Share |

Zimanzanê Kurd Deham Ebulfetah: Nivîsandina roman û çîrokan bi devokeke eşîrtî û xwecihî, nabe.

Zimanzanê Kurd Deham Ebulfetah
Zimanzanê Kurd Deham Ebulfetah

Hevpeyvîn: Ferîd Mîtanî

 

“Deham Ebdulfetah ne ji asîmanan û ne jî ji nava sitêrkan derketiye; ew jî Kurdekî gundî ye û wekî hemî hevdemên xwe feqîr, hejar û perîşan bû.” Bi van çend gotinan, Deham Ebdulfetah xwe dide nasîn.

Di sala 1942‘yê de li gundê Belê ku girêdayî devera Amûdê ye, ji dêya xwe bûye.

Di 6‘saliya xwe de diçe bal melayê gund, da ku hînî Qur‘anê bibe.

Tenê salekê li bal mele dimîne û xwendina xwe ya Qur’anê temam dike.

Lê di wê hingê de zimanê wî li awayê bilêvkirina bêje û tîpên Erebî, baş vedibe.

Paşê tevlî dibistana gund dibe.

Xwendina seretayî diqedîne û li dibistanên bajarê Hesekê xwendina navîn diqedîne, da ku paşê li zanîngehên Şam û Helebê xwendina Wêjeya Erebî û Mamostetiyê temam bike.

Di zaroktî û destpêka ciwaniyê de, ji hêla handêrbûna ber bi Kurdiyê ve, bandoreke mezin a melayên gundê Belê li ser Deham Ebdulfetah hebû.

Nemaze Mele Ehmedê Palo, dema ku li pêşber Deham Ebdulfetah destnivîsên xwe yên ferhengî û rêzimanî radixstin û li gel hevalên xwe yên mele diket di nava nîqaşan de, wê hingê ew rewş û seqa, xwesteka zanîna bi zimanê dayîkê, li bal Deham Ebdulfetah geştir dikir.

Destpêka geşta xwe ya nivîskariyê, Deham Ebdulfetah gotar û helbest bi zimanê Erebî dinivîsandin, lê paşê bi yek carê zimanê Erebî da aliyekî û tenê bi zimanê Kurdî nivîsand.

Piştî 8 salan ji xerîkbûna bi xwendina rêziman û ferhengên Kurdî ve, êdî Deham Ebdulfetah di sala 1989′ê de bi aweyekî fermî dest avêt pênûsê, da ku hest û boçûnên xwe bi Kurdiyeke resen li ser pelê bi cih bike.

Bi saya xebateke dûr û dirêj ku hetanî aniha jî berdewam e, Deham Ebdulfetah 12 berhemên giranbuha li pirtûkxaneya Kurdî bar kirin û aniha jî 3 berhemên wî li ber dest in.

Deham Ebdulfetah, dibêje ku tora çavên min êdî zerer gihayê û bi alîkariya xortan ez xebata xwe didomînim, lê belê belê dibêje ku “Dilê min xurt e. Moralên min bilind in. Herî kêm dikarim her salekê pirtûkekê çêkim”.

 

-Cenabê te li seranserî deverên welat bi xebata zimanzanî tê naskirin.Me dixwest destpêka geşta te di şopa zimanzaniyê de binasin?

 

Berî ku ez dest bi nivîsînê bikim, min pirtûkên rêzimanî yên hemî nivîskarên Kurd dixwendin, ji Mîr Celadet Bedirxan bigire hetanî bi nivîskarên dema îro…

Her rêzimaneke ku min dixwend, di cî de li ser lênûsa xwe min kurtebiriya wê dinivîsî, ji vê yekê bi hûrgilî min hemî nerîn, şîrove û têrmên wan dinasîn.

Tevahiya nivîskarên ku min berhemên wan ên rêzimanî xwendin, xebateke gelekî buha kirine. Ji ber kesê ku destpêkê rêyekê vedike, pir diweste û barê wî gelekî giran e.

Ewan şopa rêzimanê vekir, îcar dimîne ku ew şop hêj firehtir û xweştir bibe.

Bi xwendina min ji berhemên rêzimanî re, êdî hin bi hin ziman di devê min de şêrîn dibû.

Çi pirsgirêkeke rêzimanî li kû derê min bidîta, min serê xwe pê diêşand hetanî ku digiham rastiya wê.

