giriyê min êdî dibû niqrîskên giran û bêhn li min diçikandin. Carinan vediketim û min li diya xwe dinêrî. Carinan jî min li erdê dinêrî û bi dîtina şopên kertikên tekerê terextorê carinan ez aş dibûm. Bi aşbûnê re jî dengê çirçirkên pirêzeyê dihatin guhên min. Wê demê jî min hîs dikir ku ez didebixîm. Her ku diya min ji min bi dûr diket serê min hê pir diêşiya. Min digot qey çavê min jî diwerimî. Tilîkên min diricifîn û carinan bi niqrîskan dizîvirîm aliyê malê û dengekî bi tirs û nizm ji qirika min derdiket, min digot, “ bavoooo”. Ez ji bavê xwe bi dûr ketibûm… û diya min ji min bi dûr diket. Wekî ku werîsek bi nigê min ve girêdayî û serî di dest diya min de ye, yek jî bi destê min girêdayî û serî di dest bavê min de û ez di hêlekanê de, kil dibûm di navê de.

Kêzik û morî jî êdî pir bûbûn li dora min. Du kêzxatûnan, yeka biçûk û yeka mezin jî xwe li ser destê min danîbûn; xweşik bûn, bi deq bûn û li ser pişta destê min bera hevdu didan. Min dest wan neda. Ya mezin dabû dû ya biçûk.

Min digot berî ku diya min bigihîje serê kolikê ku li pêşiya wê ye, kêzxtûna biçûk dê li ser movika tiliya girdekê bisekine û diya min jî wê bisekine. Nêzîk jî bû. Çû serê kolik û hêdî hêdî di alî din re diqulipî. Kêzxatûn jî hat ser movikê. Pêşî nigên diya min ji min ve winda bûn, hêdî hêdî bedena wê jî winda bû û min digot berî ku serê wê winda bibe dê bizîvire û li alî min binêre û bisekine. Kêzxatûna biçûk sekinî û li ya mezin zîvirîbû zûde.

Lê belê diya min nedizîvirî… Dûr diket… Nedisekinî û winda dibû… Ez li wir hiştim û winda bû.

Min jî tiliya xwe yî qelaqûçkê da pêşiya kêzxatûna mezin û ew ji ser destê xwe bi çiprîskekê avêt… û winda bû.

************************************************************

(Jig pirtûka Çiya Mazî "Bahol" ê)