AVESTA DI NAVBERA 17-25 MIJDAR 2012AN DE LI 31. FUARA KITÊBAN A NAVNETEWÎ A STEMBOLÊ LE BENDÎ WE YE!
MÊVANÊ ÎSAL JAN DOST E!
JAN DOST DU ROJAN KITÊBÊN XWE ÎMZE DIKE Û 25Ê MEHÊ BI NAVÊ “ZIMAN DÎROK Û NASNAME”KONFERANSEKÊ DIDE.
SALON 2 NO 211 A
Axaftin / Söyleşi:Ziman Dîrok û Nasname / Dil Tarih ve Kimlik
Beşdar / Konuşmacı: Jan Dost
Roja pêncşembê 15-11-2012 li bajarê Silêmanî, bi navnîşana ``Ciyawaziyekan le Terîfey Gelawêj da Dedrewşinewe`` şazdemîn festivala wêjey ya Gelawêj hate sazdan.
Mehrecana Helbesta Kurdî li welêt îsal ne di 28ê cotmehê de li dar ket, belê ji ber sedemên ewlekarî di 02.11.2012an li Dêrka Hemko û bi amadebûna cemawerek mezin û gelek helbestvanan li dar ket.
Mehrecanê îsal helbestvanê kurd Frehad Içmo xelat kir wexta xelata îsal a Mehrecanê diyarî wî kir.
Di 14.10.2012an li bajarê ESSEN-Elmanya Roja Helbesta Kurdî li derve 2012 li dark et.
Hezkerên helbestê ji gelek gelek deveran amade bibûn, û li helbestê guhdarî kirin.
Rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ rojnameyek çandî, wêjeyî û giştî ye, bi du zimanan kurdî û erebî ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî, derdikeve.