Helbest deryake, ji evîna bê sînore, pêlek ji hestê mirovî diherikê,
Helbest afirandineke nû ye, ne tenê wêneyek, ji wêneyên edbiyata miletan e, lê belê derbirîn û deranîna hestê mirovî ye, ronahiya rûh, û giyanê mirovîye, ji çend peyvan tê hûnandin, û rêzkirin, di nav wan hevokande ,helbestvan bi hestê xwe, êş ..evîn ..hêvî ..helwest.. omîd..civak.. derd ..kul.. xweşî ,û nexweşiya xwe tîne der, û bi hest û xeyalanên xwe asoyên berfireh diafirine.
Helbest xwedî dîrokeke dûr û dirêj, û zengîne,gelek dîroknasên helbesta kurdî wê dighinin beriya zaîna Îsa,wek nimûne: ew helbesta ku li ser kevirekî hatî dîtin ya helbestvanê kurd (Boraboze) di salên 330 î b.z wekî tê zanîn kû hemû wêje, û edebiyatên netewî bi helbestê hatiye zanîn.
Jina kurd ji vê dîroka dûr û dirêj ne bê par e, û jê dûr neketiye,Jina kurd rojekê ji rojan, , bêguhdan nemaye,Tevna dîrokê daniye, û rîsê wê tevnê ,bi hiş û tiliyên xwe ristiye,Ew jinên ku bareşa kul û kovanên wan, ber bi jana pênûs, û afrandinê ve dane, karîne berhemên buha, û girîng bi aferînin.
Jin xwediya hesteke gerim û dilşewate, dikare rolekî mezin bilîze, û gavên baş bavêje,û asoyên berfireh veke. germî û dilsoziyekê dide helbestê ,Jin çavnêra serdema xwe ye,;hezkirin, evîn û bêrîkirina wê serdemê ye, û li ser wê dilgermiya xwe berdewam dimîne, mêwan diçînê, gulavê di barînê, hizran diafirînê ,û gulan bi bêhna xwe ya xweş, û nazdar av dide, Nivîsandina jinê ne kêmî nazdarî, û behtandina avakirina giyanê wê ye,Helbest di wateya hebûna jinê de ,li hev digihin, û rûkarî, û geşbûna wê ,nav û nîşanên, evîn û dildariyê ye, û her wisa nazikî û zelaliya afrandin û pêgihandinê ye, bi şînkêşî û kesên dî re ye,yê ku li hev digihin yan jî bi hev nagihin,Jin cansivike, diltenike, behremende, dilpak û evîneka çake, bîr û baweriyên xwe, li gorî pendekêşiya teybetmendiya xwe xwedî dike, û waneyên jiyanê ,bi behremendiya evîndaran bi rê ve dibe.
Taybetiyek di jinê de heye, di kesayetiya wê de, li cem mêran nîne mînak;
di tengasiya zayînê de mêr hestê zarokanînê, qolinc û sancê vê ezmûna pîroz,nedîtine, mêr wekî jin nikarin hestên dilê xwe û saykolojya/psîkoljiya can û giyanê xwe derbirînin, nikarin vî hestî wekî jinê bînin ziman,
Min bi heft zimanan
Ji heft jinên di tengasiya zayînê de
Duayan berhev kir
Ji bo hatina te
Nizanim Xwedê bi kîja zimanî dizane
**
Ji ber min çû
Zarokbûna min a di heft salî de
Kefeneke şîn lêkiribûn
Îroj, danê sibê
Ji ber min çû. (Gulîzer)
Her wiha Hezkirin û têçûnên evîniyê ,êş û kedera evîndariya jinê , mêr wekî jin nikare vê heskirinê şirove bike, û wekî wê derbirine ,û biîne ziman, ji ber ku ew hest û jana dilê wê ye.
Ji pirsên sar diqufilim
Dadwerivim
buhar têra pînekirina giyanê min nake
Nixuriya dara hinarê
Kuştina gumanên min
heskirin ber bi hişê xwe ve di bir
Lehiya sozên ji mijê
Diziya dîmenên lêvên te
çavên bi du hêviyên stuxwar
Têkçunên di dil de riziya yî
Baraneke tirsok dibarand
û
şopa birînên te şil dikir (Evîn Şikakî)
mêr wekî jinê metirsîna xwe li ser kezeba xwe û zarokê xwe nikare binvîsîne, ne tenê ev hetanî fantaziyên jinan yên erotîk û romantîk pir rengînin û dewlemendin.
