Share |

Reply to comment

Bi du pirtûkên nû dezgeha SEMA beşdarî pêşengeha pirtûkan ya navnetewî li Hewlêrê bû ,

Amadekirin-SemaKurd-dezgeha SEMA ji bo ku peyama xwe ya rewşenbîrî bighîene miletên dewr û berê xwe du pirtûkên dîrokî çapkir û belavkir û xiste ber destê xwendevanên xwe , herdu pirtû bi zimanê Erebî ne.

,pirtûka yekem (dîroka kurda di şaristaniya islamê de) û ya diwem (kurd û Kurdistan) ji nivîs û wergêra DR (Ehmed Xelîl) .

 

- Pirtûka yekem bi navê (dîroka kurda di şaristaniya islamê de) ji nivîsa DR (Ehmed Xelîl) , di pêşgotina pirtûkê de DR (Ehmed Xelîl) destnîşn dike ku pirtûkxana Islamî bi giştî û ya Erebî bi taybetî gelekî lawaze bo naskirina miletê kurd , tevî ku hinek lêkolîn hene lê bi tevayî li ser pirsa kurdî ya konevanî radwestin , lê rewla kurd di avakirina şaristaniya mirovatî de herdem tarî maye , tevî ku miletê kurd rolekî girîng leystiye di avakirina wê şaristaniyê de , ji ber vê sedemê pêwîste ku ev millet were naskirin ji aliyê hemî miletên misilman .

 

- Pirtûk li weşanxana Hîro ya çap û weşanê li Beyrodê hatiye çapkirin , ji (457) pêk tê , jimara (8)a ye ji zincîra weşanên dezgeha SEMA ye .

 

- pirtûka diwem bi navê (kurd û Kurdistan) , ji nivîsa nivîskarê Ermenî (Erşak Savaristiyan) û wergerandina nivîskar DR (Ehmed Xelîl) , pirtûk bi kurtî dîroka kurdî ya kevin û nû û nerînekê objektîv di dîroka kurdî de derdixe , ji ber ku nivîskar di nava kurdên bakûrê kurdistanê jiyaye , û di sala (1948)an de ev pirtûk bi zimanê Ingilîzî li londonê hatiye çapkirin .

 

- Pirtûk li weşanxana Hîro ya çap û weşanê li Beyrodê hatiye çapkirin , ji (178) pêk tê , jimara (9)a ye ji zincîra weşanên dezgeha SEMA ye .

 

Nivîskar Ehmed Xelîl di pêşgotina herdu pirtûkan de sipasiyê xwe pêşkêşî malbata xwe û nivîskar Taha Xelîl û hecî Arif Remezan rêvebirê dezgeha SEMA dike ku ev alîkarî dan û ev herdu pirtûk çap bûn û ketin nav destê xwendevanan de .

 

Hêjayî gotinê ye ku DR (Ehmed Xelîl) li gundê (Kurzêlê) girêdayî bajarê (Efrînê) li rojavayê kurdistanê (sûrî) ji dayik bûye , diploma textoriyê di wêjeya Ereb ya kevnar de wergirtiye , lêkolînên rexneyî û dîrokî dinvîse û gelek berhemên wî di wî warî de hene û du xelat wergirtine .

 

hêjayî gotinê ku dezgeha SEMA beşdarî pêşengeha pirtûkan ya navnetewî li Hewlêrê bû , yak u di roja 27/3/2007 an de hate vekirin û her (9) pirtûkên xweyî çapkirî pêşberî xwendevanan da . di nav pirtûkên Dar El-zeman û pirtûkxana El-Tefsîr de , û bi taybetî ev herdu pirtûkên dîrokî gelekî bala xwendevanan kişand ser xwe û hemî zankoyên herêma kurdistanê û Iraqê bi dest xistin .

 

Ev pêşengeha navnetewî (47) çapxaneyên Erebî û (150) çapxaneyên biyanî ji gelek deverên cîhanê beşdar bûne û nêzî (40) hezar pirtûkên bi zimanên cuda têda hene .

31 March, 2008 02:17:00

 

 

[12:25 , 25 Apr 2007]

 

 

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options