Dixwazim wekî mînakekê bidim, Melayê Cizîrî di malikeke xwe de wiha dibêje“Wer dilo da çin temaşaya ciwananên çimen”

Min got ma çima Mele gotiye Ciwananên? Ciwan yekjimar e û komjimariya wê “ciwanan” an jî “ciwanên me” ye.

Min got ev pirsgirêkek e û ez li hemî berhemên ku dîwana Cizîrê şîrove kirine, geriyam, lê min tiştek nedît.

Îcar zêdetir ji mehekê min daye dûv vê meseleyê, hetanî ku di mejiyê min de berhev bûye. Di dawî de min nas kir ku di şêwezarê Soranî de kombêjiya navê “ciwan” li gel veqetandekê dibe”ciwananên”.

Bawer bike dema min rastiya vê yekê nas kir, wekî ku Kirîstofo Kolombos (Christophorus Columbus) Amerîka vedît. Ew qas ez kêfxweş bûm.

Bi vî rengî ez ji rêzimanê nêzîk bûm.

(Berhevoka min a bi navê”Li Ber Dergehê Laleş”, yekemîn pirtûka Kurdî ye ku bi rêdan û destûra Wezareta Ragihandinê li Şamê hatiye çapkirin.)

-Ji bo çi tu di domkirina şopa zimanzaniyê de rijd mayî û tişta herî zêde ku hêla tu tenê pabendî xebatên zimanî bibî, çi bû?

 

Destpêka ku min bi Kurdî nivîsand, min dîwaneke helbestan wergerand. Di pişt re min berhevokeke helbestan bi navê “Li Ber Dergehê Laleş” di sala 90′î de derxist.

Berhevoka min a bi navê”Li Ber Dergehê Laleş”, yekemîn pirtûka Kurdî ye ku bi rêdan û destûra Wezareta Ragihandinê li Şamê hatiye çapkirin.Ew jî bi saya dostê me Mihemed Ebdo Necarî bû.

Ez demekê li Erebistana Si’ûdî mam, paşê ez hatim welat û min dît ku 5 dîwanên helbestan derketine. Min hemî berhem xwendin û têbîniyên xwe li ser wan nivîsand.

Têbîniyên min dirêj bûn û min bi navê “Nerîneke Rexneyî li Helbestên Kurdî” êxiste pirtûk û di sala 1992′yê de, da çapê.

Ew jî bû yekemîn berhem di rexnegeriya helbestên Kurdî de.Ji bo min serkeftineke pir mezin bû.

Piştî van her sê berheman, ez derbasî biwara rêzimanê bûm.

Min dît ku her helbestvanek, her nivîskarek li gorî devoka dê û bav, jîngeh û herêma xwe dinivîse.

Min didît ku di yek kovarê de nivîskarek dinivîse “Di malê da” û yekî din dinîvse “Di malê de”. Ez baş lê sekinîm û min got wilê nabe.

Heman pirsgirêk di warê rêzimanê de jî her hebûn. Di berhemeke rêzimanî de “Paşkok” hatiye nivîsîn, di yeke din de “Qertafên Kesane” û di yeke din de “Lêkera Bûnê di Dema Niha de” hatiye nivîsîn. Min ji xwe re got ev mijareke gelekî giran e. Di zimanekî de rêgezek bi sê rengan tu carî nabe.

Ev paşkokên ku min destnîşan kirin, di hemî berhemên rêzimanê de hatiye ku tenê bi lêkerê ve têne nivîsîn, ji lêkerê pê ve bi tena serê xwe têne nivîsîn. Lê gelo çima dûr û çima nêzîk?

Ji bo naskirina rastiya vê yekê jî, min bi qasî 3 mehan lêkolîn kirine.

Evan kêşe û arîşeyên rêzimanî û rastnivîsînê, ez kişandim warê rêzimanê.

Ji vê yekê zêdetir jî, em tev gihane wê baweriyê ku zimanê me nasnameya me ya rasteqeîne ye, eger em zimanê xwe neparêzin, em ê li bir lingan herin.

(Nivîsandina roman û çîrokan bi devokeke eşîrtî û xwecihî, nabe.)

-Nenivîsandina li gorî bend û rêgezên rêzimanê, çi bandora wê ya neyînî li ser bipêşveçûna tevgera wêjeyî heye?

 

Wêje bi zimanê devkî jî hatiye nivîsîn.Mem û Zîn bi xwe jî ne bi zimanekî sade Kurdî hatiye nivîsîn, anku bi gelek zimanên têkel hatiye nivîsîn.

