"Paradoks e ku tevî Îsa tucarî neçûye Kurdistanê, lê dîsa jî ew yek ji mûzîkjenên xwedî xeyala herî zêde ye li ser asta mûzîka kurdî"
Hunermend Îsa Hesen bi berhemeke nû dîsa deng ji xwe tîne. Ya rastî ew deng ji buzuqa xwe tîne. Bi "So buzuq" (wisa biziq) Îsa heftemîn berhema xwe pêşkêşî hezkiriyên hunera xwe dike.
Bi boneya cejna Newroza pîroz revenda Kurd li iyaleta Ohayo ya Emerîkî ahengek organîze kir û hejmarek kesayetî û malbatên kurd yên kudistana Îran û Êraq û Sûrya tevlî wê bûn.
Beşdarên evê ahengê di axaftinên xwede bal kişandin ser wateyên Newrozê wekû rojeka pîroz û sîmbola azadiya milletê kurd li her cih û deverkê.
Konserta hunermenda bi nav û deng Aslîka qadir li Hola nivîskaren kurd- Duhok , wê bê li darxistin bi hevkariya sendîka Hunermendên kurdistanê - liqê Duhok,û pişikdariya Gropa zêrîn ya Muzîkê, li êvareya 17/3/2012 seat 7:30
Hat belavkirin ku hunermendê Kurd ê binavûdeng Mihemed Elî Tico duhî çûye ser dilovaniya xwe.
Malpera Tirejafrin.com nûçeyek belav kir têde hatiye, “Duhî 2012/2/16 li Efrînê hunermendê mezin Mihemed Elî Tico ku jiya wî ji 82 salan zêdetir bibû li mala xwe bi sedema nexweşiyeke dil wefat kiriye”.
Veqfa Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney û Navenda Çanda Yuz Çîçek Açsin, di 3'ê Adardê de 2'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney pêk tîne. Bernameya mihrîcanê ya Îzmirê diyar bû.
Bi helkefta ku di roja 17.12.2011 an de 25 sal di ser koçkirina Mihemed Arif Cizîrî re derbas dibin û wek wefadrî û rêzgirtin ji nav û dengê wî re, birêz Abdulla Rawî, xwediyê (Rawî Production), li bajarê Qamişlo komek ji stranên rehmetî Mihemed Arif Cizîrî yên bijarte û têvel di 16 CD yan de tomar kirin û ji bo guhdar û evêndarên strana Kurdî a orjînal û resen daxistin bazarê..
Ji mûzîkê zêdetir kevneşopiya cilûbergan bala her kesê kêşa ser xwe
Stenbol: Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), guhdariya muzîka "Diwan-a Dubeytî” ya helbestvanê Kurd ê navdar Baba Tahirê Uryanî Hemedanî pêşkêş kir.
Li roĵên 19 û 20 ĵi meha 11.2011 konferansê sêyemîn yê mala Ȇzdiyan-- Oldenburg , yê rewşenbîrî hate li darxistin, li ĵêr navê cejnên Êzdiyan ,bi beşdarbûn komek mezin ĵi nivîskar û vekolerên Êzdî bi miĵarên cuda ,cuda ,hemû rex û ruyên cejinan bi xove girtbûn,komîta rewşenbîrî li vê malê pirogramek hêĵa amade kirbû ku bi vî şêweyî bi rêve ço.