Share |

Gotar U Nûçe

June 12, 2026 05:21 PM
  Şeşemîn pêşbirka xwendina helbestên Kurdî li navçeya Koser a parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariya 30 xwendekarên dibistana navîn û hejmareke mezin ji welatiyan hate lidarxistin.   Kurekî 11 salî yê bi navê Dalal Kan Demir di pêşbirkê de pileya yekem bi dest xist.  
June 10, 2026 04:07 PM
Fehmî Balayî, hunermendek, di hevpeyvînekê de bi rojnameya Evro re li ser projeya xwe ya nû û xizmeta xwe ya ji bo hunera Kurdî axivî û got: "Min demek dirêj e pêşangehek venekiriye, lê niha projeyek min heye, ez nikarim vê projeyê vekim heya ku ez Kevalan nebînim.
June 4, 2026 03:57 PM
Stranbêja Kurd Rojînê strana xwe ya herî dawî bi navê "Li Amed" derxist ku rêwîtiyek e ji bo dîtina xwe li kolanên Amed.   Rojînê ji RUDAW re got ku stran ne tenê stranek e, lê rêwîtiyek e ku wê xwe li kolanên Amed dîtiye. Wî fikra stranê rave kir û got ku wî muzîk û gotinên stranê li ser fincanek qehweyê li kolanên kevin ên Amed gotiye.  
June 4, 2026 02:50 PM
  Li Hewlêra Paytextê Herêma Kurdistanê, bi diruşma "Bi Kurdî Binivîse û bi Kurdî Bihizire" yekemîn pêşangeha taybet a pirtûkên Kurdî deriyên xwe li ber xwendevanan vekir.  
May 20, 2026 03:29 PM
Yekîtîya Nivîskarên Kurd ên Sûriyeyê di merasîmeke taybet de ku li Qamîşlî bi boneya Roja Zimanê Kurdî hat lidarxistin, ji bo nasandina beşdariyên wî yên akademîk di zimanê Kurdî de, lêkolîner û zimannasê Kurd Deham Ebdulfettah bi xelata xwe ya salane ya 2026an xelat kir.  
May 18, 2026 04:15 PM
Di vê hejmarê de dosyayeke berfireh li ser “Kurdên Anatoliya Navîn” hatiye amadekirin. Edîtoriya dosyeyê Mehtab Îdelî û Adem Ozgur kirine. Nûbihara 175an bi dosyeya “Kurdên Anatoliya Navîn” derket
May 18, 2026 02:56 PM
    Li paytextê Sûriyê, Şamê, festîvala "Rojên Çanda Kurdî" piştî pênc rojan ji çalakiyên hunerî û çandî bi dawî bû. Ev festîvala ku di bin sîwana Wezareta Çandê de hat lidarxistin, kelepûra kurdî wekî beşekî resen ê nasnameya Sûriyê pêşkêş kir.  
May 18, 2026 12:26 PM
Her millet bi çînan pêk tê. Her helbestvan jî girêdayî fikr û ramanekê ye. Qanî mîna Hejar, Goran, Hêmîn, Qedrîcan, Cegerxwîn baweriya xwe bi armancên çepî tîne û heta mirina xwe wek şairekî çepgir, yekîtîparêz, welatperwer tevgeriya, ji bo pêkhatina fikrên xwe her û her şer û tekoşîn da.
May 18, 2026 12:24 PM
“Bi ekraneke nû, rêwîtiyeke nû… Weke televîzyoneke neteweyî di roja zimanê Kurdî de em ê dest bi weşana xwe bikin.” Bi vê pêşgotinê Kanaleke nû ya nûçeyan a Kurdî, NÛÇE TV, di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşana xwe kir.  
May 5, 2026 10:25 AM
Xelata Kesên ku Ked Dane Lêkolînên Ziman û Folklora Kurdî ya îsal, dan Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Zeynep Yaşê.
May 1, 2026 10:50 AM
Kovara li ser wergera helbestan LEWerger her çar mehê carek dertê. Kovarê vê hejmarê helbestên li ser "şer" û "mirinê" wergerandine kurdî û bi vî awayî dosyaya xwe û hejmara xwe ya nû pêşkêş kiriye.
