Share |

Helbest

Stêr Dema ku şev tê Li ser pêlêkan radiwestim, guhdar dikim Stêr li bexçe kom dibin Ez li nav tariyê radiwestim Guhdar dikim, stêrek kete xwarê, bi deng! Pêxwas nede nav giyayî; Bexçeyê min mişte ji parçeyên şikestî   Piyade Ez neçar mam ku ji pergala rojê derbas bibim,

            Xewna Qedexe                            « Vladîmîr Lêvçêv »   Rabirdû ji xewê hişiyar nekin! Ew bi we re xew dike û heman xewnan dibîne. Gelek xewn hene ku hê wan bibîne !

  Çaxa dilê min li bin barana Dilê te dimeşe Hemû Demsal dibin bûhar Lêvên zemînê Bi xurista canê te re Amûra hestan maç dikin ....!! Çaxaaa Tiliyên min Di nêv porê te de li xwe digerin Û bihna sînga te Ji destên min tê Dikevim taya cizba te Şepolên

  ez ê pêrgîhatina te bi bişirînên gulrengîn pêşwazî bikim xalîçeya qedîfe li ber lingên te ya narîn raxim delaliya bejna te ya zirav bi fîstanê hevrîşimî bixemilînim li ser mizgîniya xêrê kilama agirê evînê bilorînim di şadiya sermestiya xwe de semaha îlahiyan

    JI BO HELBESTVANÊ DILNIZIM XALO EHMED HUSEYÎNÎ     Sibeheke rût   Ji dervî nûçeyeke tal   Giyanê min tiştekî dî hîs nake   Çav û gavên min hatine kilîtkirin   Lehiyeke rondik ew fetisandine  

  CEJNA DIL îro cejna dile ji bo bînim gule lê bikim silava pêre qevda gule rojbûna te evro gula mina her ro ez bêriya tedkim çima ji min sile gula baxê minî şaha dilê minî ez vîndarê teme lê ji nîva dile cejna vîna meye lê rojbûna teye simko wê bi mînê

    DEREWEKE SPÎ   Bi dengê trênan, tême dagirtin. Bi bêdengiyeke ne li ber destan û rûyekî nayê jibîrkirin. Nizanim rêwî yên duh, ji kîjan rexî ve hatin.   Dengê xwe didim bûnewerine ji tozê û canewerên kedî. Xwe didim neynikan

ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e, ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e, ji bo çevên min ne mezintir, an jî bêvila min ne biçûktir e, min bi xwe û xwedê re şerr kir min xwedê bêminnet kir min ji te hez kir ez bûm yekî kafìr... / min ji te hez kir mirina ku gav û seat di bîra min de bû,

dayê, rebenê diwarên avahiyan bi ser min de hilneweşiyan tofana muhendis û mutehidên diz sekbav, bêwijdan bêdilovan, bextreş harbûyî, çavbirçi û heramzade bi ser laş û giyanê min yê sefîl de hilweşiya kefenekî reş li cendekê min yê bêguneh û bêçare hate pêçandin darbestan şerm kirin

  Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e Ewr di himbêza wî ya fireh de derin û tên, pisîkên spî çêdikin, kûçikan çêdikin, ew kûçikên ku gava direwin, pembû ji devê wan difire! Hespên ji kefê di nav asoyan re digerin çêdikin,

  Kurd siberoja xwe tîne bîra xwe dema ez serdana wî dikim û wî bi bermailkê tozê dûr dike dûr ji min biçe ji ber ku çiya ew çiyan e û Vodka vedixwe ta nîgaş bide alîkî ez di ne rastî guhêzê de rêwiyekim û qulinga teres birayên minên sersam in û ji ser nasnameyê xwe sihan dadiweşîne nasnama min zimanê min e

Rabe helbestvano!! Rabe di navbera ken û girî de Destên xwe bi ava behrê şil bike!! Rabe di navbera helbest û hêviyê de Kolanên Amûdê bi xewnên xwe kil bike!! Rabe Xerîbo!! Rabe dîwarê xerîban bi bêrîkirina xwe bixemilîne!! Rabe di şevê de biçurise û dilê min bi agirê xwe bişewitîne!!   ****

