Qonaxên dîrokî, mîna vê qonaxa niha ku Sûriyê bi ereb, kurd û hemû neteweyên xwe, têre derbas dibe, pirsên mezin yên hebûn û nebûnê bi xwe re tînin.
Di van çend meh û salên pêşiya me de, Kurd li hember ezmûneyeke girêdayî hebûn an nebûna xwe ya di hundir vî welatî de ne. Ji nav gelemşeyên ku derketin, ji bilî perçebûna civaka kurd di navbera hêzên siyasî de, ku heta niha belawela ne, pirsa xalên hevbeş jî li ser du astan hate holê. Yek jê, li ser asta seranserê welêt ku welatê bi navê Sûriyê tê naskirin cihê hevbeş yê hemû neteweyane. Ya din jî, li ser asta kurdî ku ji bilî ziman, xala gengeşiya li ser ala kurdî û hevbeşî û nehevbeşiya wê di nav kurdan de, tevliheviyeke mezin bi xwe re anî ye. Di vê çarçovê de, gelek ji hevalbendên partiya karkerên kurdistanê, ku bi giştî li derûdora Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD civiyane, bi behaneya ku ev ala kurdî ala başûrê kurdistanê ye, yan jî ala Partiya Demoqrata Kurdistana iraqê PDK ye, ew al hilnegirtin û aleke din ku ji sê rengan zer, sor û kesk pêk tê, hilgirtin.
Gelo ev al, bi rastî ala partiyekê ye, yan ala perçeyekî kurdistanê ye, yan jî ala hemû kurdane?
Bi dorbîna xwe ya vê carê, em ê li bersiva vê pirsê bigerin.
Ev al ji ku hatiye?
Li gor agahiyên ku di hin jêderên dîrokî de têne dîtin, ev al cara yekem di sala 1919 an de, ji hêla "Teşkîlatî îctîmaîye camiyatî"yê ve, hatiye sazkirin. Anku ji hêla komela civakî ya Kurd ve, ku di destpêka sedsala bîstan de, li Stembolê, li ser destên siyasetmedarên Kurdên ku piraniya wan ji bakur bûn, hatibû avakirin.
Rengên Alê: Sor li jor. Kesk li jêr. Spî û rokeke zer li ortê.
Ev al weku aleke neteweya kurd hate pêşkêşkirin. Di kovara Hawarê de, xwediyê wê Mîr Celadet Alî Bedirxan û nifşê wî, ji birêveberên tevgera siyasî û rewşenbîrî li bakur û rojavayê Kurdistanê, xwedî li vê alê derketin û ew weku ala miletê kurd pejirandin. Celadet bi van gotinan behsa ala kurdî dike "Her milet xweyiyê alekê ye. Al nîşana milet û welat e. Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye. Al namûs, rûmet û bextê miletan e. Zarowên her miletî ji bona bilindî û biqedirbûna ala xwe, xwe didin kuştin. Ala her miletî jê re beha ye…... Ala kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise." (Hawar-30.9.1932)
Ji bilî ku gelek nivîs û helbest, di Hawarê de, li ser vê alê hene, wisa jî bergê hejmara yazdehan ya kovarê bi vê ala kurdî, weku semboleke neteweyî, hate xemilandin.
Wateyên rengên alê
Li ser wateyên rengên alê şîroveyên cihê hene, ji wan:
Sor, rengê şoreşê û xwîna şehîdane.
Kesk, rengê siruşt û xweza ya Kurdistanê û xweşiya wê ye.
Sipî, rengê aşitîxwazî û aramiyê ye. Rengê pakbûna kurdan û dilsoziya wane.
Zer, Roka zêrîn, rengê ronahî, azadiyê û rojê ye. Semboleke çandî û olî ya kurdane.
Al û desthilatdariyên kurdan
Di dîroka kurdan ya van sed salên dawiyê de, gelek şoreş û tevger û serhildan çêbûn, lê di encamê de, bi awayekî fermî, heta niha du caran Kurd bûne xwedî desthilatdariyeke fermî. Yekem car li Mehabadê û bi damezrandina komara Kurdistanê re bû-1946. Duyem car jî desthilatdariya federal ya hikumeta Kurdistana iraqê ye- ji 1991 û bi vir de. Balkêşe ku alên şoreş û partiyên serkêşên şoreşên kurdan her dem cuda bûn, weku mînak ala şoreşa Agirî. Lê Ala her du desthilatdariyên fermî yên kurdan, tev her yek li perçeyeke cuda, Rojhilat an Îran û Başûr an Iraq, bû, dîsa jî heman al bû, ew ala ku li perçeyê dîtir, Bakur-Turkiyê, hatibû sazkirin. Lê, dîsa jî her desthilatdariyekê li gor xwe xwestiye ku bandora xwe li ser bikaranîna vê alê bike û wê di bin mohra xwe de bihêle. Em ê, bi kurtayî be jî, vê yekê rave bikin.
Al û komara Kurdistan ya Mehabadê (Rojhilat)
Dema mirov li ala komara Kurdistanê ya li Mehabadê
dinere, diyare ku komarê heman al ji bo xwe pejirandiye, lê di heman demê de, çend sembolên biçûk li roka zêrîn ya ku di nav rengê sipî de cih digre, lê hatine zêdekirin.
