Lêkolîner Zeynep Yaş a ku bi xebatên xwe yên li ser muzîka kurdî tê naskirin, heta niha li ser jiyan û berhemên zêdetirî 100 hunermendî nivîsandiye,
dibêje fikra xebata li ser ‘Şakarên Muzîka Kurdî’ bi daxwaza xwenaskirinê li ba min peyda bû. Çi tiştên li me hatibûn qedexekirin li ber çavên min pir delalî bûn û yekcartir bi qîmet bû. Yaş, “Muzîk, ritm û melodî li ber dilê min ew tişt e ku tu hukim di ser xwe re qebûl nekiriye, sînor û qedexebûn çirandiye, yanî navê azadî û jiyanê bi xwe ye. Min xwest piçek be jî mîrasa gelê xwe ji talanê xilas bikim, biparêzim, berdest bikim û bidim naskirin, ji bo nifşên nû jê bê par nemînin.”
Tu dikarî hinekî qala xwe û xebatên xwe yî li ser dîroka muzîka Kurdî bikî?
Ez di Sala 1974’an de li gundê Eynbaran ku bi ser bajarê Sêrtê ve hatim dinyayê. Di zarokatiya xwe de wekî her kurdî bi stran, kilam, çîrok û serpêhatiyên malbatî me çavên xwe vekir. Lê mixabin darbeya 1980’yî hemû jiyana me ji destê me vegirt. Bi wê darbeyê, hemû tiştekî ku girêdayî hebûna me bûn, an hatin bin’erdkirin an jî ew kesên ku xweyê wan nirx, mîras û hafizayê bûn her yek ji wan bi ciyek dî yê dinyayê ve peşkilîn û rateqiyan. Malbata min jî yek ji wan bû. Ji 13 saliya xwe û pê de ez li Stenbolê mezin bûm û min li wir xwend. Mehkûmê me hebû, me nikaribû pirtûk û kaset li malê ragirtana, lê li ku derê dengekî kurdî hebûya min dida hev, çend kopî ji ber wan dertanî û belav dikir. Li xerîbiyê bi malbatî xema me ya mezin ew bû, bê ka em ê çand û nasnameya xwe ya kurdewarî çawa karibin biparêzin. Tiştê me xwe lê digirt, çanda me ya devkî, çîrok, serpêhatî, stran û kilamên me bûn ku me xwe pê teselî dikir.
Babê min ji aliyê hafiza û çanda devera me ya devkî ve xezîneyek dewlemend bû. Min cara pêşî di sala 1991’ê de ji babê xwe destana Mem û Zînê berhev kir. Ev berhevkarî di heman wextî de bû bingeh û destpêka xebata min a îro. Ew ji bo min bû destpêkek ku dema min lê guhdar dikir, min zanibû min tiştek ji çanda xwe parastiye.
Di sala 1993’an de min Zanîngeha Marmarayê beşa Zimanê Frensî kar kir. Şêweyê parastin û û dewlemendkirina ziman, çand û wêjeya frensiyan ji bo min nimûne bû, lê kelepûra me jî ji ya wan ne kêmtir e, ku xebat li ser were kirin. Ez li kû derê rastî kurdekî xwedî paşxane bihatama û kengê biçûma Kurdistanê min karê berhevkirina her tiştekî mîraseya çandî dikir. Pêşî min ev berhevkarî ji xwe re kir ku çanda xwe baştir nas bikim, lê pê re jî min didît ku pêwistî pê heye bi zanebûn xebat jê re were kirin. Min dixwest bi awayekî akademîk li beşeke ku li ser mîraseya çanda Kurdî be bixwînim, lê mixabin li Tirkiyê bingeha vê yekê ji bo kurdî tune bû. Ji ber wê çendê min serî li Enstîtûya Kurdî ya Parîsê da, lê ev daxwaziya min pêk nehat. Di sala 2003’an de bi projeyeke “Di Çanda Kurdan de Rola Jina Kurd”, min serî li zaningeha Bergenê ya Norvecê, Beşa Miraseya Çandî da. Ev proje ji bo xebatek meydanî hate pejirandin. Li Bakurê Kurdistanê nêzîkî sed jinên ku temenê wan di ser 50 salî re bûn xebitîm. Bi vê xebatê, min bi çavê jinekê û Kurdekî dît ku xebat ne li qadê bê kirin her kêm û seqet e. Tevî ku ev xebata min bi hawê min dixwest neçû serî jî, lê bi vê xebatê min biryar da ku ez ê li ser mîraseya çandî bixebitim û li ser zemîna welatê xwe karê xwe berdewam bikim. Di sala 2004’an de ez li Amedê bi cî bûm.
