Share |

Yekemîn mîhrecana çandî li Helebê hat li darxistin.

Roja 29-9-2-17 li hola navenda Çand û Hûnerê ya bajarê Helebê yekemîn mîhrecana filklora gelêrî lidar ket.

Di çalakiyên mîhrecana de, alavên kevin û tiştên ku bi destan hatine çêkirin wek cêrax, alavên hêrandinê, alavên malê ku berê dihatin bikar anîn, xwarinên gelêrî ku li herêma Efrînê belave wek şîş berek, mehrûsê, çêqê goşt, kotilk, nanê sêlê û cureyên şîraniyê hatin pêşandan, herwiha jinan nanê tenûrê li ser agirê êzingan çêkirin, komên ku beşdar bûn govendên xwe pêşkêş kirin.  

 Di dawî de beşdaran xelekê  govendê gerandin û komên ku beşdarî mehrîcanê bibûn, stran û govendên filklorî pêşkêş kirin.