Eger bêdeng Mam,
Biziqekî ji firîştekî wergire û min bike semaker
Eger min dergeh girt û ne hêla maç bêne jûr
Desitê min bigre û bêje: Dînê
Kî hindî min hej te diket........?(Terîfa Doskî)
tiliyên xwe bike şûrên şamê
porê min têl bi têl talan bike(Gulîzer)
Wekî tê zanîn jin nîvê civakê ye ,ew nîvê bêhtir têkildare, û berhemdaneke mirovanî ye, û her weha serederiya nîvê dî dike, û bi destê wî digire, û ew damar û rayê ku canî û ciwaniyê dide wê,jin dilpake dema ku li gorî xweyîtiya xwe yeksan, û wekhev dibe ,û nêzîkî pêkariyên xwe diçe, ew pêkariyên ku ji bilî wê pê ve, tu aliyên din wernagirin.
Mah Şan wekî dengekî helbestvanî, yê jina, di destpêka çerxa nozdehande bi rengekî giştî, û bi tenê ye, di civaka kurdî de, helbesta kurdî ya kilasîkî ristiye, û di bin navekî torevanî de, ew nave (Mestora Kurdistanî) ye, yê ku pê helbestên ciwan hûnandiye, û her di meydana torevanî de, pê navdar bûye.Şaha kurd Mestora Kurdistanî gelek helbestên dildariyê di evîndariya xwe û mêrê xwe nivîsandine, zimanê( Mestora ) yê helbestî li ser paşmaya çanda wê ya musilmanî, û erebî ava bûye, û hatiye paldan, ew pir şareza bû, di nivîsandina dîrokê de, wek jina tenê di wî çaxî de, ku guhdan bi nivîsandina dîrokê dikir, tê ditin. Çarîn nivîsandin helbestên evîndarî ,û avêtina li ser miriyan hûnandin, piraniya helbestên xwe li ser kêşa gelêrî ya ,nerm û sivik nivîsandine, ev yek wê dide xuyakirin ku helbestvana me têr û agehdare, bi pêlwazên helbesta erebî, û ger yaweriya wê bi mêrê wê re, di rêwengî û seredanên wî de ,kartêkirineke mezin lêkir ,û hişt kû ew zimanekî helbestî rengdayî ,bi gerandin û hemrengiyê, bi dest ve bîne, û agehiyan li ser çîrokên gelêrî, serhatiyên miletan ,destan û efsanan werbigire.Helbestên wê bi rengê sirûşta jîndar û guhdana wê bi mînakiyê û rengdariyê hatine xemlandan.
Mestora dîwana xwe ya helbestan (Dîwan Mah Şeref Xan Kurdisatî) ji bîst hezar malikan bi zimanê farisî û kurdî bi her du zaraveyan soranî û goranî nivîsandiye lê piraniya malikan hatine wendakirin û ji wan sê hezar malik bi tenê mane, di sala 1926 zayînî de dîwana wê li ser destê rewşenbîrê kurd Hac Şêx Yehya Merîf hatiye danhev û bi zimanê farsî hatiye çapkirin her wiha pertuka (Diroka Erdelanê( ya ku çîroka jînenîgeriya wê û dîroka Erdelaniyan dide xuyakirin daniye, tevî vê jî hin pertûkên dî hebûn di warê misilmaniye de. Mestora di sala 1847 çû ber dilovaniya xwede û di bajarê Silêmaniyê hate bin axkirin.
Mijarên ku jin helbesta xwe ye nûjen li ser dihûne çi ne?
-Pakrewan û şehîdên kurdan bê jimarin her parcek ji axa kurdistanê xwîna şehîdekî avdayî ye ,nemir û qehremanên kû bi xwîna xwe ya pîroz û jiyana xwe kirine qelenê azadiyê û riya miletê xwe ronahî kirine, her wisa buyerên ku li ser miletê kurde hatîn û ew talankirîn ,jin wekî helbestvan ,di naveroka helbestên xwe bi zimanekî sivik û serast diyarkirye.
li ser pelên spîndaran,
Li ser rihê zemên,
ji qedera me re,
ayetên hezar enfalan xwendine,(Fatma Safcî)
-Be guman hestên netewî û wefadariya mirovên kurd ji bajarên xwedî teybetmendiyek diyar dibe bandora van bajan wekû di mijuyê de wisa di hestên mirovî de girnge,weki: Mahabad –Hewlêr –Qamişlo-Amed
-koçkirn û koçberiya miletê kurd û bandora welatê biyanî di nivîsandina helbesta kurdî de bê par nemaye, ji ber ku helbest bizaveke ragîhandina jana şewata dûrbûna ji welêt ,jina kurd kariye xem û êşa penaberyê bîne ziman, û bi hestekî gerim derbirine.
