Share |

Gotar

Ew hevrika min e di hezkirina gewdeya dilçûyî de, di ferehiyên xewinên min de buhirtî ye. Li gel min binçengê berbanga metirsîdar helmijîn dike, cilên perîşanên têr bi fêrbûnên xwe xemilî ne, endîzên orispiyên westiyayî ,li ser nivînên felekê  de, xwe bi serîn dike, çendîn ez

  Di van derdû salên dawî de, bira, xwîşk, dê û zavayê min pey hev koça dawî kirin.. Herwiha dostên min î navdar û herî nêzîkî min; (Seîd Yûsif: 1947 - 2020)

  Di 8’emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney de 13 fîlmên metraj dirêj, 17 belgefîlm û 21 kurtefîlm dê werin nîşandan.  

  Hunermenda Kurd Pervîn CHAKAR li Mêrdînê ( Dêrîka Çîyayê Mazî ) hatiye dinyayê. Di sala 2003'yan Beşa Muzîkê ya Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê kuta kiriye.

Roja 10.01.2020an korsa fêrkirina Zimanê Kurdî ku ji aliyê lêkolîner û nivîskar Xalid Cemîl Mihemed ve hatibû amadekirin û wane jî wî bi xwe didan, li hola Dezgeha Sema ya Çand û Hunerê li mêvanxaneya Capitol bidawî bû.

Di roja 9/6/1999'an de, serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistanê de pirojeyê bilindkirina (Ala Kurdistanê) pêşkêşî perlemanê Kurdistanê kir, endamên perlemento jî bi yek dengî ev piroje pejirandin... Ala Kurdan: Ev Ala ku ji jêr ve  rengê keske, ji ortê ve rengê sipîye û rokek di nav de diçirise û ji jor ve  rengê sor e.

Tîp û lekên kurd ketin zinaran Li hawîr bumba bû gullebaran Êrîş dibin der komên neyaran De rabe ser xwe, kurê min rabe! … Dijmin naçî der bi lav û gazê Xwînê nerêjî naghê daxwazê Siba diçim şer divêm tu razê De rabe ser xwe, kurê min rabe! … Mirovperestim mîna Cigerxwîn

Bi min xweş e ku ez evîndarekî welat û zimanê Kurdî ji kurdên Libnanê, bi we bidim naskirin. Ew Biro Metînî ye, yê ku di helbesteke xwe de wiha dibêje: Bihayî bihayî Kurdistan Bi serê Mîtanî*, tev laş û can Lê îro dijmin lê paldayî Bihayî bihayî Kurdistan..     *    *     * Bihayî bihayî Kurdistan

  Ji ber ku semînara mamoste Xalid Cemîl Mihemed li dor romana min (Beriya Mêrdînê) di roja 19/4/2019`an de bû li Hewlêrê, hotêla Kapitolê,

Kovara “Folklora Me” ya ku folklora kurdan digîhîne mala xwîneran roja Newrozê dest bi weşana xwe kir. Edîtorê kovarê Eşref Keydanî got ji bo folklora kurdan neyê ji bîr kirin ew vê kovarê diweşînin û folklora kurdan wek deryayek pênase kir.  

Mihmed Şêxo ji terbûna hestiyên xwe ve, bi jan û derdên malbata xwe re, bi rewşa milet û welat ê xwe hayedar bi bû. Ji vebûna gûzika derbûna talintiya xwe ve,

   Di sala 1907an de, li gundê Nûrzergê (Serde) ku di navbera Lîce û Hanê de ye, hatîye dinê. Wek ku cenabê Hasan Hîşyar Serdî bi xwe dibêje; „hatina min î dinê, qedera min û a welatê min kir yek!“ Hasan Hîşyar Serdî, ji malbatek zana û kurdperwer e. Li gor urf û adetên kurdewarî mezin û perwerde bûye.

 Gotara lêkolîner Zeyneb Yaş  ya li ser dengbêjên jin û xebatên li ser berhevkariya dengbêjiyê ya bi kurdî li Konferansa Pedagojiya Feminîst pêşkêş kiriye. Muzeya Jinan a Stenbolê ev konferans di navbera 18 û 20ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê de çêkiriye. Ev jî deqê gotara wê ye.

Yilmaz Guney (z. 1 nîsan 1937 li Edene − m. 9 rezberê 1984 li Parîs) aktor, derhêner û nivîskarekî zaza û kurd e . Navê wê bi tirkî wekî Yılmaz Güney tê bilêvkirin.  

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Şaxa Ewropayê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist û rêveberiyeke nû hilbijart. Konferans roja 1’ê mehê saet di navbeda 12.00-17.30 de li bjarê Wardenburga Almanyayê li dar ket.  

Melayê Bateyî eslê xwe ji gundê bi navê Bateyê yê girêdayî bajarê Colemêrgê ye. Navê wî rastî Husên e, lê di nav civat û edebiyata Kurdî de wekî Mela Bateyî tê naskirin. Mela Bateyî, yek ji nivîskarên klasîk ên Kurd e.  

Hunermend, muzîkjen, stranbêj û derhêner Nizamettin Ariçê piştî albûma ku bi helbestên Fêrîkî Ûsiv hatibû amadekirin vê carê albûmekê amade dike ku ji helbestên Cegerxwînî pêk tê derdixe. Ariç diyar dike ku ev diyariyeke wî ye ji bo Cegerxwînî û dibêje ku "Fêrîkê Ûsiv û Cegerxwîn jî du nirxên kurdan in û em bi wan serbilind in."

 Di 29 Saliya Koçkirina Mihemed Şêxo de, rola wî di parastina ziman û pêşxitina muzîka Kurdî de         Konê Reş  

Werin. Erê werin em vî lehengê kurd û Kurdistanî bibîr bînin. Em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan du gisin û sê gîsin bikin. Evê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên welatê xwe re geşdibû, bi têkçûnan re xemgîn dibû û dilê wîdihat givaştin.

Meryem Xan jina leheng û hêzdar e, ya ku li hember rewişt û yasayên civakê yên şaş û çewt rawestiyaye, û hebûna xwe wekî jineke jîr û zana eşkere kiriye. Ew li gundê Dêregola Botan ê Bakurê Kurdistanê di sala 1904′ê de ji dayîk bûye.

Hunermendê kurd Cemîl Horo yek ji sembolên hunera Efrînê ye, bi berhmenên xwe yê dengbêjiyê hunera kurdî dewlemend kir, li gel hejmareke ji hunermedên kurd beşdarî şahî û festîvalan bû. Ji ber nêrîna xwe ya siyasî hat girtin.

Ev pirtûka bi navê Şakarên Muzîka Kurdî ji aliyê lêkoler Zeyneb Yaş ve hatiye nivîsîn. Dema ez ji derketina vê çavkaniyê agahdar bûm,

Roja (09.08.2017), 45 sal di ser koçkirina helbestvan Qedrî Can re derbas dibe, bi min xweş e ku ez helbestvaniya wî ji hunandina helebesta kurdî a nûjen re diyar bikim. Di sala 1936an de Qedrî Can helbesta xwe