September 11, 2023 10:35 AM
Di destpêka werzê xwe yê payizê de Wêjegeh Amedê êvara 9ê Îlonê li Ro Cafeyê, li bajarê Amedê nivskar Bavê Nazê vexwend û simînarek pêşkêş kir û nivîskar Îbrahîm Xort jî moderatorî kir.
September 2, 2023 01:35 PM
Dezgeha ARTA a ragihandin û geşepêdanê di 70 saliya nivîskar û dahênanê Kurd Silêman Abdo ( Konê reş) bi şeveke hunerî li ARTA CAFÉ li roja înê 1-9-2023 xelat kir .
September 2, 2023 12:50 PM
Şêwekara Kurd Semer Drêî roja Pêncşemê ya 31'ê Tebaxê jiber nexweşîyek dûmdirêj di nexweşaneyekê de li Almanya jîyana xwe ji dest da.
Şêwekar Semer yek ji hunermendên jin yên Kurd in ku bi xebatek bêhempa karîbû cihê xwe di nav civata şêwekarî de bigire û ronîyê bikşîne ser kar û berhmên xwe, ne tenê li nav civata Kurdî lê belê li nav bîyanîyan jî.
August 23, 2023 10:35 AM
Di 20.8.2023an Li Hola Hêlîn li bajarê Essnê li Elmanyayê Yekîtîya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ahenga îmzekirina CD ya ji helbestên melayê Cizîrî û pirtûka stranên hunermend Zibêr Salih li darxistin.
August 7, 2023 12:47 PM
Di 29ê tîrmeha sala 2023an de, li hola Efrîn li bajarê Qamişlo,Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya kongirê xwe yê sêyem bi amadebûna endamên li hindurê welat û bi beşdariya endamên herdu nûneratiyên li Kurdistan û Ewrupa di riya hevgihîniya Zoomê re lidar xist.
July 19, 2023 12:55 PM
Roja Sêşemî 18 -temûzê Mehmûd Sebirî nivîskar û helbestvanê Kurd û yek ji avakerê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û bibû endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê, lê di demên dawiya jiyaba xwe de kesayetekî serbixwe bû û li bajarê Hisicê ji ber nexweşiyê çû ser dilovaniya xwe.
July 17, 2023 05:22 PM
Celadet Alî Bedirxan (1893 Stenbol-15ê tîrmeh 1951 Hêcanê/Şam) siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû.
July 17, 2023 10:38 AM
Pêşangeha bi navê ‘Deng Pirengekan’ ya jinên şêwekar ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê duh li Mûzexaneya Nîştimanî ya bajarê Silêmaniyê hat vekirin.
July 10, 2023 08:30 PM
Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Anka--Der, Med-Der û Birca Belek qursên zimanê kurdî dest pê dikin. Yên bixwazin dikarin serî li wan bidin.
Li Enstîtu bi Kurmancî, Soranî û Kirmanckî
July 7, 2023 08:15 PM
Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê roja 7-7-2023 li Duhokê hat lidarxistin û tê de çanda Kurdên Êzidî yên ji deverên cuda yên cîhanê hat nîşandan. Çalakiyên hunerî, pêşangehên çandî, stran û aheng beşeke Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê ne.
June 6, 2023 02:16 PM
Wênegirî hunera kişandina ronahiyê bi kamerayê ye, çendî teknîk û kalîteya kamerayê baş be jî, tiştê ku çav digire, ciwantir û bedewtir e. Asta derbirîn, bedewî û dahênana wênegir, wergir ber bi xwe ve dikişîne ye.
June 6, 2023 01:49 PM
Hunermenda kurd Rewşan Çelîker li Navenda Çandê û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konserek li dar xist. de salona konserê de, bi 1500 kesî tije bû.
June 2, 2023 12:33 PM
Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê li evara roja duşembê 29 gulanê ahenga xelatkirina serkeftiyên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a sala 2023an birêve çû.
Ev pişbirk ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve hatibû rêkxistin û encamên wê 29 adarê hatibûn ragihandin.
May 16, 2023 02:11 PM
Bi pêşandana 26 strana ji hêla 7 komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, roja 5`an a 2`emîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş bi dawî hat .
