Dema ku 47 salî bû, xatir ji me xwest, lê bi fîlmên xwe, bi kesayetiya xwe ya serhildêr, bi bîrdoziya xwe, jiyaneke bêhempa û têr û tije li pişt xwe hişt. Bi kurtasî jiyana wî mîna fîlmekî nekêşayî, bi hez û hêz û watedar bû.
Sînemager, Senarîst û Nivîskar Yilmaz Guney, 40 sal berê di 47 saliya xwe de koça dawî kir. Yilmaz Guney di sînema û hunerê de şopek pir kûr û dîrokî li pey xwe hişt. Gotina wî ya “Em ê bi ser bikevin. Teqez em ê bi ser bikevin” dê her tim di hiş û aqilê civakê de be.
Îro 40’emîn salvegera koça dawî ya derhêner, senarîst, romannivîs û lîstikvanê navdar û pêşengê sînemaya kurdî Yilmaz Guney e. Yilmaz Guney şoreşgerekî di warê çandî û hunerî bû ku ji ber hest û ramanên xwe hatibû sirgûn û koçberkirin. Bi hunera xwe şerê dijmin kir û mafê gelê xwe û çîna karker parast.
Yilmaz Guney di 1’ê Nîsana 1937’an de li gundê Yenîceya bajarê Edeneyê ya Bakurê Kurdistanê jiyadayîk bûye. Navê wî yê rast Yilmaz Putun bû. Yilmaz di nava malbateke feqîr de mezin bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Edeneyê qedandiye. Dema diçû dibistana navîn karkeriya pembû dikir. Di dema xwendina xwe de dest bi kardestiya filman kir. Ango di nûneriya And Fîlm û Kemal Fîlm ê de dest bi kar kir. Karê xwe bi serkeftî pêk di anî. Hem li ber karkirinê û xwendinê re jî, ji wêjeyê hez dikir û bi dilgermî nêzî wêjeyê dibû.
Bavê wî xwendin û nivîsandinê li leşkeriyê hîn bûbû. Ji ber vê yekê jî ji bo zarokên wan bixwînin çi ji destên wan bihata dikirin. Yilmaz Guney di jiyana xwe de her tim xebitî û ked da. Her tim mîna mirovekî kedkar derket pêşiya me û di zarokatiya xwe de dest bi xebatê kir. Di ber kar û baran de xwêydana xwe rijand. Her tim bi rêzdarî nêzikî ked û xebatê bû û her tim bi kesên ku keda wan tê xwarin, kesên bindest û bi çîna kedkaran re bû. Di fîlmên xwe de behsa van kesan û têkoşîna wan dikir. Ji bilî vê, di wan salan de bi duçerxa xwe, bobînên 16 mîlîmetreyî ji sînemayekê bar dikir dibir sînemayeke din û bi vî awayî dest bi sînemayê kir. Ji ber ku meraqa wî ji hunerê re hebû cur bi cur çîrok nivisand
Di wê demê de hêdî hêdî dest bi nivîsandina çîrokan dike. Diravên ku bi keda xwe qezenç dikir, hem malbata xwe hem jî xwenidna xwe pê debar dikir. Piştre li zanîngeha Enqerê beşa danûşkeya Huquqê, li Stenbolê jî beşa danûşkeya Aboriyê tomara xwe çêdike û dest bi xwendinê dike. Di demê xwendinê de Atîf Yilmaz Batibegî nas dike. Bi alîkariya wî dest bi karê alîkartiya derhênerî û leyîzbaziyê dike. Bi vî awayî sînemaya rast nas dike. Yilmaz Guney, dibin derhêneriya Atîf Yilmaz de kete nava nivîsandina nivîsandina sernaryoya fîlmekê û di heman fîlmê de jî leyîst. Ji bo Yilmaz Guney nasîna perdeya spî bi vî awayî destpê kir.
