Share |

XWEŞBÎNÎ…Xizan Şîlan

 

ez

bi pêpelokên rastî û zanastiyê

ber bi kamilbûn û arifbûnê ve

hildikişim

li ser rêya aqil û mantiqa felsefê

bêrawestan dimeşim

 

 

tûrikê pêşeroja nediyar

bi îlhama eşqa nûraniyê

dadigirim

rengê wêneya fazîlet û heqîqetê

li albûma qîblegeha derûniya xwe

dineqişînim

ez

tovên xweşbînî, dilovanî, aramî û wijdaniyê

bêhna çîçekên bax û bostanên rengîn

li ser axa giyanê sefîl

direşînim

hestên qencî, camêrî û destfirehiyê

nefsbiçûkî û  hezkirinê pêşkeşî xêrnexwaz

û dinyaya derewîn dikim

nalîn û lorîna dengbêjên kezebperitî

şewq û şemala awirên zarokên bêxwedî

di qolincên berbanga rûken de

dihewînim

ez

wîzewîza bayê hêviyên geş

tîrêjên stêrka azadiya ramanê

feryad û fîxana bilbilê xemkêş

di paşila keskesora aso de

vedişêrim

tilîliya dîlana şadî û serkeftinê

germa silavên heval û dostên sadiq û dilpak

çirûskên finda rûmet û hurmetê

di qefesa sîngê kaniya baweriyê de

diparêzim

 

Xizan Şîlan

2022-05-05

Stockholm