Share |

nûçe

Hunerendê naskirî û deng xweş Beşîr Kaya ji egerê nexweşiya kezebê roja pênşembê 13-6-2013 li nexweşxana Dicle li Bajarê Amedê çû ser dilovaniya xwedê. Hunermend Beşîr Kaya di sala 1957an de li Diyarbekirê hatiye dinyayê, û ji temenek biçûk de sitran gotine, û ji ber ku stran bi zimanê Kurdî gotine di nava demek kurt de navdar dibe , ji ber di wê demê de demê strandina bi zimanê kurdî qedexe bû.

3. Mîhrîcana Feqiyê Teyran a ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Muksê ve tê organîzekirin dê di 8'ê hezîranê de dest pê bike.

 Sêyemîn Festîvala belgefîlman a Amedê (Fîlmamed) bi dabeşkirina xelatan bidawî bû. Di festîvalê de 80 fîlm hatin nîşandan.

  Albûma 7'emîn a hunermendê navdar ê Kurd Hozan Diyar Dêrsîm derket.  Hozan Diyar ê ku li hemû beşên Kurdistanê bi mîlyonan guhdarên wî hene, piştî demeke dirêj albûma dihat payîn, derket.

4'emîn Pêşengeha (Fûara ) Pirtûkan a Amedê roja sêşembê 14 gulanê hate vekirin û heta 19 vê heyvê wê berdewam bike. Di vê fûarê de wê li dor 300 nivîskarî amade bin û beşdarî çalakiyiyan bibin, û ji wan li dora 100 nivîskarên kurd di panel, gotûbêjan de wêderdikevin pêşberî xwendevanan.

Bi ahengeke taybet û bo ragihandina despêka pexşa telefizyona Rûdaw dê di 29 Gulanê vê heyvê dest bi weşana xwe bike.

Di Fûara Pirtûkan a Amedê de li dor sed nivîskarên kurd di panel, gotûbêjan de derdikevin pêşberî xwendevanan. 4'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê îsal di navbera 14-19'ê mehê de li dar dikeve. Di fûarê de wê li dor 300 nivîskarî amade be û beşdarî çalakiyên wekî panel, gotûbêje, helbestxwendin û rojên îmzeyê bibe.

Qazaxistan di nava Yekîtiya  Dewletên  Serbixwe da tê hesabkirinê çawa dewleteke dêmokrasî. Hemû netewa û kêmnetewa mafê  wanî, çandî, hunerî û civakî hatîye danê û bi Qanûnnema Qazaxistanêva hatîye îsbatkirinê.

Şaredariya Sûrê dê di navbera 25-27’ê nîsanê de li Amedê “Rojên Danasîna Dihokê” li dar bixe. Ji goga lingan heta pêşangehên wêneyan ji lîstikên şanoyê heta şevbuhêrka dengbêjan dê gelek çalakî bêne lidarxistin.

Filmê Mano Xelîl bi navê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“ roja 12 û 16 nîsanê li bajarê Dubaî a Emîrata Erebî tevlî rojên festîvala filmên Xelîcê dibe û tê ser ekranan. Fîlm ji ber ku ne produksiyona welatekî xelîxî ye, di beşê Sînema cîhanê de tê temaşe kirin.  

Hunermenda şêwekar Semer dirê'î ku Kurda rojavayê Kurdistanê ye ku niha li welatê Romanîya akinciye,

Cejna Newroz, sersala nû ya Gelê Kurde û roja ji dayikbûna Zerdeştê Peyxembere, roja wejîn û nûbûn û zîndîbûna xwezayê ye. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî yek reng weke her sal pîwanên çanda xwe cîhbicîh dike û li tevahiya Bajar, Bajarok, Qeseb û Gundên û çiyayên Kurdistanê agirê azadî û wejînê hildike.

    Koma Civakên Demokratîk (KCD) û Partîya Aştî û Demokrasî (BDP) hemû amadekariyên siyasî, peyam û dîplomatîk ên ji bo Newroza Amedê qedandin. Ji gelek welatên cîhanê re, ji şexsiyetê navdar û partiyên siyasî re hezar û 950 vexwendnameyên Newrozê hatin şandin.

Nivîskar Helîm Yûsiv bû mêvanê "Rojên Xwendinê" ya ku Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê û Kurd-Akadê li dar xist.

Bi piştgiriya serokê şaredarên Hannover yê berê, dostê gelê kurd Dr. Herbert Schmalstieg , wezîra edaletê û cihgira serokwezîrê Niedersachsen ya berê xanim Heidi Merk,

Wezareta perweydeya Hukûmeta Herêma Kurdistanê li belavokekî de, roja taybet bo xwekirina Cilên Kurdî li dibistanan diyar kir kû dikeve 10 heyva Adarê.

    Serokê PEN’a Kurd Dr. Zerdeşt Haco û sekretera PEN’ê Dr. Bêrîvan Doskî, aşkera kirin ew dixwazin navenda xwe ji Almanyayê bînin Amedê. Li Amedê jî komek nivîskarên kurd lijneyek ava kiribûn û ji bo li Amedê PEN’ê ava bikin serî li PEN’a navneteweyî dabûn.

Filmê Mano Xelîl bi navê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“ roja 31.1.2013 li festîvala netewî a Swîsra ku ji roja 24.1 heta 31.1.2013 li bajarê Solothurna li dar ket hat laiyqî xelata yekem girt.  

  Nivîskarên kurd li Amedê ji bo bîranîna helbestvanê bi nav û deng Arjen Arî bernameyeke yadkirinê li dar xistin. Heval û hogirên Arî di evê bernameyê de, ew bi helbestan bi bîr anîn.

 

Hunermend û helbestvanê Kurd Nizar Yosif VideoClipa xwe ya nû bi navê „ Ka „ weşand.

    Hunermenda kurd Yekbûn bi albumeke nû ya balkê hate pêsiya hezkiriyên xwe. Derbarê armanca vê albumê de Yekbûn daxuyand, “Heya niha mixabin di muzîka kurdî de ji bo zarokan, zêde berhem nehatine çêkirin. Min xwest bi vê berhemê, vê valahiyê tije bikim.”

      hûn stêrkên şevistanên bêdeng çirûskên heyva şevên sayî şewqa çirayên odeya bêkesan qêrîna gewriya çûkên biharê meşaleya xewnên kesk û sor û zer sîtavkên neynika dilê xeydok xunava lêvên hingivî hûn hênikahiya bayê hestên xerîb

Li Hewlêra paytextê Kurdistanê hunermênden kurdên naskirî Şivan Perwer û Îbrahim Tatlises hatin ba hev.  Di hevdîtinê de Şivan Perwer got: Ez û kekê Îbrahim bangî  hemû hûnêrmendên Tirkiye dikin, bila tevlî vê pêvajoyê bibin.

Roja Şemiyê, 12.01.2013ê, seet 21.00ê Ewropayê û 22.00ê Kurdistanê, Zindî, di Ronahî tv de... Helbestên xwe amade bikin, şîn û şadiyên xwe amade bikin, evînên xwe yên mezin û yên biçûk amade bikin, xewnên xwe û berbangên welatê xwe amade bikin.. Ewrên helbesta kurdî amade bikin da ku em bi hev re zeviyên peyvê av bidin û bi hev re jî xeyala Kurdiyê ji metirsiya sînoran rizgar bikin.