Share |

Edebî

Piştî berhevoka Rêwiyê xewna efsûnî di sala 2008 an de çend salên tengav û dijwar derbas bûn, aferîn ne rawestiya lê çapkirin şûn de di hêlînê de ma.

Bavê Nazê, ji wan deverên ku êş lê parsekîyê dike, bi romana xwe ya bi navê "Miriyê Heram" silavekê dide xwîneran.

  Qamişloka min Hîn sîngê te Bi xwîna Mişel ê nemir Xunçeyên azadiyê Kolan bi kolan Av dide Hîn lêvên te Ji qîrîna siloganên jiyanê Ziwa nebûne Û ziwa nabin Hîn karwanê rojê

Mîna mozîkjenekê note piştguh avêtî, tilyên destên te awazek liser depê di navbera te û yên ji dergehê serekî derdikevin, dijenî. Pêjina piyên te liser erdê rengîn

Rojava, zarotiya ku lêvên serav û serabê diçurisîne.. Rojava, Kevala ku êşa min di rengê reş de dinimîne.. Rojava, Toza ku li ber lingên birîndar nimêj dike.. Rojava, Hinaseya ku di sînga şervanan de asê dimîne.. Rojava, Demsalên ku destên xwe li alên azadiyê dipelînin.. Rojava,

Çapkirina hemû berhemên Celadet Alî Bedirxan bi “Stranvan”  didome.

  Dilawer Zeraq berhemeka hêja, a ku ked û xebata wî a 20 salan e, dîyarî zimanê kurdî kir.

   Li xewa şevên bêxewiyê serê xwe datînim ser balifa bîranînên pînekirî û dikevim nav xeyalên kûr û tûj pişta xwe dispêrim bayê felekê   û li demên gemar temaşe dikim ey mirovahî celadên çavsor bi tank û topan min dorpêç dikin guleyên qaleş

Ne welat e ne yar e ne gul e ne seyrane rondik e ew mirin e xurbetê ez kuştime. pencere derî girtîne nepirseke kesek nîne balîf şil bûye ji hêsira êşa xurbetê dijware. eger mirim li dûriyê canê min nehêlin virê li ser kêlê min binivîsin mixabina salên çûyê. emir borî ne hevale

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Evdalê Zeynikê, Xosrof Malool, Elî Xendan, Kawîs Axa, Nesrîn Şêrwan, Karapetê Xaço û Aram Tîgran jî di nav de 110 “Şakarên Muzîka Kurdî” di pirtûkek du cildî de anîn cem hev û weşand.

Ji Tahir Elçî re       Minara Çarling bang bide û bêje Tahirê min Paqijê min kelemê di çavên çavsoran de parêzvanê rastîbêj tu çima bêpêjinî lingên min birîndar in bi birîna serê xwe birîna min birîndartir neke rabe û rastî bêje

Piştî 4 romanan  Ciwanmerd Kulek vê carê jî bi 4 çîrokan derdikeve pêşberî xwendevanên xwe, “Çar Yek” di nav weşanên Avesta de derket.  

Romana nû a Fawaz Husên  “Heftiyeke dirêj li Amedê” di nav weşanên Avesta de derket.

      Tu stran û şevistanî kelha di nav rewrewka asîmanî duho bû min ê ji te re gotin bi gotin ber bi helbesta te ve straneke bi coş bigota   min ser guhên xwe re nebavêje di devê min de  henase   girêkên xirboqî ne ji qeşayê nexweziya bi par û ne heft xwezî bi nuha

  Berhema bi navê “Dîroka Şanoya Kurdî” ji weşanên Peywendê derket. Pirtûka ku ji destpêkê heta salên 1990î hemû dîroka şanoya kurdî dihundirîne, ji hêla dramatûrg Çetoyê Zêdo û Yavuz Akkuzu ve hatiye amadekirin.

Wergerandin ji erebî Brahîm Mehmûd   Dema ku ez dinivîsim hejtekim Mebesta min ne ku ez hejtedikim bi giştî… Mebest ku kîsê sîromê bi dawî bû û dengê pîre jinê ne hember banga nexweşvanê ya ku hîna romana evînê dixwîne ji bîst salan ve daku ji şeran bireve û bi dilê te bigre..

Kitêba ku ji aliyê Ramazan Pertev ve bi navê “Edebiyata Kurdî ya Gelêrî Dîrok-Teorî-Rêbaz-Lîteratur-Berawirdî – 1“ hatiye amadekirin, di nav weşanên Avesta de derket. Di kitêbê de nivîsên Azad Aslan, Michael L.Chyet, Rûken Çalıştıran, Bunyamin Demir, Bedran Hîkmet, Ramazan Pertev, Ariya Toprak, Sedat Ulugana, Shahab Vali, Kadri Yıldırım û Reşo Zîlan cî digrin.  

  Nivîskar Helîm Yûsiv bi romana xwe ya nû li pêşberî xwendevanan e. Romana “99 Morîkên Belavbûyî” ji Weşanên Peywendê derket.

Romana Mihemed Mukrî “Segwer” (Reyîn) ku di destpêka salên 80yî de derketibû û deng dabû, niha jî bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket.

  Her çend Siyabend û Xecê di warê işq û evînê de bête zanîn jî digel işq û evîna xwe Siyabend qehreman û lehengekî navdar e jî. Ji ber vê sebebê ye ku dema di civatan de navê Siyabend derbas dibe, biqasî işq û evînê, mêranî, camêrî, qehremanî û dijberiya zulmê û zordestiyê jî tête bîra meriv.

    bombe û napalm barandin wan balafiran devê xwe yê bi xwîn
 wek cinawiran
 berdabûn laşên kurdan
 jehra maran
 ax lê eman ax lê eman
 hawîrdor mij û dûman
 agir pêxistin 
li gund û bajaran
 şehîd ketin xwarê
 stêrk bi hezaran
 qêrîn û hawara dengê wan
 dagirtin valahiya asîmanan


Çav ji dîmenên te vala nabin Di berçavka te re di pûnijin Xemgîr ê şabîna gulê Guh ji şîretên te ranawestin Di xemximin ji wateyan   Ji kaniya xemkêşiya meremên te Ristên awazan di rijin Wateyên nermijandin ên kulan Bi hişkûrî em di hejin Pêjinên vezilî vekişiyan Di henteşa dengê qebe de Hestên me vediyar dibin

Feratê Dengizî bi navê xwe yê nasnameyê Mehmet Aydin Alokmen ku di hilbijartina şaredariyan a sala 2014an de li Stewrê wekî Hevserokê Şaredariyê hat hilbijartin niha sê pirtûkên wî bi hev re ji Weşanên J&J derketin.

  Ji keleha pîroz ji xaka Arînan lehengîdeng bilind dibe
 bi rûmet û bi hêvî
pêl bi pêl dilîlîne
 li seranserî Cîhanê
 herkroniya xwe diçurise
 bi kelecaniya hêstsotîn
 govenda evînê diqîrim
 ji dilên melûl bîstîkên şîniyê diqurêfim
 çavên şaşekor