Dem biharbû, dev li kenbû, belko ji bêhna kulîlk û sosina bû. yan jî,
ji tiştekî din bû. Di tixûbê dexlan de min dixwend ez û ew li pêrgî
hev hatin.
Bi dengekî bilind bankir: Xwendevano pirsek min heye. Min got: Belê pirsa
te çiye ?
Got: wele min nexwendî ye, lê tu bawerî xelk diçin li ser pişta heyvê.
Min got: Erê raste hemî zanyar vê tiştê dizanin.
Min di rojê de stêr di hêjmartin
Di şevên te çandî de li çirîskan di ramiyam
Ez bibîm şivana keserên kulan
Di derya mirî de li hîviyan di geriyam
Bi evrazê jiyanê ve di hilpirikîm
Min li giyayê te pirsî bêy encam
Dibin reşkonê te vegirtî de
Ez li stûnê koşeya sar di baniyam
ji ezman bilindtir
ji deryayê kûrtir
ji cîhanê mestir
ji xwezayê firehtir
ji xwe û te bêtir
ez ji te hezdikim
ez ji te hezdikim
bi banga dil dikim
dil bûye bengîn
rêça tev birîn
bîr û bawerî
bi ola evîn
ez ji te hezdikim
û zanim tu zana
sitêra min bixwîn
jê bigre nama
nama dil bixwîn
bi awazê hozana
Ev pirtûka Konê Reş (Ji Stêrên Welatê Qedexe), nû hatiye çapkirin û di roja (28.11.2013)an de, ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de. Ev pirtûk li Duhokê,
Li Xurbetê
Mihemed Omer Osman
GENERALÊ PAYÎZÊ
Melankolî bi kurdî xweş e!
Dîwana Mihemed Omer Osman “Li Xurbetê” bi kurmancî derket. Dîwan, di sala 1985an de li Silêmanî derket û yekem û dawî dîwana şair e. Heta niha gelek caran hatiye çapkirin. Kitêb, ji aliyê Osman Mehmed ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin.
Di van rojên dawî de ev dîwana min a zarokan bi navê (Helbestên Zarokan: Sîpan û Jînê û Şagirtê Bedirxan im), ji rex weşanxaneya (Aram), ve li Amedê hatiy çap û belav kirin. Dîwan 110 rûpel e/ 2013 Amed.
Bi min xweş e ku ez diyariya wê, bi kurtî şanî we bidim:
Sêyemîn çapa “Memê Alan“ ku navdartirîn destanê kurdî ye û ji aliyê Roger Lescot ve hatiye berhevkirin, di nav weşanên Avesta de derket. Yekem çapa memê Alan li Avesta di 1997an de derketibû, tevî çapa dawî heta niha 5000 heb hatiye çapkirin.
Di van rojên dawî de ev pirtûka nû (Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan) a nivîskar Konê Reş ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de. Ev pirtûk li Londonê ji rex weşanxaneya Azad 2013 ve hatiye çap kirin û bi pêşgotinek bedew a nivîskara kurd Eslîxan Yildirim ve hatiye xemilandin û ew bixwe edîtora vê weşanxaneyê ye. Pirtûk ji 220 rûpelên orte ve pêk tê.
Romana Kamran Simo Hedilî ya bi navê Pêxemberê Jibîrҫûyî MANÎ di nav weşanên Ar de derket.
Naveroka pirtûkê jiyan û ola Manî ye.
Serpêhatîyên Manî, malbat û ola Manî bi şêweyê romanî hatiye ristin û hunandin.
Romana Pêxemberê Jibîrҫûyî MANÎ 231 rûpel e.
Kesên ku bixwazin dikarin ji pirtûkfiroşên bikirin.
Ez nema terîşan
bi dara xwezeyan ve
dialînim
Nema ez kirasê mirada
li bejna xwe dikim
Ez li dora guristana
nema dizîvirim û
li ber serê weliyan rondikan
nema dibarînim
Nema ez pêxwas diçim
Payîzê! Di van rojên te de
Beriya Mêrdînê,
Di nav toz, ecac û tirabêlkê de xuya dike..
Deşta Hesinan,
Bi keriyên koçerên Mîran hatiye dagirtin..
Ebe û şalikên xelkên Deşta Xelef Axa,
Li ber ba dilîzin û li hev digerin..
Û her roj, em di govenda şehîdekî,
di bin navnișana “ çavên min ew li Roma dît”, “kurdistana osmanî u tûrkiya” pirtûkek e nû ji rojnamevan û nivîskar ê kurd Sitran Ebdulla re li silêmanye li bașûrê kurdistanê hate weșandin,
Ji bo wan qehremanên ku di grevên birçîbûnê de dem bi dem, xane bi xane
heliyane….
Çend roj derbasbûne
Ji wê rojê, nizanim.
Çav tarî biye
Ziman êdî nagere
Û qurequra hinavê ye
Lê dil seranser bi hêviyan dagirtî ye
Bawerî û vîn
Biryardarî û wêrekî
Wekî nan û av e
Li ser bergê paşî yê pirtûkê weha hatiye nivîsîn
Ev çîrok û çîvanokên gelêrî yên dapîr û bapîrên kurdan vegotine û bi sed salan ji dev û guhên heta roja me hatine, di wêjeya kurdan a vegotinî de cihekî girîng digrin.
ez
mehkûmê şevên dirinde me
êşa xeyalên xwe
li ser pêlên okyanûsan
dineqişînim
dem min dinivisîne
ez jî heyaman dixwînim
herkes li biharan çîçekên rengîn
berhev dike
lê strî û kelemên rojên xopan jî
dikevin para min
li nav serma babilîsoka jiyanê
dişewitim
Hejîreke bi darê ve
Jineke ji caman
kincên min dide ber xwe.
Geh teng dike,
geh fireh dike.
Geh kin, geh dirêj...
Piştçavan li bêrîkirineke venamre
dide hev,
û kirasê bûkaniyê
bi hev dixe.
Ne mûmên hineya wê
vêketin;
ne te, destên xwe
ji gunehan şuştin.
***
Pêlên westayî
Di hembêza
Kendavên beravêtî
Leylana dilekî tekoşer
Qurmê vejîneke têkçûyî
Û kavlên sozdariyê de
Bi devê lawirekî nîvkuştî
Li ser milên BO IZÊZÎ
Dorpêç dike û dipêçîne
Yasîn Hisên- Ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve li bajarê Silêmaniyê, pirtûka bi navê (Bêrîvana Cindî) hate çap kirin.
Ev pirtûk ji çend dastan û serhatiyên devera Efrînê pêk hatiye, ku Folklorîst Mihemedê Cezawîr Hemkoçer ev dastan û serhatî kom kirine û lêkdana wan jî kiriye.
bêdengî
dilop dilop
dipale paşila hêviyê
malzarok stewr û giyan lal e
Zimanê min
bûye armancgeha
tîrên jibîrkirina peyvan
ferheng bûye serada
ezmûna nexweşxana dînan
pêjina tariyê
kenê rûyê asîman winda kiriye
ewrên xirab
neyên naskirin
mirin
li evînê ziwa dibare