Lehiyên hizirdar
Me ji me dibin
Li vî welatê rêzdar
Azadiya seqem
Ji xwe winda dibin
ripîrût
Me himbêz dike
Bi şikestinan meyandî
Di peyalên xwe de dimirin(Xelat Ehmed)
-Jiyan û rewşa jina kurd ya lawaz ,jin gelek êş û janên xwe diyardike , ev rewş dihêle bihna xemgîniyê reşbîniyê ji helbestên wê were û dilşewatî derbirîne.
Her kuştine..
Ji te bim..
Bêy te bim..
Digel te bim..
Dijî te bim..
Her kuştine …(Tîroj)
-Dastanên miletê kurd gelekin, guman nîne kû pêşketina miletan di wêje û kultûr û dastanên wan de ne, gelek helbestvana ev dastanên bi nav û deng derbasî naveroka helbestên xwe kirin da dewlemendî û zengîniyek bide helbestên wan û her wisa ronîbikin li ser babetên dî .( Mem û Zîn –Derwşê Evdî....)
-Xewn û jiyana xewna beşekî mezin ji helbestên jina kurde, gelek cara di wan xwenên xwe de dijî, wekî rawestgehek bihna xwe têde berde,û ber bi xeyalên xwe ve diçe, gûman nake ku her yek xewna avadike û ji wê xwenêre kardike da bike rastiyek bîne hebûnê.
Daramîya şevek sêwî de
Kenarê ewran
şerek bê deng li taryê da dikirin
Dilê min wek bahuzeka dîn
Jimzgînîyan bawer nedikir
Ev çi xewnin (Hilbîn Baqir)
-Diyardeyên civakî gelekin di civaka miletên kurd de hejarî yek ji wan diyarde ya ye jina kurd di gelek helbestên xwe de dijî van tişta kirye û li dijî wê sekiniye.
-Regehên zindana tarî û aloziyî û rojên zindanê yên dirêj biwatiyên kur û wenên tîr û zengîn jina kurd bi hestekî rasteqînî û bilind di naveroka helbesta nûjen de diyardike.
Ji nebûna asoyeke vekirî
Ji bilindbûna ezmanê teng
Di dilê xwe de min pelatînk difirandin
Û bi baskên wan re hildikşîyam
Min jî dixwest lerza xunava geyayê adarê
Himbêz bikim.
Porê xwe dirêj bikim ji kenê buharê re.
Lê
Her kû min xwe amade dikir
Ji bo hilfirandinê
Kenê min ji jora dîwaran digindirî
Gulokek berf
Li ber pê , min
Dihelîya.
Dergehên ji pola
Sîyên daxwaziyên min li ser
Hişê dîwaran dişkandin. (Asiya Xelîl)
gelek nivîskar wêjeya jinê cuda dikin ji wêjeya mêr ,ez bawerim nivîsandin bi pênûsa jin be yan pênûsa mêra be asta wê bilind be, û hêja be nayê wê wateya ku em cuda bikin tenê hest cudaye ,jin jî wekî her mirovekî ku derfeta azadiyê li pêş xwe bibîne wê berhemên buha û girin bi afereîne nemaze piştî şoreşek ji ragehandina tiknilojî bi taybet internêt, babeta jin û helbest, babetekî ber fireh, û dirêje ,me hawilda ku di vê simînarê de, ronîkirnekî , li ser hestê jinê ,û şêweyên nivîsandinê ,li cem jina kurd ,û naveroka helbestên wê bikin, me çend nimûne diyarkirin, di warê helbesta nûjen de , guman nake,ku îro helbesta kurdî gelek gavên giring avêtine, bûhara wê tev kulilîkê rengînin. bihêvîne ku stiêrkê helbesta kurdî li asîmana herdem biçirise, û ber bi helbesta cîhanî ve here.
Sipas
23-5-2012