Lê zimanekî ku tu serê xwe pê bilind bikî, divê ku şaşiyên te gelekî kêm bin û tu şêwezarên din jî di ber çavan re bigirî.

Xebata ber bi yekbûna ziman ve gelekî pêwîst e. Ew hizir û armancên avakirina welatekî, pêwîstiya xwe bi zimanekî di asta wan armancan de heye.

Nivîsandina roman û çîrokan bi devokeke eşîrtî û xwecihî, nabe.

Ma dibe tu gotarekî binivîsî û hevalekî te ji Bakurê Kurdistanê jê fêm neke?

Aniha li milê we Aşîtan, di dema niha de tîpa “ê” bi dawiya lêkerê ve dikin û bi vî awayî berhem jî nivîsîne; wekî mînak: dixwazê, dibê û hwd…

Îcar min carekê ji Rezoyê Osê re got ma ev çi “ê”ya devokî ye ku Aşîtiyên te bi dawiya lêkerê ve dikin?

Ji min re got:”Dev ji wan berde, şaş e û hew”.

Dixwazim bibêjim ku rêziman, wekî rêyeke rast û xweş di nava beyarekî de ye; kesê vê rêyê bişopîne bi hêsanî bi rê ve diçe, kesê ku neşopîne, divê ku bide nava şûv û beyaran.

 

(Zimanekî bi hezarên salan e ku em jiyan, debar, bazirganî û tevgera xwe pê dikin, gelo rast e ku rêzimana wî tenê 300-400 pel e?)

 

 -Te gotibû ku “Tenê helbest têra danasîna navnetweyî nake”. Eger hêj bêhtir tu vê yekê şîrove bikî..?

 

Rast e.

Navnîşana her miletekî, zimanê wî ye.

Zimanê te yî neteweyî, navnîşana hebûna te ya komelgehî ye, ne jî yê hebûna kesayetî ye.

Gotina ku dibêje zimanê neteweyî, nasname ye, divê ku dawerive mejiyê mirov û bimeye.

-Di babetên rêzimanî û rastnivîsînê de, Deham Ebulfetah ne hişk e?

 

Şaşîtî û sivikirina ku ziyanê negihîne têgeh û wateya gotinê, ez tu carî tê de ne hişk im. Aniha ya rast ew e ku mirov bibêje:Ez ji Amûdayê me.

Lê madem ku tu dibêjî: Ez ji Amûdê me. Û ji hêla wateyê ve tu ziyan tune, ne pirsgirêk e.

Lê dema ku tu gotinekê sivik bikî û tê de ziyanê bigihînî kok û wateyê, di vir de nabe.

Yek ji mercên sereke yên gorankarî û sivikirinê ew e ku, ziyan negihe wateyê.

Ziman jî wekî hemî giyanewran xwe nûjen dike û di gera gorankariyê de cihê xwe digere.

Lê dixwazim tiştekî destnîşan bikim. Gelo rast e ku rêzimana Kurmancî tenê di 300 rûpelan de ye?

Mîr Celadet Bedirxan û Reşîdê Kurd di dema xwe de tiştekî baş û mezin afirand, lê nabe ku rêzimanzanên îro xwe bi dema wan bipîvin.

Zimanekî bi hezarên salan e ku em jiyan, debar, bazirganî û tevgera xwe pê dikin, gelo rast e ku rêzimana wî tenê 300-400 pel e?

-Der barê hemî şax û zanistên zimanî de te lêkolîn kirine û berhem dane…Her zimanek nasname û taybetmendiyeke xwe heye, nasnameya Zimanê Kurdî çi ye?

 

Di zimanê Erebî de gotin ji hevdu dizên, tên dariştin.

Zimanê Tirkî pevzeliqandî ye.

Zimanê Kurdî jî, zimanekî hevbend, lêkdayî û hevedudanî ye.

Zimanê Kurdî ferhenga xwe ya derbirînê, ji lêkdana du-sê gotinan bi hev û din re, werdigire.

(Zeynulabidîn Zinar dibêje ku Cegerxwîn li ser welatparêziyê nenivîsiye. Malikavayo! Hikmet Cemîl ji bo sitrandina helbesteke Cegerxwîn, cezaya bidarvekirinê lê hat birîn.)

-Der heqê jiyan û berhemên Cegerxwîn de, herî dawî nivîskarinan xebata Cegerxwîn bi neyînî nirxand. Ji bo vê yekê tu çi dibêjî?