Zinar Silopî (Qedrî Cemîl Paşa), di bîranînên xwe de,van gotinan li ser vê mijarê dinîvisîne:
Hikumeta komara Mehabadê biryar stend ku ala komarê heman al be, ew ala ku ji hêla komela civakî ya kurd ve, weku ala Kurdistanê hatibû naskirin. Ev komele di sala" 1919ê li Stembolê hatibû damezrandin. Al jî heman ala Kurdistanê bû, lê li aliyekî rengê sipî li dora roka zer wêneyên du sinbilan hatibûn
zêdekirin û aliyê din jî wêneyê çiyayekî û dara"sinoberê"û li dora wê bi awayekî girover (Dewleta komara Kurdistanê) hatibû nivîsandin."
r.232-233 ji çapa erebî-weşanên kombenda Kawa 1987.
Di hinek jêderan de, li şûna wêneyê darê, wêneyê pênûsê tê gotin.
Al û hikumeta Kurdistana iraqê (Başûr)
Ev al ji sala 2002 an de, ji aliyê parlemana herêma Kurdistana iraqê ve, weku ala fermî ya herêma Kurdistana iraqê hate pejirandin.
Lê ji ber ku desthilatdarî ya her du partiyên sereke PDK û YNK ê ye, al jî ji bandora nakokiyên di navbera her du partiyan de nefilitî.
"Hejmara Tîrêjên Alê li gel PDK 21 tîrêjin, lê li gel YNK 17 Tîrêjin."
Bi vî awayî, li şûna ku her du partî li xalên neteweyî yên hevbeş bigerin û wan xurt û pir bikin, hewil dan ku vê sembola
neteweyî, ya ku berê heye, ji hev cuda bikin û li gor taybetiyên partiya xwe, wê biguherin.
Al û tevgera siyasî ya biserkêşiya PKK (Bakur)
Ji destpêka tevgera PKK de û heta niha gelek al hatin bikaranîn. Ji alên sor ku di bin bandora çepgiriyê de hatin hildan û heta niha ku hem PKK û hem rêxistinên girêdayî wê, alên bi rengên kesk û sor û zer ku weku rengên kurdî têne pejirandin, hildidin, lê bi ti awayî ev ala kurdî ya mijara vê nivîsa me, hilnedane. Tev ku carcaran bi destên hin hevalbedan tê hildan, lê herdem ji vê alê bi mesafet bûn, nexasim piştî ku weku ala fermî ya herêma Kurdistana iraqê hate pejirandin. Wisa jî baweriyeke şaş hate belavkirin ku ev al ne ala herêma kurdistana iraqê bi tenê ye, belê weku ala PDK hat binavkirin. Vê baweriya şaş siya xwe avêt ser giringiya vê alê ya neteweyî û ew ji semboleke neteweyî ya hevbeş daxist û kir alaveke nakokiyên di nav partî û rêxistinan de.
Ev bixwe paradokseke mezin û balkêşe. Ala ku li bakur çêbûye û ji kurdên bakur weku aleke neteweyî hate pejirandin, îro ro ji hêla kurdên bakur bi xwe ve nayê pejirandin û wê alê, weku ala başûr û ya rêxistineke başûrî dibînin û di heman demê de rengên wê alê weku rengên kurdî têne pejirandin!
Jiholêrakirina vê paradoksê jî çi qasî mezin xuya bike, ew qasî jî biçûçike û girêdayî biryareke siyasî ji birêveberiya PKK ye, ku ala kurdî weku ala hemû kurdan bê pejirandin û ala her partî û rêxistinekê bimîne jêre.
Al û tevgera siyasî ya kurdên Sûriyê (Rojava)
Siya van nakokiyên ku me li jor behsa wan kir, xwe avête ser tevgera siyasî ya kurdên Sûriyê jî. Bi taybetî di meş û çalakiyên ku di çarçoveya şoreşa Sûriyê de têne lidarxistin. Ji bilî ala kurdî ku partiyên kurd hemû weku aleke neteweyî dipejirînin, PYD bi aleke din ku ew jî rengên kurdîne kesk û sor û zer e, derdikeve kolanan. Ez bawer dikim, ev dubendî ya li hember alê xwe dispêre helwesta PKK li Bakur, ku weku me diyar kir, xwe dispêre baweriyeke şaş, ya ku vê alê weku ala aliyekî an rêxistinekê dibîne.
Encam
Miletê Kurd, miletekî wisa lê hatiye ku, hem di nav sînor û dewletan de û hem jî di nav zarava û ziman û alfebêyên cuda de, perçewerçe bûye. Ne ziman yeke, ne erd yeke û ne jî dîrok yeke. Tenê du xalên hevbeş hene ku kurdan li her derê, weku netewe, dikin yek. Yek jê Newroz e, ku weku cejneke neteweyî tê pejirandin û ya duyem, ala kurdî ye, ku dikare ji bo hemû kurdan bibe ala neteweyî. Wekî ku pirbûna xalên hevbeş di nav endamên neteweyekê de wan ji hev