Share |

nûçe

“Hevdîtina Hunerî ya Kurdistanê ya Navneteweyî” di navbera 1ê Sibatê û 7 ê Adarê de tê lidarxistin.

 

Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-pûblîsîst û wergêrê bi nav û deng WEZÎRÊ EŞO di temenê 81-salîya xwe da li bajarê Brûksêlê (Bêlçîka) çû li ser dilovanîya xwe. Kurtejiyan[biguherîne] Wezîrê Eşo di 1'ê sermaweza 1934an de li paytextê Gurcistanê Tiblîsê ji dayîk buye. Pêşiyên Wezîrê Eşo ji Zêtka'ya Agiriyê koç kirine.

Malpera pirtûkfirotinê e-Rûpel (www.erupel.com) ku vê heftê bi zimanê tirkî, ingilizî û bi zaravayên kurmancî û zazakî dest bi weşanê kir, hewl dide ku valahiya belavkirina berhemên kurdî ji holê rake.

  Nivîskar, dîroknas û siyasetmedarê kurd Dr. Sîraç Kekuyon (Bîlgîn) ku ev demeke dirêj bû ji ber kanserê dihat dermankirin wefat kir.     Bîlgîn ev demek dirêj bû dihat dermankirin, lê di vê hefteya dawî de rewşa wî girantir bûbû. Bîlgîn roja 7'ê vê mehê ku li Upsalaya Swêdê dihat dermankirin wefat kir.  

Li Amedê çalakiya “Rojên Fîlmên Kurdî” dest pê kir. Ji Başûrê Kurdistanê jî hin rayedar beşdarî çalakiya fîlmên kurdî bûn.  Bi hevkariya Mala Sînemayê û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çalakiya “Rojên Fîlmên Kurdî” birêve diçe.

Hunermend Deştî Kelhûrî ji bo dilsoziya ligel Kobanê albumek bi navê ‘Min Kobanê im-Ez Kobanê me’ di demekî nêzîk de belav dike. Albuma hunermend Deştî Kelhûrî 10 stranan digire nava xwe û di nava wan de stranên bi zaravayê soranî û kurmancî hene. Kelhûrî di albuma xwe de stran û sirûdan li ser pêşmerge, karesata Şengalê û berxwedana Kobanê dibêje.

Bi helkeftina ku di îro (05.01.2015)an de, 110 sal di ser rojbûna rewşenbîr û têkoşerê kurd Osman Sebrî (Apo) re derbas dibe, bi vê helkeftinê (Ez û mamoste Derwêşê Xalib,

 

Bi helkeftina 60 saliya helbestvanê Kurd ê navdar Ehmedê Huseynî ku di 24 Berfanbara 2014ê de rûdide û bi vê boneyê, Weşanxaneya Lîsê

Di çarçoveya kampanyaya ku Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK dabû destpêkirin de, 400 montên zarokan (Cilên zarokan) hatin kirîn. 

Hunermend Bilal Ercan li Enqereyê di qonsereke piştgiriyê ya ji bo Kobanî de nexweş ket û wefat kir. Însiyatîfa Hunermendên Kurd a Anadoliya Navîn ji bo piştgiriya Kobanî li Enqereyê konserek li dar xistin. Yek ji hunermendên beşdar jî hunermend Bilal Ercan bû. Ercan li ser dikê nexweş ket, ligel hemû hewldanan jî Ercan wefat kir.

    Roja 17ê Kanûna her sal (17/12) weke roja ala Kurdistanê hatiye diyarkirin û di evê rojê de serenserên bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê bi ala Kurdistanê tên xemlandin.  Di sala 2009an de, Parlementoya Kurdistanê biryar da ku roja 17ê Kanûnê ji her salekê wek Roja Ala Kurdistanê were pîrozkirin.

  Hunermendê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê Selah Ammo di çarçoveya çalakiyên Roja Muzîka Cîhanê dê li paytexta  Awusturyayê li Viyanayê konserekê bide. Li Awusturyayê her sal di 13’ê kanûnê de şahiya Roja Muzîka Cîhanê li dar dixe û xelatan li başdaran belav dike.

Nivîskar Helîm Yûsiv di gotûbêjê de li ser rewşa Rojava sekinî û got: "Nifşê niha yê li Rojava bi siûd e, ew niha dîrokê dinivîsin."

  Toza we nikare ji nirxê zêr kêm bike   Dewlet û desthilatdariya ku li pey girtina Prof. Dr. Kadri Yildirim e, dixwaze vê yekê bibêje: " Kesên ku ji dil xebata bi kurdî li vî welatî dikin, yan terorîst in yan jî diz in"

Mamosta Hadî Ziyaedînî li nûtirîn berhema xwe ya hunerî de, peykerek bo yada keçên şervanên YPJ yên bajarê Kobanê dirust kiriye.   Ev peykere pêkhatiye li şêrek û keça şervaneka YPJ, ev peyker li bajarê Sine li avahiya Xesrew Awa hatiye saz kirinê û dibe ku piştî temambûna şerê Kobanê biguhêzin bo Kobanê û li qadeke bajarê Kobanê bê danînê.  

Wekî ku ji aliyê raya giştî ve jî tê zanîn, di van mehên dawî de siyaseta dewletê ya li dijî Kurdan û zimanê Kurdî bêtir qedexekar û êrîşkar bûye. Gefên li ser "qedandina pêvajoya çareseriyê"

Di salên 1915-1925an de, buhiştî Husên Hiznî Mukiryanî çapxaneyek ji Almaniya anî Helebê û pê çend kovar û rojname weşandin.. Ta ku di sala 1925an de ji Helebê barkir û çû Rewandizê..

19’emîn Mihrîcana helbestên Kurdî li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna gelek helbestvan û nivîskarên Kurd hate lidarxistin.   Mihrîcana Helbestên Kurdî her sal li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin. Ji sala 1995 heya niha 18 Mihrîcan hate darxistin. Mihrîcana 19’emîn li bajarê Qamişlo ji aliyê nivîskar û helbestvanên Rojava ve hate orgazanîze kirin.  

Derhênerê navdar ê Kurd û cîhanê Behmen Qubadî îro li ser lapera xwe a taybet li tora civakî Facebookê straneke xwe ku ji bo Kobanê gotiye belav kiriye.   Behmen Qubadî ji Xendanê re ragihand: Stran û mûzîka wê bi xwe amade kiriye û bi xwe jî stranê dibêje.  

Filma derhênêrê sînema ya Kurd Şewket Emîn Korkî li festîvala sînema ya navdewletî ya Ebû –Dabî xelata filmê sînema ya herî başr li ser asta cîhana Ereb wegirt.  

Endamên Komîta Amadekar yên Mehrecana Helbesta Kurdî Ya 19emîn li sûriyê, civatên xwe yên amadekariyê berdewam dikin, ku îro roja Înê 24/10/2014z civata wan li Qamişlo li dar ket.

Înstituya kurdî li stockholm ê li berdewama kar û xebatên xwe, roja helbestên zaraveyên kurdî bi rê ve dibe. Li vê rê û resimê helbestvanên kurd bi hemû zaraveyên kurdî beşdar dibin û helbestên xwe dixwînin. Herwiha şano, mûzik û stranên kurdî jî têne pêşkêşkirin.

  Hunermendê navdarê Kurdistanî Ciwan Haco kilîpek nû li ser karesata Şingalê ya piştî êrişên çekdarên DAIŞê çêkir, ku bi hezaran kes di encama êrişên hovane yên DIAŞê de û herwiha ji tîna û birsa li çiyayê Şingalê jiyana xwe ji dest dan û bi sedan hezar kes jî koçper bûn.