Share |

nûçe

 Jinek Kurd wek nimûne-   Diya şêra bû, diya heft birayên ku bi destê tirkan hatin kuştin, diya Emînê Ehmed bû.. Bê guman rola vê jina Kurd di herêma Bişêriyê, Heskîf, Midyad û Xerzan de,

Roja pêncşemê 6-3-2014 Dîdara newrozê ya helbestê 2 li Dihokê li darket û têda çend birge hatin pêşkêş kirin,

Komeleya Nivîskarên Kurd bi sernavê "Pira Bakur û Rojava" paneleke lidar dixe û nivîskarên bakur û rojava tîne ba hev. Panela Komeleya Nivîskarên Kurd bi hevkariya Şaredariya Wêranşarê li Wêranşarê tê lidarxistin.

 Di encama teqîneke di nava dikanekê kasêtfiroş de, li taxa Til Hecer a Hesekê , Endamê Saziya Çand û Hunerê û hunermend Ebdilsemed Oso jiyana xwe jidest da.

Bi boneya 9 mîn ”Roja çîrokê ya cîhanê” ku di 14 sibatê her sal derbas dibe, û li hemû cîhanê ev roj tê pîrozkirin, li Navenda Çandê Ya Cegerxwîn Komeleya Nivîskarên Kurd çalakiyek li darxist, di bi dirûşma "Her kes xwedî çîrokekê ye" gelek nivîser û çîrokhez beşdar bûn, û dû panel hatin pêşkêş kirin.

 Li Herêma Kurdistanê bi herdu zaraveyên kurdî (soranî û kurmancî ), televîzyoneke taybet bi zarokan ya bi navê Kurdmax Pepûle hate vekirin ku biryar e heta dawiya vê mehê li ser satalayta Turksatê jî dest bi pexşa xwe bike.

Roja yekşemê 9 / 2 / 2014`e li bajarê Silêmaniyê li hola Tawar çalakiyên yekem Festîvala Zeytûn a rewşenbîrî ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Festîval bi amadebûne Sekreterê Encumena Navandî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Adil Murad û hejmarek ji rewşenbîr, hunermed, nivîsaker, kesayetiyên siyasî, çandî û hejmareke ji welatiyan birêve çû.

    Dengê ciwan ê muzîka kurdî Leyla Xan bi albuma xwe ya yekem, “Stranên Dilê Min” derdikeve pêşberî muzîkhezan! Leyla Xan ya ku heta niha rêwîtîya xwe ya muzîkê bi şêweyeke amatorî dimeşand, bi albuma xwe ya yekem “Stranên Dilê Min” derdikeve pêşberî muzîkhezan.

Li ser daxwaziya şaredariya Bajarê Mezin li Amedê, Koma şoreşvan ya hunerî hate vexwendin bo nemayişkirina şanoya EZOP li Amedê, di roja 24-25-çile de ev şano hate nemayişkirin, bi beşdareyk mezin ji xelkê Amedê.

Li Amedê 2yemîn Pêşangeha Bakur-Kuzey-North ji aliyê berbijêra şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak hate vekirin. Ev pêşengeha diweme cara bi vî şêweyê beşdariya gelek hunermendan tê lidarxistin li Galeriya Hunerê ya Amedê li Sumer park.

Di kêlîkên dijwar ên şkandin û rûxandina dîwarên tirsê de, di kêlîkên ku dîroka bindestan li Qamişloyê bi xwîneke pîroz dihate nivîsandin de û piştî serdemên binpêkirin û çewisandinê, piştî hewldanên ji holêrakirina nasname û taybetmendiya mirovê Kurd,

Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şanoya Xwezgînî pêşkêş dike, vekirna şanoyê roja înê  27 Kanûna Pêşî li ser textê salona şaredariyê mezin pêşkêş kir.

Ji bo ku 25 sal di ser belavkirina çîroka yekem ya nivîskar Helîm Yûsiv derbasbûye, bi vê helkeftê û her weha ji ber ku weşanxanye Peywend li stenbolê ji nûve hin berhemên Helîm yusiv çap û belavkirine,

Piştî sê salan bêdengiya hunermenda deng xweş a Kurd, Aynûr Dogan albûmeke nû pêkşêşî hezkiriyên hunera Kurdî dike.