Di sala 2003’an de li Silêmaniyê Enstîtûya Kelepûra Kurdî hate damezrandin, vê enstîtûyê tiştê min dixwest bikim li ser wan kar dikirin, zêde pê neçû bi dilxwazî min hevkariya xebata wan kir. 2005’an de ji ber karê xwe yê aborî ez li Silêmaniyê bi cî bûm lê di heman wextî de min bi enstîtûyê re jî xebat berdewam dikir. Cara pêşî bi profesyonelî li ser koleksiyon û pirtûka ‘Eyşe Şan xebitim. Bingehê vê xebatê ya birêz Hilmî Akyol bû. Lê nêzîkî 3 salan ez li ser xebitîm û di encamê de me 150 stranên ‘Eyşe Şanê dane hev, di nav 12 CD’yan de wekî koleksiyon çap kirin, ev stranên wê bi giştî nota kirin û tevî jiyannameya wê min pirtûkek amade kir û enstîtuyê çap kir. Enstîtuyê li Duhokê beşa kurmancî vekir. Di sala 2007’an de li enstîtûyê min beşa lêkolîn berhevkariyê damezirand û heta salan 2011’an min lê berdewam kir. Di wê demê de min xebatek berfireh li ser çand, folklor û kelepûra kurdî kir. Bi taybet li ser hunermendên Radyoya Bexdayê, hunermendên jin û dengê winda xebitîm. Min koleksiyonên; Gulbihar, Meyrem Xan, Nesrîn Şêrwan, Elmas Muhamed, Tehsîn Taha, Mihemed Şêxo, Eyaz Yûsif, Erdewan Zaxoyî, Mehmûd Hesen Kirorî, Seîd Axayê Cizîrî, ji çapê re amade kirin, ev koleksiyon tev ji aliyê enstîtûyê ve hatin çap kirin.
Piştî ku ez ji enstîtûyê veqetiyam jî min projeya xwe ya ‘Şakarên Muzîka Kurdî’ pêşkêşî Wezareta Rewşenbîrî ya Başûrê Kurdistanê, Dezgehê Rewşenbîrî û Lawan li Duhokê kir, proje hate pejirandin. Heta xebata projeyê bi encam bû, mixabin rewşa siyasî û aborî li Başûr têk çû. Jixwe di heman wextî de Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, Daîreya Çandê ji min daxwaz kiribûn ku her du cildên ‘Şakarên Muzîka Kurdî’ çap bikin û min dabûn wan. Heta sala 2015’an her du cild ji aliyê şaredariyê ve hatin çap kirin. Di sala 2012’an de min li Muzeya Bajêr a Amedê dest bi muzekariyê kir, tevî ku ev saleke ne li ser kar im jî lê karê xwe yê lêkolîn û nivîsandinê berdewam dikim.
Dema te xebata xwe ya ‘Şakarên Muzîka Kurdî’ nivisand, tu rastî kîjan astengî û dijwariyan hatî?
Berî ‘Şakarên Muzîka Kurdî’ amade bikim, min li ser Radyoya Duhokê û televizyona Kurd 1’ê çendîn bernameyên li ser hunermendan pêşkêş kirin. Daxwazî û germahiya ji bo van bernameyan hişt ku ez karekî berfirehtir li ser van hunermendan bikim.
Hunermendên di nav Şakar’de cî girtine ji hemî beşên Kurdistanê û heta yên li dîasporayê ne. Bi hemî zaravayên kurdî hunera xwe pêşkêş kirine.
Zehmetiya herî mezin peydakirina pêzanîn, belge û arşîvên li ser jiyan û xebatên hunermendan bû. Gelê kurd xwedî serpêhatiya jiyanê ya devkî ye. Tiştên li ser me hatine nivîsandin jî bi giştî ji aliyê biyaniyan ve hatiye nivîsandin û wan li gorî pêwistiya xwe nivîsandiye. Her wiha pêzanînên li ser hunermendên muzîka kurdî heyî jî bi zimanê; ‘erebî, farisî, tirkî, kirîlî û bi zimanê ewrûpî hatine nivîsandin, bi kurdî berdestî gel nebûne. Nexasim peydakirin û piştrastkirina pêzanîn li ser hunermendên jin ji bo min karê herî zehmet bû, ji ber ku wan di şert û mercên gelek zehmet û civatek teng de dewrek têperandibûn û bi giştî wan karê xwe veşartî û nepenî kiribûn.