  Lehengo Nûrî Dersim! Bijî Çiyayê Dersim Jiyana te ya dijwar Va ez bi zêr dirêsimز Bi saya kesên wek te Buhişt bibe mala te. Xweş silava bigihîn Wan şehîdên rêka te; Seyid Riza û Şêx Seîd, Wan sofiyên wek Egîd Xwîn rijandin bi merdî Bi azadî, bûn mirîd. Bo rêka te î dijwar

  ez bi pêpelokên rastî û zanastiyê ber bi kamilbûn û arifbûnê ve hildikişim li ser rêya aqil û mantiqa felsefê bêrawestan dimeşim     tûrikê pêşeroja nediyar bi îlhama eşqa nûraniyê dadigirim rengê wêneya fazîlet û heqîqetê li albûma qîblegeha derûniya xwe

Ber bi destên te ve, evîn tê. Li ser baskên wê giyanê min diponije. Evîn li ser destên te şipya radiweste!! Tu û ew di eşqa min de, di raza min de, neçar dimînin û ta destê sibehê dihizirin... O1.06.2022   ***

  Bawer bike Yar Îro çelê min e Ku ez bê te mirî me. . Rojê çel cara Giyanê min Berê xwe dide Singa te. .?. Bê te jiyan xave Bê te ez tî me. Birçî me. Kani yê Evîn ê Zuhabûn Meçiqîn. Xwunavê hêvi ya ji pelê Dara min Berê xwe guherîn.

      Emê li dora gerdûnê bifirin giyanên xwe weşan bikin mîna nameyên evîndarên windayî hêviyên xwe bi  rêyên peyvan weşan bikin volkan êrîşî me dike ji ber çi mirov evîndarê xemgîniya xwe ye  ey firindeya min  qêrîna min dubare bike  ji germbûna sîngê  te 

    Veqetandina min Ji ref û mana li şûn Wara Ji şert û mercên Bendewariya te bû Û xwesteka min Ma nixumandî Di bexçikê poşmaniyê   De ka em De ka em barana buhara qederê Ji ewrên stewr Bi dizin De ka em keskesoran Ji sînga asoyên berz û bilind Bi dizin

Îro ez li rex dareke sêwî Li tenîşt hîmeke devliken û serxweş Li çiyayê Lêlunê Di bin bareneke buharî de Li gundê xwe rûnîştî me Min çavên xwe jî bi bîriya te kil dane Zû were!.. Min deriya gulistana sînga xwe Li ser piştê vekiriye Tikaye!.. Îro li hespê rewan sîwar nebe!

  Razê.. Dixwazim bi dizî.. Bi tenê Navika demê vekolim Tewla şevê dirêjbikim Çima para min Biharên kurmlêketîne Çima li ber deriyê min Dergevanên ji hêviyan reviyayî ne Ne ez Li serê çiyayên rût Rojê werbêj dikim Ne roj Baskên qulingan bi ser min de Vedigre Razê..

Ez im generalê payizê.. Ez ê tu carî xêr nedî Ez general im.. Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî   Ez im generalê payîzê.. Şifqeya li serê min ewr e Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî Sakoyê li min nerme ba ye

Min got   Min got û min got Ta ku Gotin û peyvê min Di bin lingê tirs û şermezariyê de Ji keçikanî ketin Min deyaxa dil Li ser rûpelên jînê bê nerx firot Ta ku mûm û ronakên min Di civatên şanogeriyê de Bi navdarî vêketin Min ferhenga baweriyan Bi pêtên xweziyên dil sot

Wêneyin ji paxila Efrînê yan Efsaneya zeytûnan 1   Li ser rêya rêwîtîyê di navbera germa havîn û xulmaşîyê de bêxewîyê matmayî liyana dilê min dirêsa.   2   Li ser kevîya bêhrîyê jovanîya min

 Hevdemê Seydayê Cegerxwîn û Seydayê Tîrîj e, yek ji helbestvanên herî kevin e li Cizîra Rojavayê Kurdistanê ku hetanî aniha li dinê ye û hêj helbesta klasîk dinivîse.