Share |

Pirtûkên Nû

 Her çiqas Cergerxwîn wek helbestvanekî were zanîn jî bi rastî jî ew nivîskarekî piralî bûye, li gel helbestvanîyê ew dîrokzan e, folklorîst e, zimanzan e û nivîskarekî çîrok û serpêhatîyan bûye.

  Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku li Rojava xebatên xwe yên li ser ziman didomîne bi navê "Rêzimana Kurmancî" pirtûkek çap kir ku ev pirtûka SZK’ê ya yekemîn e.  

Pirtûka (Zagros zengilê şaristaniyê…Mûzîk û afirînerî) ya nivîskar û Hunermendê Kurd Nizar Yosif ji weşanên pertûkxaneya Xanî ya li bajarê Dihokê çap bû ,û di demek  nêzîk de wê bighê ber destên xwêneran.

Berhema Roza Metîna a bi navê “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” ya ji 7 çîrokan pêk tê û tê de cih didie têkoşîna jinên kurd, ji Weşanxaneya Aryenê, derket.  

  Him di van herdû beşan de him jî di helbest û pexşanên Reşîdê Kurd de, rewş, helwest, tevger û hizrîna wê serdemê, liv û tevgerên welatên serdest, êş û azarên Reşîdê Kurd kişandine hene.  

Şahnameya Kurdan Civîna Nemiran berhemeke teqrîben ji şeş hezar beytan pêk hatiye. Berhem ji du cildan pêk tê ku şair navê berga ewil daniye Civîna Nemiran û ya duyem jî

Herî dawî, weșanxaneya tîr-verlag ya elmanî wergera Kurmancî ya dîwana„HELBESTÊN EVÎNÊ“ ya helbestkarê Elmanî Erich Fried, ji wergera nivîskar û wergêr Abdulkadir Musa û begr û rûpelsaziya șêwekar Katarzyna Sala, weșandin.

  Rêzeromana dîrokî ya bi navê ‘’Mij’’ a nivîskar Mehmet Oncu çap û belav bû.Roman ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê hatiye çapkirin.  

Berhemeke wêjeyî nû ya nivîsakr û wergêr Abdulkadir Musa, bi navê „Serê penaber û balgeha xewnan ya veciniqî“, ji hêla weșanxaneya tîr-verlag ya elmanî ve hat weșandin.  

Pirtûk behsa rê û rêbazên “Hekîmtiya Kurmancî” ya li derdora Semsûrê dike. Nivîskarî hevdîtin bi wan kesan re kiriye ku bi “Hekîmtiya Kurmancî” re mijûl in an jî nexweş ketine û serî li "bijîşkiya gelêrî" dane.

  Ji weşanên Lîs ê li Amedê yekem berhema Kurteçîrokan ya nivîskar û rojnamevan îbrahîm Xort hate çapkirin û belavkirin ev berhem ji 70 rûpelî pêk tê û din nava xwe de 5 kurteçîrokan dihewîne ( Zimandirêj- Bazaraberojkê- Demançe- Sê dinya û Sofî- Tabût)

Hemû helbestên Reyhan Sarhanê di yek pirtûkê de kom bûne. Sarhana ku ji 2002yan û vir ve bi karê nivîsandina kurdî re mijûl e heta niha sê pirtûkên helbestan çap kirine. “Dilopek ji ezman” di sala 2006ê de Weşanxaneya Tevnê, “Her yek ji me”, di sala 2011ê de û “Mijdar” jî di sala 2013ê de Weşanxaneya Doyê ew çap kirine.

    Weşanxaneya Sîtavê berhemeke çîrokan ya nû ya bi navê ‘Mirina Xortekî Rind’ çap kir. Ev berhema yekê ya nivîskar Îkram Baban e.  

        Berhema hevpêşeyê me Dr. Rojnamevan û lêkolîner Ebdilmecîd Şêxo ya bi sernavê  ( Were ) derçû, û wek mêvanekî delal, xwîn sivik hate li deriyê mala me da. 

  Di ferhengê de ji hezaran zêdetir têgihên felsefî, feylesof û felsefeya feylesofan, hatine danasîn û di dawiya nasandina têgihan de têgihên bi zimanê ingilîzî, fransî û tirkî hatine nivîsandin. Ferheng, ji 529 rûpelên A4ê pêk hatiye. Bi hûrbijarî û bi kitekit, bi qasî 1100 têgihên felsefeyî û zanistî, hatine nasandin.

Weşanxaneya Aramê ji klasîkên zarokan yên cîhanê 10 pirtûk wergerandine kurdî. Pirtûkên ku ji bo kurdî hatine wergerandin ev in: Tom Sawyer, Pollyanna, Robîn Hood, Kontê Monte Krîsto, Ger û Geştên Gullîvero, Pînokyo, Oliver Twîst, Kemanjenê Piçûk, Masîreşkê Biçûk û Gera Li Dor Dinyayê Di 80 Rojan De.

Ji weșanên LîS ê romana ‘derî vekirî bıhêlin wê hechecîk vegerin’ li amedê derket di romana xwe ya sêyem de Îrfan Amîda vegotina xwe kûrtir dike û bi retorîkeke bêhempa, di despêka şerê xendekan de derûnîya jinê bi hûrbînî dihûne;

Berhem xebata zêdetirî 30 salan  a Mehmet Oncu ye û ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hatiye çapkirin.   Ev berhem, ferhenga herî mezin û berfireh ya gotinên pêşîyan e. 50 hezar gotinên pêşiyan di vê berhemê de cih digirin. Ji van nêzî 30 hezar gotinan ji hêla nivîskar (berhevkar) ve ji qadê hatine berhevkirin.  Berhem ji 4 cildan pêk tê. Her cildek 1250 rûpel e.  

Berhema sêyemîn a helbestan bi navê “Bêyî Pêjna Te” ya helbestvan Rizoyê Xerzî derket û ew diyar dike ku helbestên wî li ser jiyana bê azadî ye.  

  Nivîskar Luqman Yûsif pirtûkeke din bi sernavê ji bîrdanka dîrokê berhem anî. Ev pirtûk jîngeriya derdora 93 kesayetên Kurd yên navdar li Kurdistana Rojava hatiye belgekirin, ew kesayet jî siyasetmedar, nivîskar, bijîşk û hunermend in Derbarê kurtejiyana wî de :   

Çapa duyem ya pirtûka “Serê Şevê Çîrokek “Selim TEMO ya bi navê Serê Şevê Çîrokek ji Weşanxaneya ya DARAyê derket.   Li ser hatiyê nivîsandin :

Nivîskar Helîm Yûsiv bi romaneke nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Romana bi navê "Firîna Bi Baskên Şikestî" ku qala Kobanê dike ji Weşanên Peywendê derket û yekem car li 7'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê gihîşt ber destê xwîneran.    

Weşanxaneya Wardozê ku bi çapkirina xebatên folklorîk tê nasîn, 2 pirtûkên din ên folklorîk li folklora kurdî zêde kir. Edîtorê Weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran destnîşan kir ku heta ji wan tê dixwazin rengê folklara kurdî diyar bibe.