Hunermendên ez li ser wan xebitîm bi giştî huner û berhemên xwe bi derbederî, şepirzeyî û berbelavî pêk anîne. Heta salên 1950’yî ku pîkabên meqereyî derdikevin, li Bexda, Heleb, Şam, Tehran, Kahîre, Beyrûd, Emerîka, Fransayê li ser plak, radyo, bantan dengê wan hatine tomar kirin û li dinyayê belav bûne. Ji ber wê çendê jî peydakirina arşîvên baş gelek zehmet bû ji bo min. Her wiha piştî ku cîhazên tomarkirina deng derdikevin û pê de jî, înca aloziyek din dest pê dike ku herkesî ji ber radyo û dengê hunermendan qeyd çêdikirin û ev qeydên defakto dibûn sedemê tevlîheviya deng û navên hunermendan. Ji navhev derxistina van deng û arşîvan zehmetiyek din ê vê xebatê bû. Xebata pirtûkên Şakar, xebatek hevkarî û kollektîf e. Ez vê pirtûkê wekî berhema hemû hevalên ku navê wan di nav de derbas dibe bixwe dibînim. Min bi saya wê hevkariya dilsozane karibû vê berhemê bi encam bikim û spasdarê her yekê ji wa me.
Li gorî te di vê xebatê de tiştê herî balkêş çi bû? Tiştê ku em guhdar û hunermend dizanin lê di esasê xwe de ne rast e, heye gelo?
Tiştê herî balkêş ji bo min peydakirina dengê winda û serpêhatiya wan bû. Bêguman gelek arşîv û stran hene ku pêzanînên li ser wan şaş û xelet in. Kilam û stranên ji dengê Mehmûd Hesen Kirorî, Tahir Seîdê ‘Ebo, Brahîm Xelîl wekî yên Kawîs Axa hatine belavkirin. Çendîn stranên Nesrîn Şêwran û Elmas Muhamed bi navê Meyrem Xan hatine belavkirin û hîn gelekên din em dikarin behsa wan bikin. Dengê Kemal Örkün ku bi ‘Eyşe Şan re strana Mem û Zînê disitrê wekî Cemîl Horo hatiye belavkirin. Her wiha, gelek pêzanînên li ser jiyan û hunera van hunermendan jî şaş û kêm in. Min dema dinivîsand gelek hewl da ku karibim rast û duristir binivîsim lê bi rastî jî gelek caran piştrastkirina pêzanînan û peydakirina jêderan gelek zehmet e. Ji ber wê çendê jî pêwist e lêgerîn û lêkolîn her berdewam be.
Ev fikra lêkolînê û koleksiyoneriyê ji kû derket; ji ber ku em dizanin gelê me zêde ji xebatên bi vî rengî dûr e?
Heke em rastiya wê bêjin, gelê kurd ji karê koleksiyoneriyê ne dûr e, lê mixabin li ser zemîna li ser dijî bûye warê talankeran, mixabin şert û mercên parastin û ragirtinê tune. Di xurcikê her zarbêj, dengbêj û hunermendî de bi sedan stran û kilam hene. Wan ev mîrasa qedîm bi hezaran sal zar ji ser zar, bê qeyd û nivîs veguhestiye heta roja îro, koleksiyoneriya herî mezin ev bi xwe ye.
Ev fikir bi daxwaziya xwenaskirinê li ba min peyda bû. Çi tiştên li me hatibûn qedexekirin li ber çavên min pir delalî bûn û yekcartir bi qîmet bûn. Muzîk, ritm û melodî li ber dilê min ew tişt e ku tu hukim di ser xwe re qebûl nekiriye, sînor û qedexeyî çirandiye, yanî navê azadî û jiyanê bi xwe ye. Min xwest piçek be jî mîrasa gelê xwe ji talanê xilas bikim, biparêzim, berdest bikim û bidim naskirin, ji bo nifşên nû jê bêpar nemînin.
Bi dîtina te hunermend û civaka kurd hay ji vê dîrok û arşîva dewlemend heye? Bi taybetî tu nêzîkbûna hunermendên me ya li vê mîrateyê çawa dinirxînî?
Li ser rûyê dinyayê tu civak tune ye ku bi hemû dîrok û paşmayên xwe serwext be, desthilatdarî gelê xwe perwerde dikin, em xwe bi xwe. Warê welatê bi sedan carî dest guhertiye, destêwerdan çêbûye, civaka me bi gelek netewe û çandan re jiyaye, daye û standiye, hafiza wêran kirîye. Welatê me li ser çar dewletan wekî xak hatiye parçekirin, desthilatdariya her beşê mîrasa me ji xwe re vegirtine. Ji ber wê çendê jî nasnekirin ne tiştek sosret e, ev yek rasteqîniya me ye.
