li nav qelebalixa hestên îsyankar
xwe dispêrim tenêtiya şevên peritî
şewata agirê hesret û bêrîkirinê
vemirî
ji rûpelên salnameya qurmiçî
toza bîranînên tevizandî
diweşin
birîna kovanan
di dûyê cixarê de
dikişînim hinavên xwe
feryad û fîxana bilbilê dilê hejar
kes nizane
hêviyên nîvco mayî
di hembêza xewna şevên sêwî de
vedişêrim
ji şaxên giyanê şemitok
gunehên min yên bêterîf
dikevin xwarê
pêlên okyanûsa nava min
di cirifandina tirsa xwe de
perîşan in
rabirdûya temenê derbeder
birîndar e
di nava min de
miriyekî heftê salî ramedî ye
bişirîna lêvên min û hêstirên çavan
di kûrahiya kezeba stêrkan de
tarûmar in
li çaxên dirinde
nêçîrvanê nêçîra pêşeroja xwe me
çerxa feleka xayîn
li xerîbiya xopan
movikên pişta biharên min
şikand
ey rojên fesad
gola demên şîrîn di êş û xeman de
neherimînin
li berbangên dêmsor
di qêrîna zîndanên xewê de
hişyar dibim
bêwijdaniyan
daxwazên şadiya zaroktiya min
dan ber gulleyên xiyanetê
laşê zindî mirî
bi kefenê kul û kederan pêçan
di bin siya peşkên barana hêrsokî de
pencera evîna dilê rezîl hilm girt
helbestên min
li pey mirina min ya bêbext
jana rondikên çavên ziwa
bibarînin
Xizan Şîlan
2010-09-14
Stockholm