Di sala 1955an de ji ber çîroka “Pergalên Newekheviyê yên 3 Nenasan” nivisandibû û di çîroka xwe de propagandaya komunîzme kiribû, der heqê wî de doz hat vekirin. Beşa herî berhemdar a jiyana xwe ya sînema û nivîsê di girtîgehan de derbas kir. Heke em bi hejmaran îfade bikin; Guney ji sedî jortir fîlman de leyîst, ji bîstî zêdetir fîlm derhênand, senaryoyên derdora pêncî fîlman nivisand, di şeş senaryoyan de jî alîkarî kir. Gava em van tiştan hemûyan kom bikin, bidin ser hev, di sedan fîlmî de keda wî heye. Di navbera 1958-1983an de bo sînemayê ked da.
Di sala 1961’an de di çîroka ji berê de nivîsandibû ku di hinek kovaran de hatibû weşandin, bi hêceta pesnê komînîzmê daye, tê darizandin û salek û nîv cezayê girtîgehê dixwe. Di sala 1963’an de ji girtîgehê derdikeve û vedigere karê sînemageriyê. Êdî ji berê xurtir û ji diltir dest bi xebatê dike. Di hinek fîlmên ku mijara wan serpêhatî û mêrxaziyê didin diyarkirin de rol leyîst. Di demekê kin de, ji nivîsandina senaryoyan heta kişandina fîlman, di gelek waran de cihê xwe digire û karê xwe bi awayekî serkeftî berdewam dike. Vê xebata wî ya giranbiha hêla ku di demeke kin de di nava civakê de bê hezkirin.
Di sala 1966’an de Guney Fîlm damezrand. Hem çêkirin û hem jî derhêneriya fîlman hilda ser xwe. Di heman salê de senaryoya fîlmê binavê ‘Zagonên Tixuban’ bi Lutfî Akad re nivîsand. Di sala 1968’an de fîlmê ‘Seyîdxan’ çêkir.
Sînemager Yilmaz Guney di 111 fîlman de rol leyîstiye, 58 senaryo nivîsandiye, heman demê de karê derhênerî yê 20 fîlman kiriye. Di sala 1982’yan de bi filmê ‘Rê (Yol)’ Xelata Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê girt ku yek ji mezintirîn xelatên sînemayê yên cîhanê ye.
Fîlmên ku Yilmaz Guney tê de weke nîvîskarê senaryoyê, derhêner û bi awayekî çalak rol leyîstî evin: ‘Hesp, Jin û Çek-1966’, ‘Gule li min naçin-1967’, Keça Nûrî Seyîdxan-1968’, ‘Gurên birçî û mêreke ne rind-1969’, ‘Hêvî-1970’, ‘Qeçaxçî-1971’, ‘Belengaz-1972-1974’, ‘Heval-1974’.
Di bihara 1972’an de ji ber ramanên wî yên welatparêzî û siyasî dubare tê binçavkirin, demekê dirêj girtî dimîne û di sala 1974’an de tê berdan. Di heman salê de fîlmê ‘Heval’ (Arkadaş) çêdike. Di sala 1981’an de cara sêyem tê girtin. Bi boneya cejnê destûrê ji Girtîgeha Îspartayê distîne û êdî navegere girtîgehê. Di heman demê de Yilmaz derdikeve dervey welat û heta dawiya temenê li Parîsê dimîne. Di nava damezrênerên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de cihê xwe digire.
Yilmaz Guney di temenê xwe yê 47 salî de, di 9’ê Îlona sala 1984’an de li Parîsê koça dawî kir û li nêzîkî gora Qasimlo û Kamuran Bedirxan hate veşartin.
Yilmaz Guney di sînemageriyê de gelek berhemên giranbiha li pey xwe hêlane û her wiha di gelek fîlman de bi awayekî çalak rol leyîstiye. Yilmaz Guney buye ruhê sînemaya Kurdî û ji bo gelek fîlmçêkerên herêmî û navneteweyî pêşeng û îdeal e.
Rojnama xwebun