Share |

Zeynep Yaşa li Enqereyê li ser arşîv û berhemên jinên Kurd simînarek li darxist.

Zeynep Yaşa li simînara Enqerê
Zeynep Yaşa li simînara Enqerê

Lêkolîner û nîvîskar Zeynep Yaşa ku bi projeya Dengên Jinên Mezopotamyayê daye pey şopa dengên jinên Kurd, li Enqereyê atolyeyek lidarxist. Di atolyeyê Yaşê ragihand wê heta niha ser 32 arşîv û berhemên jinên Kurd xebat kiriye ku hêj zêdeyî 130 arşîva jinên Kurd jî li bes destê wê ye.

 

Lêkolîner û nivîskar Zeynep Yaşa ku bi projeya ‘Dengê Jinên Mezopotamyayê’ daye pey şopa dengên jinên Kurd yên di mûzîka Kurdî de li Enqereyê  li Komeleya Çandên Muzîkê ya Anatolyayê li roja yekşembê 23-sibatê 2025an de atolyeyek lidarxist. Zeynep Yaşê heta niha li ser 32 arşîv û berhemên jinên Kurd xebat kiriye ku hêj zêdeyî 130 arşîva jinên Kurd jî li ber destê wê ye. Di atolyeyê de Yaşê derbarê hûrgiliyên arşîv û lêkolînên xwe de axivî.

 

Ev dengê Meryema Hecîyê Hemo ango bi navê xwe yê naskirî dengbêj û hunermenda navdar Meryem Xan e ku gelek kes wê weke yekem dengbêja jin ya Kurd nas dike di mûzîka Kurdî de.

 

Lê belê lêkolînên Zeynep Yaşê derxistiye holê ku beriya Meryemxan jî cara pêşî Elmas Xan, Elmas Mihemed an jî Dayika Hunera Kurdî dengê Mûzîka Kurdî bi dengê jinekê li ser plakan tomar kiriye û gelek alîkariya kilam û stranan daye Meryem Xan.

 

Lêkoler û Koordînatora Projeya Dengê Jinên Mezopotamyayê Zeynep Yaşa ji K24ê re got: “Yên ku li ser silindiran hatine qeydkirin 1902 Nazlî Xan e ku jineke ji Dîlokê ye, kilamên Kurdî dibêje, weke dengbêjeke em denge wê dibihîzin, kilamên dengbêjiyê dibêje. Paşe em dibînin di 1920î de Elmas Mihemed, cara pêşî denge mûzîka Kurdî, bi dengê jinekê li ser plakan, li ser qewanana tomar dike. Piştî Elmas Mihemed em dizanin Dayîka Cemalî, bi zaravayê Soranî, Menîce Xan heman wextî em dizanin li ser silindiren şimayî dîsa denge wê qeyd bûye. Piştî wê Meryem Xan û gelek jinên Kurd yên din dengê wan piştî salên 1920an û pê de weke Nesrîn Şêrwan, Fewziye Mihemed û paşe jî li ser radyoyan denge Gulbihar û gelek hûnermendên jin em dibînin ku li ser radyoyan û li ser plakan tê tomar kirin.”

 

Ev jî qeyda herî kevn ya dengê Nazlî Xana ji Dîloka Bakûrê Kurdistanê ye ku yekem car di sala 1902an dengê jineke Kurd li ser silindiran hatiye tomar kirine.

 

Di atolyeyê de hunermend Erkan Ogur û Hunermendê navdar ê Ermen yê Diyarbekirî Ûdî Yervant jî lêkolînên di warê muzîka Kurdî û erka radyoya Erîvanê a li ser Kurdan nirxandin.

 

Hunermendê navdar ê Ermen yê Diyarbekirî Ûdî Yervant got: “Radyoya Erîvanê bo Kurdan biya min qonaxek e. Çimkî ligel ku bi salan qedr û qîmet bo mûzîka Kurdî nedihate dayîn, li Erîvanê, di Radyoya Erîvanê de berhemên Kurdî gelekî hêja bûn. Taybetî mûzîkên xwişk û birayên me yên Ezidî yên di radyoyê de dîsa hêja bûn. Her çiqasî di bin bandora Sovyetan de mabin jî, hinekî be jî parastina xwe gelekî bi qedr e.”

 

Hunermendê Navdar Erkan Ogur dibêje: “Ez gelekî kêfxweş im bi hatina vir. Ez zanyariyan werdigrim. Teqez divê lêkolînên bi vî rengî bên kirin. Çimkî muzîk ji rabirdûyê tê, kok di rabirdûyê de ne, ji ber wê jî divê ev lêkolînên wisa bên piştygirîkirin.”

 

Herwiha li gorî lêkolînên Yaşê di dîrokê de qeydên pêşî yên mûzîka Kurdî ji aliyê hunermendên Ermen û Sûryanî ve hatine tomarkirin û li gorî heman lêkolînan qeydên pêşî jî qeydên Kosrof Malool in ku ku strana ‘Çemê Sînanîkê’ jî yek ji wan qeydan e.

 

Ji bo temaşekirina vê reportajê li lînka li jêr bitikînin.

https://www.kurdistan24.net/kmr/story/827769/zeynep-ya%C5%9Fa-kar-li-ser-ar%C5%9F%C3%AEv-%C3%BB-berhem%C3%AAn-jin%C3%AAn-kurd-dike

 

Enqere (K24)