April 24, 2026 01:46 PM
Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê di roja Çarşemê di 22ê Nîsanê de saet 19.00an bi beşdariya nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek hunermendan li Muzeya Bajêr a Qonaxa Cemîlpaşa bi resepsiyonekê hat vekirin. Di vekirinê de ku axaftinên Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun û Serokê ITIyê Jessica Kaahwa cih girtin.
April 17, 2026 01:15 PM
     pêşangeha wênesaziyê ya 'Jinên Zêrîn ên Mezopotamyayê' li Dêra Saint George bi eleqeyek mezin hate vekirin.
April 13, 2026 11:09 AM
Yekem Festîvala Kurtefîlmên Kurdî di 11ê Nîsanê de li Silêmaniyê dest pê kir û dê sê rojan bidome. Festîval saet 5ê êvarê li Sînemaya Bajarê Silêmaniyê bi amadebûna aliyên peywendîdar, çêkerên fîlm û hunermendên bajêr dest pê kir.  
April 10, 2026 10:29 AM
Sibeha roja Înê 10ê Nîsana 2026an, hunermendê Kurd Elî Mensûr li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ,
March 31, 2026 03:08 PM
  Li Amedê 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê, bi lîstika kurdî ya Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT) “Xewna Şeveke Havînê” hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de bal kişandin ser girêdana xurt a şanoyê ya bi bîr, çand û hunerê re. Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak ku lîstik temaşe kir, tekezî li ser têkiliya şanoyê ya bi bîr û berxwedanê re kir.
March 31, 2026 02:39 PM
  Jimara yekê a Kovara "Soryaz" ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî li Sûriyê tê weşandin, derket.
March 11, 2026 10:49 AM
Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî li Swêdê koça dawî kir. Ehmedê Huseynî gelek berhem nivîsandin û yek ji hosteyên helbesta Kurdî ya modern e. Helbestvan Ehmedê Huseynî koça dawî kir Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin. Helbestvan Ehmed Huseynî duh koça dawî kir.  
March 9, 2026 03:23 PM
  Navenda Heft Rengê pêşangeheka şêwekarî ji bo 25 hunermendên bajarên Mihabad û Bokanê vekir, ku 100 tabloyên bi qebareyên cuda cdua tê de hebûn, li hola galeriyê ya bajarê Silêmaniyê vekir û dê hefteyekê berdewam be.  
February 10, 2026 08:34 PM
Nivîskar û rewşenbîrê Mehmed Emîn Bozarslan ku ji Licêya Amedê bû û ev 45 sal bûn li Uppsalaya Swêdê dijiya, roja duşembê 9-2-2026 an koça xwe ya dawî kir. Li ser navê malbatê Aycan Şermin Bozarslan agahiya mirina Bozarslan ragihand.
January 13, 2026 02:41 PM
Rojnameya Azadiya Welat a ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, piştî 10 salan mafê navê xwe bi dest xist û careke din dest bi weşanê kir.   Rojnameya Azadiya Welat 29ê Çiriya Pêşîn a 2016an bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin.   Rojnameyê piştî demekê mafên xwe yên navî wergirtin û biryar da ku ji nû ve dest bi weşanê bike.  
January 9, 2026 10:57 AM
Bîranîna 121 saliya rojbûna serkirde û ronakbîr Apê Osman Sebrî       Di roja 5-1-2026`an de, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.  
December 29, 2025 11:12 AM
  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca avakirina termînolojiyeke hevpar ji bo têgehên birêveberî û pîşeyî yên Kurdî ku di birêveberiyên xwecihî de têne bikaranîn, bi beşdariya gelek mamosta û zimannasan kargehek li dar xist.  
December 23, 2025 06:19 PM
  Eyşe Şan a ku wekî “Şahbanûya Bêtac” a muzîka Kurdî tê naskirin, di 29emîn salvegera koça xwe ya dawî de, bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê bi merasîmekê hat bibîranîn.