Hîna Kurd negihane wê astê ku rexnegêr bin. Mirovê Kurd jî hêj rexneyê napejirîne.

Kilîta rexneyê ya sereke ew e ku tu kesayetê deynî aliyekî, û berhemên wê kesayetê deynî aliyekî din. Li vir, tu yê Cegerxwîn rexne bikî, yan jî kesayeta wî?

Eger tu bixwazî Cegerxwîn binirxînî, divê ku tu hemî berhemên wî li pê hev rêz bikî û bi hûrgilî bixwînî, da tu bizanî asta wî ya hunermendî û welatparêzî çawa ye?

Cegerxwîn tolaz e yan na, Xwedênenas an na û Nimêjker e yan na, te tu têkilî bi wê yekê nîne.

Zeynulabidîn dibêje ku Haco du gund dane Cegerxwîn, û Cegerxwîn yek ji wan gundan firot û pê bazirganî kir. Dema tu vê gotinê bibêjî, divê te lêkolîn kiribe, ne ku te bi devan bihîstibe. Zeynulabidîn bi vê yekê barê xwe giran dike.

Mala Haco bihostek erd nedaye Cegerxwîn.

Cegerxwîn ji malekê, maleke din kirê dikir.

Mirovekî Fileh bang li Cegerxwîn kir û gotê lawo tu helbestvanê Kurdan î û parçeyekî  erd dayê. Ew erd ava kir û aniha gorna wî her li wî erdî ye ku bûye mala wî.

 

Zeynulabidîn Zinar dibêje ku Cegerxwîn li ser welatparêziyê nenivîsiye. Malikavayo! Hikmet Cemîl ji bo sitrandina helbesteke Cegerxwîn, cezaya bidarvekirinê lê hat birîn.

Ez û Zeynulabidîn Zinar hev nas dikin. Em dikarin gilî û gazinan ji hev bikin.

-Li gorî şopandina te, birêveçûna tevgera wêjeyî li Rojavayê Kurdistanê bi çi hawî ye?

 

Eger civaka wêjeyî dûr ji nakokiyên rêxistin û siyasetmedaran bûya, dê pêşdetir biçûya.

Her wisa dê çêtir ji hev hez bikirana.

Di dema îroj de, çi projeyên te hene û tu çi xebatê dikî?

Aniha 3 pirtûkên destnivîs li ber destên min in.Ez li ser wan dixebitim, lê naxwazim gelekî li ser wan biaxivim.

Ez jî wekî mirov, gelekî dixwazim wêjeya cîhanî bixwînim.

Zêdetir ji dehên caran e ku ez Çarînên Xeyam û Dastana Gilgamêş dixwînim û ji wan têr nabim.

(Ez ê çawa venegerim Rojavayê Kurdistanê. Wilehî ez xebata xwe li vir dikim û ruhê min li Rojava ye.)

 

-Ev heye çend sal ku tu li Bakurê Kurdistanê bi cih bûyî, gelo tu  yê venegerî Rojavayê Kurdsistanê?

 

Hatina Bakur ji bo min gelekî baş bû.

Bû derfetek ku ez li xwe vala bibim û aniha zêdetir ji 7 se’etan ez li ser maseyê dimînim.

Ez ê çawa venegerim Rojavayê Kurdistanê. Wilehî ez xebata xwe li vir dikim û ruhê min li Rojava ye.

Ez bi çûna Ferhadê Içmo gelekî êşiyam.

Rojek di jiyana min de mabe ez ê vegerim. Dikarim bibêjim ez ê Newrozê li Rojava bim.

 

-Banga we ji rewşenbîr û civata nivîskaran re çi ye?

Eger min zanîbûya ku dê sûd jê hebûya, min ê yek bi yek bi helbestî ji wan re bigota”Rêya rewşenbîriyê ne ev e”.

Her çi qas nêrînên we ne yek jî bin, lê her armanca we yek e.

Bi van nakokiyan em ê negihin tu armancan.

Bar giran e, divê mirov li xwe vegere.

Rewşenbîrî ne ew e ku ez helbestekê ji çend kesên nezan re bixwînim, lê belê, divê ku em xwe bi wêjevanên cîhanî bipîvin.

Mixabin, ez bêhêvî me. Heyanî sibe ez bêjim, ne gotin diqedin, ne jî dilê min hênik dibe.

 

Bûyerpress