Ew vagona tirênê,
Ya li stasyoneke xewleyî jikardûrxistî.
Ji fîkandina ba re,
Ji toza jibîkirinê re,
Ji perengê bêrîkirinê re,
Hatiye spartin,
Dilê te ye.
Ew zengilê ji paxirê bêhempa,
Li gumbeda dêreke çiyayîyî,
Dêrîn,
Ko zumurudê zingara janan,
Li xwe dipêçe.
Parsûna,
Ji êzingê vedenga çingîna xwe,
Vêdixe,
Û di bermayê çirûskê stêrikan de,
Pifdide,
Ewê pîxwas dilerize,
Dilê te ye,
Dilê teyî jixwehezker e,
Dilê teyî bi xwe bawer e.
Ew qulingê birîndar,
Ko noteyê awazên wî,
Lîsteya gazinên wî,
Çûlikê bîranên evîdariya wî,
Hatine dizîn,
Û rastî xiniziya koçberiyê hatiye,
Ji hêla maqûlên refê xwe ve.
Ew tuyî, reben.
Ew peristkarê,
Bêhtirî ji kuxukê pê ve,
Pakîzetiya sayîbûna bêdengiya xwe naşikînî,
Tiliya xwe,
Bi zilindariya zimanê serborê şil dike,
Semyanê têkçûnên xweyî guroverbûyî,
Mîna berxên,
Qelewiya nîsanên çêrîngehan,
Ew bi tiraltîiyê berarmanckiribin,
Têkçûnên xweyî bedew,
Peyal bi peyal,
Birîn bi birîn,
Maç bi derblêdan,
Di hijmêre,
Tu bi xweyî.
Ew Deryavanê,
Perdeyên omîdewariyê,
Perdeyên xemsariyê,
Xemxweriyê,
Bi ser qeyika westiyayî de dadixe,
Li rewanê xweyî mina birîneke nîvvekirî,
Dide hev,
Mûmeke lêbûrînê vêdixe,
Ji hemû deryabir û qursanên xweşbext re,
Ji çi kesê ko sariya şûrê xwe,
Di xavika noqê de,
Di kûzên wîyî xweşmeze de,
Wekî germiya maçeke hevdîtinê,
Çikandiye,
Dîsa tuyî.
Û tu,
Sirîliyên xwe dinuhirînî,
Bi hemû xemla,
Kurdîtiya xweyî xemgîn,
Bi hemû xemla,
Kurdîtiya xweyî zengîn,
Ji piştgupikê Noterdam re,
Ji Evdalê Zeynikê re,
Ji nêrgizên buhara tê re,
Ji bê re dixwînî.
Ev helbest di 19ê Cotmeha 2025an de li Festîvala Helbesta Kurdî li bajarê Essen ê Almanya hate xwendin.