Bi raya min, heta televizyonên kurdan çênebûn ji gelek arşîv û paşxaneya muzîka xwe bêpar bûn. Berê bi saya serê dengbêj, derwêş, êl û eşîrên koçer çanda muzîkê di nav civaka kurd de alîgor û berbelav dibû. Lê bi saya televizyon û teknolojiyê ev arşîv û dîrok baştir tê naskirin û hunermend zûtir dikarin van arşîvan berdest bikin.
Berê dengbêjan ji hunera zarbêjan sûd werdigirt, li gorî pîvan û qeyîdeyên dengbêjî dest didan şagirtan û ew bi wan arşîvên hezar sale perwerde dikirin. Li radyoyan paşxaneyên saziyan hebûn ku piştgir û hevkarê hunermendan bû, lê îro ev disiplîn takekesî ye û li gorî xîreta hunermend e. Ji ber wê çendê jî afirandin kêmtir, dubare kirin zêdetir e.
Tu li ser nivîs û lêkolînên muzîkê yên di nava kurdan de çi difikirî? Li gorî te divê rêbaza lêkolînê çawa be û metodeke çawa bê teqîbkirin?
Di nav kurdan de wekî her warî, der barê muzîkê de jî nivîsandin û lêkolîn gelek kêm e. Ji ber ku muzîk zêdetir nêzîkî gotinê ye, aliyê wê yê nivîskî şûnde maye. Lê muzîk ji bo gelê kurd, ne bi tenê rîtm, gotin û melodî ye. Ew dîrok, serpêhatî, sêwirandina jiyanê, hebûna bi şêweyê hunerî bi xwe ye. Dema min lêkolîn li ser hunermenda dikir her wekî ku ez lêkolînê li ser ziman, çand, dîrok, sosyolojî, cografî, etnografiyê tev de bikim, ji ber ku muzîk hemû disiplînan li xwe vedigire. Ev jî ku ne kurd binivîsin, wê her bi kêm û kûrrî be. Divê em li çandan vekolin, nas bikin û bi zanebûn binivîsin.
Ji bo afirîna muzîkê tu şert û mercên îro û sedsal berê bidî ber hev; tu dikarî bi giştî ji me re çi bibêjî?
Pêwistiyên her demê li gorî xwe diguherin bêguman. Lê gava mirov li dîroka muzîka kurdî dinêre tê de dibîne ku gelê Kurd hema bêje hemû ahenga serpêhatiya jiyanê; kar û bar, şîn û şahî, şer û azadî, dengê xwezayê, hest û pestên xwe yên mirovî tev bi muzîkê dixemilandine. Berê zarbêjê her gund, eşîr û heta malbatî hebûn. Wan jixweber û yekser jiyan şîrove dikirin, gotin asas dikirin, aheng û awaz lê tanîn. Dengbêj û hunermendan kirasê hunerî li berhemên van zarbêjan dikir, qayîm û xweşik dikirin, pê re jî wan dengbêj û hunermendan hestên xwe xwirt dikir û berhemên nû diafirandin. Yanî civatê bi xwe berhem diafirand, hunermend hunera wê dikir. Lê îro huner û muzîk bûye luks.Ji ber wê yekê jî hunermendên roja îro her li berê vedigerin. Di sedsala dawî de forma jiyana kurdan û heta em dikarin bêjin yê dinyayê tev de guherî. Teknolojiyê gelek tişt li jiyana mirovatiyê zêde kir, lê gelek tişt jî da ber xwe û di ser re çû. Min li ser jiyana 110 hunermendî nivîsandiye heta vê gavê, dikarim bêjim ku ji sedî 80 ji wan ji bo karibin vê hunera xwe pêk bînin di şert û mercên gelek zor û zehmet re derbas bûne. Bi derbederî, perîşanî, tuneyî, feqîrî û sefaletî jiyane, lê tevî van hemû astengiyan karibûne berhem û hunerek layîqî gelê xwe peyda bikin. Îro jî şert û mercên hunermendan ne rehet in, lê ne wek berê ye jî. Nexasim rewşa hunermendên jin yekcar zor û zehmettir bû, lê em îro bi serfirazî û payeberzî em behsa wan û hunera wan dikin, ji ber ku wan di wê heyamê de şoreşek bi hunerê pêk anî û pêşengî kir.
Jêder: Kovara Ziryab hejmara 2 -2019