Hunermendê navdar ê Kurd Ahmet Kaya hêjayî xelata 2013an a Serokkomariya Tirkiyê  ya çand û hunerê di beşa muzîkê de hate dîtin.  Xelata mezin ya çand û hunerê salane ji aliyê serokkomariya Tirkiyeyê ve pêşkeşî hunermendekî/e hêjayî vê xelatê tê kirin.

Li Herêma Kurdistanaê, televîzoyneke taybet bo bernameyên zarokan ji aliyê hikûmetê ve hat vekirin. Televîzyon bi navê Zaro TV ye û îro dest bi weşanê kir. Televîzyon dê bi kurmancî, soranî û zazakî bernameyên xwe biweşîne. Televîzyoneke taybet bo bernameyên zarokan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat avakirin.

Di şeva 18/12 li Amedê “ Diyarbekir evî” bi helkefta roja koçkirina Hunermenda Kurd ya navdar Eyşeşan hat bibîranî, di vê şevê axaftin li ser jiyan û hunera eyşeşan hate kirin ji aliyê, nivîskara kurd Zeyneb yaş,

Kesayetiyê navdarê Kurd Ezîzê Zîyo Bedirxan li Kazakîstanê xelata zêrîn ya Aştî û Dostayetiya Gelan li roja (16.12.2013) ku heman demî de roja serxwebûna Kazakîstanê ye wergirt. Kesayetiyê navdarê Kurd Ezîzê Zîyo Bedirxan li Kazakîstanê xelata zêrîn ya Aştî û Dostayetiya Gelan li roja (16.12.2013) ku heman demî de roja serxwebûna Kazakîstanê ye wergirt. 

Filmê „Mêşvan- Apê Îrbom“ bi Almanî „Der Imker“ ê derhinêrê Kurd Mano Xelîl ji bo Festîvala Sînema a navnetewî a Dubai 2013 hat hilbijartin. Fîlm başdari programa „şevên Erebî“ a festivalê, ku ji 6-14 meha 12 didome dibe. Film wê roja şemê 6.12 Seat 5.30 li Mol Dubai 5 were şani dan. Cara duemîn wê roja Duşemê 9.12 seat 6 li Mol Dubai 7 were temaşekirin.  

Dewleta Fransa xelatekî rêzgirtinê bexşî jina Kurd Sînem Bedirxan û di dîrokê de cara yekeme jina Kurd li ser asta navdewletî tê xelat kirinê. Sînem Celadet Bedirxan di roja 18/6/2013 de ji aliyê dewleta Fransayê ve xelatekî rêzlêgirtinê pê hate bexşîn ku biryare di demek nêzîk de li bajarê Hewlêrê di merasîmekê de wê xelatê radestî wê bê kirin.

Roja şemiyê rêkeftî (23.11.2013) bi merema xwedîderketina li nivîs û nivîskarên zindankirî di ’ Roja Nivîskarên di Zîndanê de’

  Roja pêncşemê 21/11/2013`an, pêncşeme festival Gelawêj a a 17`emîn li Silêmaniyê bi nave dewreya Şêrko bêkes û bi diruşma berdewamiya dahênanê dest bikarê xwe kir. Di merasîma vekirina festival de her yek li berpirsê desteya kargîrî yê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û hejmarek ji hunermend û ronakbîran amade bûn.

Komîta Xelata Cigerxwîn a ji bo afirandina helbestê ji bo sala 2013an biryar da ku xelata îsal diyarî helbestvanê kurd Ferhad Içmo bike, ji ber taybetmendiya wî di veguhestina helbestê de, û ji ber ku bi dehên salan e ku xizmeta helbesta kurdî dike, û dengekî resen û bilind e di cîhana helbesta kurdî de.

Dengê ciwan ya muzîka rock a kurdî SÎDAR, bi albuma xwe ya yekem BÊJE derdikeve pêşberî muzîkhezan! Dengê nû ya muzîka kurdî Sîdar bi albuma xwe ya yekem a ku ji demeka dirêj ve ye bi meraqî li bende tê rawestan û hemû awazên stranan aîdê wî ne, digihîje muzîkhezan.