Share |

Reply to comment

 

 

 

 

Hozan Emîn-Dîwana çarem ji berhemên Helbestvan Mihemed Hemo di bin navê 'Helbestirana Gulên Mûmdankan', ev berhem bijarteyeke ji  sê dîwanên wî yên bi navê: 1- Di kûraniya vê riyê de 2- Seyrana dil di şîna evînê de  3- Di bin dilovaniya jiyanê de.

 

 Mihemed hemo ev helbest bi êşên xwe yî li binê Zindanên Sûrî û bi evîna xwe ya li binê sîhka darên zeytûnên Efrînê stra ye û bi evîna welat û nêştiman ev nîvişka nivîsên wî yên bi wate û qedirgiran in, loma gelek bal kişandiye ser xwe û bûye sedem ku ev helbest werin wergerandin bo zimanê Farisî û Erebî û Turkî. M. Hemo dide diyarkirin di dawiya Dîwana xwe de  ku gelek heval û birder jê xwestinê van helbestan wergerînin zimanê biyanî, loma wî baştir diye ku ev helbest bi awayekî taybet bi zimanê xwe yê resen çap bibin û pêwistî pê dîtiye ku bijarteyek ji hemû berhemên wî di dîwanekê de bên cem hev.

Pêşgotina vê Dîwanê ji aliyê helbestvan, Letîf Helmet ve hatiye nivîsîn. Di pêşgotina xwe de birêz Letîf Helmet, behsa şêweya helbesta M. Hemo dike û wî cawaz dibîne ji helbestvanên kurd yên kilasîk û dibêje; 'Dengê wî di cigrafiya helbesta kurdistana me ya rojava de dengekî cida ye'. Ev jî diyar e di tevayî helbestên wî de. M. Hemo bi helbestên xwe yên kurt  û bi dîmenên xwe yên xweşik bejna helbesta xwe dixemilîne û bi wate dike. Ji ber vê mebestê ye ku di tevayîya helbestên xwe de dixwaze Evîn û xweşikbûna xaka bajarên xwe û welatê xwe bijenîne. Ev hestên watedar û peyvên nazik û ciwan bi saya ked û cefaya xwe ya bi dû xewna welat û hezkirina ji xaka xwe bi dil û canê ku gelek carî xwe dît esîrê li piş deriyê hesinî ji ber raman û nêrînên xwe yî cihê. Ji nav van êş û janan bi diyariya gurzek gul ev helbest helbijartine.

 

"Gunehkariya Mezin

 

Ku merov serê gulekê

 

                             Jêke!

 

Lê gunehkariya mezintir

 

Ku merov

 

Rojê gurzek gul

 

Diyarî

 

Yara xwe neke..."

 

M. Hemo vê Berhemê Diyarî nivîskar û tekoşerê kurd ên nemir Osman Sebrî, yê ku wî ferî Zimanê Kurdî kiryê û hezêkirina welat di dilê wî de bi hêz kirye.

 

 

Helbestirana Gulên Mûmdankan ji 41 kurtehelbestan pêk tê  û Tîraj  500 dane ..  wêneyê berg : Şahî Mihemed Hemo.

 

 

Çapxana YAD .. Sûleymanî 2008

 

 Her weha hêjaye em bejin ku ev berhem jimara 21 an ji zincîre weşanên  Dezgeha Sema Ya Çandî û henerî ye.. li Dubey  ..  û

 

Yekem berhemên Dezgeha Sema ya Sala 2008 an

 

 Jimara sipardinê wîzaretaza rewşenbîrî ya herema Kurdistana Iraqê 1314- 2008

 

15 June, 2008 09:46:00

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options