Min di rojê de stêr di hêjmartin
Di şevên te çandî de li çirîskan di ramiyam
Ez bibîm şivana keserên kulan
Di derya mirî de li hîviyan di geriyam
Bi evrazê jiyanê ve di hilpirikîm
Min li giyayê te pirsî bêy encam
Dibin reşkonê te vegirtî de
Ez li stûnê koşeya sar di baniyam
Di bînahiyê de timî leylan di bî mêvan
Piştî salên têkvedanê
Te rexên min bi hayedar xewle kiribîn
Ji nişka ve di bîrdanka te de çirisîm
Çi bûyerê pêgavên te bi hirve anîn
Kîjan civîn?
Çi xewnê?
Çi şêvînê?
Ma gelo vegera te rojbînek nû ye?
Hêza poşvaniyê tu anî?
Wargeh û dildar çilmisîn
Xweşiyên me di cûhbaran de herikîn
Tovên wan li ber bayê ji hev kelişîn
Gazindên min ji bêy guhdarî bîn dexel
Xwestek û hêvî zuha bîn
Li pêy şopa te
Bablisokan bê piyarî revandin
Ma gelo vegera te rojbînek nû ye?
Bi hatinê jiyana kevnar tê çandin?
Te xweşiyên virnî stewr hiştin
Temberî û cênîk spî bîn
Pirç biye şev stêr lê pir bîn
Zor û xwezî li hev gevizîn
Wekî kizikan kizirîm
Nazikî û rengên gulan bêy wate bîn
Demsariyê bijonî ji qadan birin
Piştî çi bangê tu hatî?
Xapînok î?
Bi dilsozî?
Ma li paş bêy guhdaniyê
Ev hatin bi mizgîniye?
Ma gelo vegera te rojbînek nû ye?
Tuwê qurmîçka ji rû biçinî?
Yan jî gulên çilmisîn ji nû ve vejînî?
Tuwê çawa derbasbîna temen ji şeva porê hilînî?
Yan tu hatî wan çavên birçî dagirî?
20,11,13