Di êvareke şevbêrka helbestê de bo helbestvanên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Duhokê, çendîn helbest hatin xwendin.
Ev bizav doh yekşemê di çarçoveya çalakiyên werzê zivistanê de, yên Yekêtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê li hola heman saziyê hat pêşkêş kirin.
Di roja 3 -12-2012an li Parlamenta Herêma Kurdistanê pirojeya yasaya Paytextkirina bajarê Silêmaniyê weke Paytexta Rewşenbîrî bi piraniya dengan biryar hat dayîn .
Malbat û dostên helbestvan û nivîskar Arşevê Oskan bi dilekî xemgîn nûçeya wefata wî radighînin. Arşevê ku di roja yekşemê 25.11.2012an de li Hamburg-Elmanya, piştî kêferatek dirêj bi nexweşiyêre, çûbû ser dilovaniya xwedê.
Behiya nemirdê di rojên şemî û yekşemê, 01-02/12/2012an de li Bremen-Elmanya, katjimêr 12.00-22.00, li ser navnîşana li jêr li dar keve:
Helbestvan û nivîskar ê kurd Arşevê Oskan, di şeva(25.11.2012) li bajarê Hamburgê yê Almanya , piştî demek dirêj ji nexweşyê cavê xwe li jiyanê girt û wefat kir .
Arşev Oskan di sala 1967 an de ji dayik bibû, li gundê Bîrkinêsê li bajarê Dirbêsiyê li rojavayê Kurdistanê .
Bi çavdêriya serokê hikumeta herêma Kurdistanê
Yekîtiya nivîserên kurd, (Dîdara romana kurdî) li Duhokê 22 -24 /11/2012.
--------------------------------------------------------------
Bernameya kar ya dîdarê:
20. Mîhrîcana Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî, di 17 Mijdarê de li bajarê Almanyayê Bochumê hate li darxistin. Di mîhrîcana îsal de ew kesên ku di beşên cur be cur de heta niha xelat wergirtine tên eşkerekirin.
Hunermendê kurd Şivan Perwer, ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê di roja 66an de didomin, bi komeke rewşenbîr û hunermend re dest bi greva birçîbûnê kir. Perwer got ku "Min jî got ku AKP gavên pêşketinê davêje û li çepikan xist. Lê mixabin hêviyên me şikestin."
AVESTA DI NAVBERA 17-25 MIJDAR 2012AN DE LI 31. FUARA KITÊBAN A NAVNETEWÎ A STEMBOLÊ LE BENDÎ WE YE!
MÊVANÊ ÎSAL JAN DOST E!
JAN DOST DU ROJAN KITÊBÊN XWE ÎMZE DIKE Û 25Ê MEHÊ BI NAVÊ “ZIMAN DÎROK Û NASNAME”KONFERANSEKÊ DIDE.
SALON 2 NO 211 A
Axaftin / Söyleşi:Ziman Dîrok û Nasname / Dil Tarih ve Kimlik
Beşdar / Konuşmacı: Jan Dost
Roja pêncşembê 15-11-2012 li bajarê Silêmanî, bi navnîşana ``Ciyawaziyekan le Terîfey Gelawêj da Dedrewşinewe`` şazdemîn festivala wêjey ya Gelawêj hate sazdan.
Lîstika kurdî ya Hamlet ya Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derhênerê Hunera Giştî ya Şanoya RAST a Hollandayê Celîl Toksoz derhêneriya wê dike, rekora temaşevanan şkand. Şaredar Baydemîr bal kişand ser greva birçîbûnê û axaftinek hestyar kir.
Mehrecana Helbesta Kurdî li welêt îsal ne di 28ê cotmehê de li dar ket, belê ji ber sedemên ewlekarî di 02.11.2012an li Dêrka Hemko û bi amadebûna cemawerek mezin û gelek helbestvanan li dar ket.
Mehrecanê îsal helbestvanê kurd Frehad Içmo xelat kir wexta xelata îsal a Mehrecanê diyarî wî kir.
Hunermendê navûdengê Kurd û yê Rojavayê Kurdistanê, dahata 2 konserên xwe ku dê li bajarên Hewlêr û Duhokê saz bide bo penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêmê wê terxan bike.
Di 14.10.2012an li bajarê ESSEN-Elmanya Roja Helbesta Kurdî li derve 2012 li dark et.
Hezkerên helbestê ji gelek gelek deveran amade bibûn, û li helbestê guhdarî kirin.
Rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ rojnameyek çandî, wêjeyî û giştî ye, bi du zimanan kurdî û erebî ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî, derdikeve.
Werin em li helbestê guhdarî bikin, helbest giyanê me ye, giyan zimanê me ye, zimanê me, hebûna me ye. Êdî werin em bi hev re Roja Helbesta Kurdî pîroz bikin.
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî û Komela Nûbihar li Essenê we vexwendî Roja Helbesta Kurdî li derve dikin û dibêjin: werin em bi hev re li helbestê guhdarî bikin.
1'emîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Amedê ya bi dirûşmeya "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" dê li Amedê di navbera 25-30'ê îlonê de bê lidarxistin.
Li Amedê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan, di navbera 25-31'ê îlonê de 1. Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê tê lidarxistin.
Li Amedê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan, 1. Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê tê lidarxistin.Mîhrîcan di navbera 25-31'ê îlonê de, bi
Di çarçoveya hefteya ziman û xwendinê de li berlînê Roja yekşemê (02.09) bi şevekê Helbestvanên Kurd Abdulkadir Musa, Nezîr Suleiman û biçûktirîn helbestvana hefteyê Jîn Musa, Hebestên xwe xwendin.
Ji sala 1993 an ve, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwînê nemir de, li rojavayê Kurdistanê, roja helbesta kurdî tê pîroz kirin û lidarxistin. Herwiha li derveyî welêt, li Elmanyayê jî tê pîroz kirin û helbest tên xwendin.
şevên xwendin helbestan, bi Sê zimanan, di çarçoveya hefteya ziman û xwendinê de li Berlîn.
Ji 01.09.2012 ta 09.09.2012
bi
Abdulkadir Mûsa,
Nezîr Sulêman
û biçûktirîn helbestvana hefteyê Jîn Musa re.