Share |

Gotar U Nûçe

February 17, 2025 11:34 PM
Hunermendê navdar ê Kurd Reşîd Sofî, roja Duşembî 17ê Sibata 2025ê, di temenê 72 saliyê de, li nexweşxaneyeke bajarê Kobaniyê, ji ber nexweşiya penceşêra kezebê koça dawî kir.  
February 11, 2025 09:16 PM
    Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê  “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”,  ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
February 6, 2025 04:14 PM
  Festîvala Fîlman a Zagrosê ku navê xwe li çiyayên Zagrosê girtiye, wê di tevahiya meha sibatê de 20 fîlman bêpere pêşkêşî temaşevanan bike.   Festîvalê di 1ê sibatê de dest pê kir. Di festîvalê de fîlmên ku bi zaravayên cuda yên kurdî hatine kişandin hene. Hemû fîlm dê bi jêrnivîsa îngilîzî bên nîşandan.  
February 6, 2025 03:30 PM
Wek rêzgirtin li kar, rol, xebat û berhemdariya Hejar Mukriyanî, Yekemîn Dîdara Salane ya bi navê “Dîdara Hejar” li Hewlêrê tê lidarxistin   Yekemîn Dîdara Hejar, bi beşdariya nivîskar û rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanê, roja 22ê Şibata 2025an li bajarê Hewlêrê tê lidarxistin.  
February 4, 2025 10:42 PM
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo 34'emîn salvegera xwe roja 1 sibatê  li Amedê şahiya pîrozbahiyê li dar xist. Komeleya Çandê ya Dîcleyê, îsal bi awayeke rengîn û şahiyeke bêhempa  li Amedê ji bo 34 Saliya NÇM'ê şahî li dar xist.  
January 14, 2025 03:13 PM
Şaredariya Peyasê bi hevkariya saziyên çand û hunerê şahiyek bêhempa ya “Sersala Kurdî” li dar xist.  
December 2, 2024 08:52 PM
Pêşangeha Pirtûkan a 8 emîn ya Diyarbekirê bi hevkariya Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê û TUYAP ê hat vekirin. Pêşangeh di navbera 30ê Mijdarê- 8ê Kanûnê de li Navenda Kongre û Pêşangeha Navneteweyî ya Mezopotamyayê vekirî be.  
December 1, 2024 11:27 PM
Bi dirûşmeya " bi rengên xwe emê jiyanê bi xemlînin " desteya Çandê li Kantona Cizîrê pêşangeheke şêwekariyê li navenda çand û hunerê a Mihemed Şêxo li Qamişloyê di roja pêncşembê 28-11-2024 li dar xist . 54 hunermend bi 54 tabloyan ji hemû bajarên kantonê beşdarî pêşangehê bûn . Tabloyên xêzkirî mijarên jiyana civakî yên cur bi cur di nava xwe de girtin
November 28, 2024 09:46 PM
Berhema pêncan ya helbestvana Kurd Evîn şikakî ji Weşanên Nûbihar ê hat çapkirin û belav kirin .
November 23, 2024 08:43 PM
Helbestvanê Kurd Husên Hebeş xelateke wêjeyî ya navdewletî li bajarê Kalkuta yê Hindistanê wergirt.   Helbestvanê Kurd Husên Hebeş xelata wêjeyî ya navdewletî “CATAC” di Foruma Ramanwer û Nivîskarên Navdewletî ya ji bo Aştiyê 2024 de wergirt, ku li bajarê Kalkuta yê Hindistanê hat lidarxistin.  
November 17, 2024 08:32 PM
Arjen Arî di 12emin salvegera wefata xwe de li Amedê ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn.   Yek ji nûnerên girîng ên wêjeya kurdî ya nûjen helbestvan Arjen Arî li Amedê bi çalakiya ku Weşanên Sor û malbata wî li dar xist de, hat bibîranîn.  
November 14, 2024 04:05 PM
  Yara Hesko ya ji bajarê Efrîna dagirkirî ye, yekemîn pêşangeha xwe ya her tabloyek hest û çîrokeke veşartî ya jinekê vedibêje li Amûdê vekir. Yara Hesko bi wêneyên xwe cih dide jiyana jinan a bandora dagirkerî, şer û êriş lê heye.    
November 11, 2024 07:50 PM
Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di bin diruşmeya “Bi sirûdên xakê û bi fermanên şehîdan ber bi şahiyê ve em erka xwe ya çandî didomînin” roja 8.11.2024an dehemîn Festîvala Çand û Hunerê li dar xist.li Navenda HRRK li bajarê Qamişlo.  
November 4, 2024 09:42 PM
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Weqfa Mezopotamyayê û şaredariya bajarê mezin yê Amedê, di roja şembê 2 mijdarê 2024 ji bo 40emîn salvegera oxirkirna Helbestvanê mezin yê Kurd Cegerxwîn li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê çalakiyeke bîranînê li dar xistin.
October 28, 2024 05:22 PM
Bi serpereştiya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, û bi hevkarî li gel Komela Çandî ya Hêlîn, hola Komela Çand û
October 21, 2024 10:11 PM
Gulistan Perwer li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah ya Hunerê wergirt, ku ew xelat bi destê Sînem Xan Bedirxan pêşkêşî wê hat kirin.  
September 27, 2024 04:27 PM
Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.  
September 21, 2024 03:50 PM
Nivîskar û kesayetiya navdar yê Kurd Bilal Hesen (Çolbir) di roja înê 20ê Îlonê di 91 saliyê xwe de li Almanyayê koça dawî kir.
September 19, 2024 03:29 PM
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" ya sala 2024an roja şemîyê, 14ê Îlona 2024an dîyarî nivîskar, werger û lêkolînerê kurd yê qedirbilind Perwîz Cîhanî kir ji bo ked û xebatên wî yên demdirêj di warê çand û zimanê kurdî de û bi taybetî di warê wergera ji zimanê Farsî ber bi kurdî ve.
September 12, 2024 03:55 PM
100 wênegirên ji 9 welatan û 21 wênegirên Kurd îro di Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Wêneyan a Kurdistanê de wêneyên xwe nîşan dan.   Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Wêneyan a Kurdistanê li Hewlêrê bi rê ve diçe.   Festîvalê saet 17:00an a bi dema Kurdistanê dest pê kir û zêdetirî 100 wêneyan li xwe digire.  
September 11, 2024 05:51 PM
  Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî di heyama 3 rojan de û di navbera 6 û 9 Eylûlê li bajarê Kilzenkirchen ê Almanyayê  berdewam bûn.
September 9, 2024 06:26 PM
Dema ku 47 salî bû, xatir ji me xwest, lê bi fîlmên xwe, bi kesayetiya xwe ya serhildêr, bi bîrdoziya xwe, jiyaneke bêhempa û têr û tije li pişt xwe hişt. Bi kurtasî jiyana wî mîna fîlmekî nekêşayî, bi hez û hêz û watedar bû.  
August 29, 2024 04:16 PM
Li bajarê Qamilşlo li rojavayê Kurdistanê çalakiya bîranîna  34 saliya koçkirina dengbêjê Kurd yê nemir (Rifet Darî) hate li darxistin bi beşdariya hejmareke mezin ji xelkê bajarê Qamişlo û derdora wê û bi axaftin û stran çalakî bi cewşik mezin bi dawî hat.