May 9, 2023 03:32 PM
Romana Meha Hesen a bi navê “Metroya Helebê” ku bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin, ji aliyê lêkoler û wergêrê Kurd Xalid Cemîl Mihemed ve bo Kurdî hat wergerandin.
May 8, 2023 09:28 PM
Li bexçeyekî Qamişloyê pêşangeha xwendekaran Ji bo xwendekarên Fakuleteya Hunera Bedew a Zanîngeha Rojava pêşangehek hat vekirin. Pêşangeh bû neynûka behreyên xwendekaran.
Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi hevkariya Zanîngeha Rojava, bi armanca pêşandana hunera xwendekarên herêmê, pêşangah şêwekariyê li Bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo vekir.
May 6, 2023 01:36 PM
Hunermend Mîntaş di pêşangeha xwe de derbarê Ehmedê Xaniyî de ji disîplînên cuda yên wek peyker, wêne, dijîtal wê berheman nîşan bide.
Pêşangeha Taylan Mîntaşî ya bi navê “Xanî” wê li Galeriya Hunerê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî li istanbolê wê vebe.
May 1, 2023 04:45 PM
Di merasimekê de li Almanyayê dı roja yekşembê 30-4-2023an de , Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, helbestvanê Kurd Hisên Hebeş xelat kir.
April 19, 2023 12:27 PM
Gelk cejinên Kurdên Êzidî hene her yek ji wan wata xwe ya tayîbet heye û hemû cijin grêdana xwe bi xwezayê re heye û cejna Çarşema Sor yek ji wan cejna ye û herî mezine. Êzidî li gorî salnameya Rûmiyê çarşema pêşiyê ya piştî 13ê Nîsanê wek cejna Çarşema Sor pîroz dikin.
April 16, 2023 01:39 PM
Hunermend û stranbêja Kurd a ji Qirgizistanê Tara Mamedova strana xwe ya nû ya bi navê “Sipîndar” belav kir û dilê hezkirên xwe geş kir.
Gotinên strana “Spîndar” ji aliyê Tara Mamedova hatiye nivîsandin û herwiha beste/muzika wê bi xwe çêkiriye.
Stran, roja 14 nîsanê li ser hemû platformên muzîk ê dîjîtalê hat belavkirin.
April 6, 2023 03:16 PM
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şevbihêrka helbestan hat birêvebiri û di şevbihêrkê de hejmarek helbestvan beşdar bûn.
Li bajarê Qamişlo ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve şevbihêrka helbestan hat sazkirin.
Helbestvanan helbestên xwe li pêş beşdaran xwendin. Ji bilî helbestvanan, hunermend jî bi mûzîk û stran beşdar bûn.
March 27, 2023 03:17 PM
Şanoya Bajêr a Amedê di bernameya xwe meha nîsanê li ser malperên xwe yên medyaya dîjîtal de belav kir. Di bernameya meha nîsanê de 3 lîstikên Şanoya Bajêr a Amedê, 4 lîstikên mêvan û Stend Up’a Erdal Kaya hene.
Bernameya meha Nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê bi vî awayî ye:
* 5’ê nîsanê, saet 21.00: Stend Up’a Erdal Kaya
March 14, 2023 10:08 AM
Li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê bi navê ‘Xemla Adarê’ pêşangeheke wêneyan hat vekirin.
Pêşangeha Xemla Adarê bi amadebûna bi dehan xwendekar û mamosteyan li hola Zanîngeha Rojava di hat vekirinPêşangeh û wê heta 16ʹê adarê dewam bike.
59 tabloyên ku 9 mamosteyên wênesaziyê yên zanîngehê xêz kirine, di pêşangehê de tên pêşandan.
March 11, 2023 11:30 AM
Nasnameya hunermend ya hunerî, beşek ji nasnameya çandî ya civaka ku ew beşek jê ye. Hunermendê bi bandor nîşanê girêdanê ye di navbera wan de, ji ber vê yekê, nasameya çandî bandora xwe li warên cihêreng ên jiyanê heye.
March 1, 2023 09:54 AM
Hunermend û muzîkjenê navdar ê Kurd Ganî Mîrzo li Londonê piştî pêşandana belgefîlma xwe ya bi navê “Harmoniya Piştî Şer” konsertekê jî pêşkeş dike.