Share |

Zarok TV dest bi weşanê dike

Yekemîn kanala zarokan a Kurdî Zarok Tv ku li Amedê weşanê dike û amadekariyên wê demeke dirêje didome di 21’ê Adarê de dest bi weşanê dike.

 

Kanala zarokan a yekemîn a bi Kurdî û li Amedê weşana xwe dike Zarok TV, piştî amadekariyên demdirêj di 21’ê Adarê weşana xwe dide destpêkirin. Zarok TV wê bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî weşana xwe bike. Zarok TV yekemîn kanala zarokan a bi Kurdî ye û her wiha yekemîn kanala televîzyonê ye ku bi zaravayê Kirmanckî weşanê dike.

 

Di daxuyaniya ku ji aliyê Desteya Zarok TV ve hatiye kirin de wiha hate gotin: “Ji ber ku naverokên weşanên Zarok TV’yê ji aliyê kesên pispor ve tên amadekirin jî, dibe qonaxeke girîng. Televîzyona me wê hewl bide ku hem bi rola hînkirinê hem jî bi ya kêfxweşkirinê rabe û vê yekê jî bi Kurdî bike da ku ji bo malbatên zarokan jî di warê zimanê dayikê de bibe alîkar. Malbatên zarokan wê bi dilekî rehet bikarin televizyonê bi zarokên xwe bidin temaşekirin, ji ber ku zarok bi van weşanan hem wê kêfxweş bibin hem jî xwe bi pêş ve bibin. Di Zarok TV’yê de zarok wê cîhanê bi zimanê xwe yê dayikê kefş bikin, sir û razên gerdûnê hîn bibin û bi tenê bi bikaranîna alavên navmalê dê hînî gelek behremendiyan bibin.

 

BERNAMEYÊN TELEVÎZYONÊ

 

Gelek rêzefîlmên wekî Şînok, Sifinc Bob, Gumball, Adventure Time ku li hemû cîhanê ji aliyê zarokan ve bi kêf û kelecanê têne temaşekirin, televîzyona me derfeta temaşekirina wan a bi Kurmancî û Kirmanckî jî dide zarokên Kurdan. Her wiha em bi xwe jî bernameyan ji bo zarokan amade dikin; yek ji wan Zarokistan e ku zarok têde çand û dîroka herêma xwe hîn dibin. Yeke din Dora Te ye; di vê bernameyê de jî ji erdnîgariyê bigirin heta felsefeyê zarok wê hînî gelek mijaran bibin. Di Hunerên Destan de jî zarok wê destkariyên xwe bi hevalên xwe yên li ber ekranan re parve bikin.

 

Televizyona me di tevahiya cîhanê de di warê weşana bi kirmanckî de dibe pêşeng û bi Kirmanckî (Zazakî) bernameyan amade dike, dublaja gelek rêzefîlmên binavûdeng bi Kirmanckî jî çêdike û ji bo pêşvebirina Kirmanckî bi roleke girîng radibe.

 

Televîzyona me wê bi naverokên bernameyên xwe yên dîtbarî hewl bide ku zarok bibin xwedî feraseteke lêpirsîner û pirsyarker. Her wiha bi bernameyên xwe ji bo hînbûnê hawireke bikêf dê amade bike û di vî warî de jî di nav kanalên Kurdî de wê bibe yekemîn.

 

Ji bo polîtîkaya weşanê armanca me ya sereke ew e ku em ji bo zarokan bi zimanê wan ê dayikê cîhaneke tijî zanîn biafirînin û ji dîrokê bigirin heta felsefeyê gelek qadên zanistê bi zarokan bidin hezkirin. Baweriya me ew e ku bernameyên me ji bo ku zarok cîhanê kifş bikin û pê bizanin wê bibin pêpelûkeke sûdewar. Em pê bawer in ku di bernameyên me de dê her kes bikare ji xwe re tiştekî peyda bike. Armanca me ew e ku em alîkariya malbatan bikin da ku bikarin ji zarokên xwe re navgînên medyayê yên perwerdekar û sûdewar peyda bikin.”

 

AGAHIYÊN FREKANSÊ

 

Agahiyên frekansa Zarok TV ya wê di Turksatê de weşanê bike wiha ye:

 

 "Freqans: 12605,

 Polarizasyon: Vertical, 

 Sembol: 27500."

 

  

 

Rojnews