Melayê Cizîrî, xwe di şi’rê de “pîr û hosta” dibîne. Ew di warê ‘eşqê de jî xwe “arifê weqt” bi nav dike. Ew di şairtiyê de xwe ji şairên edebiyatên serdest kêmtir nabîne.
Ji Weşanxaneya Nûbiharê bi amadekariya Ömer Güneş û İbrahim Şahin bi navê Antolojiya Dengbêjan xebateke 2 cîldî hate weşandin. Cilda yekem bi navê “Dengbêj Reso” û ya duyem bi navê “Dengbêj Şakiro” weşiya.
“Antolojiya çîrokên kurdî” ku ji aliyê Firat Cewerî ve hatibû
amadekirin, wekî 3 cild di nav weşanên Avesta de derket. Di
antolojiyê de 153 nivîskar, heryekê bi çîrokekê cî digre.
Antolojiya çîrokên kurdî, antolojiya çîrokên hemû perçeyên welêt û
Beşên li ser kurdan ên “El-Kamil fî t-Tarîx”a Ibn el-Esîr ku yek ji berhemên herî girîng ê tarîxa îslamê ye ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin û amadekirin û bi navê “El-Kamil fî
t-Tarîx (Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de) derket. Avesta bi vê berhema ku ji du cildan pêk tê, dest bi koleksiyoneke nû dike: “Kurd di tarîx
Ev Pirtûka nû ku ji weşanxaneya DARA Li Amedê derketiye. behsa malbata bedirxaniyan dike. Armanca lêkolîna li ber destê we, hinek ronîkirina xebata civakî û siyasî ya Emîn Alî Bedirxan û bi taybetî jî herdu lawên wî; Celadet û Kamiran Bedirxan e, di deh salên dawî yên Dewleta Osmanî de. Di vê xebata li ber destê we de, sî û heft meqaleyên birayên Celadet û Kamiran Bedirxan hene.
Romana nivîsakarê Kurd Heysem Hisên, ku sala 2009an, bi Zimanê Erebî bi sernavê “Qurbaniyên Gunehkariyê”ji aliyê Weşanxaneya el-Tekwîn ve li Şama paytexta Sûriyê derket, destpêka sala 2018an li Amedê, ji aliyê Weşanxaneya J& J ve, bi Zimanê Kurdî jî derket.
Pirtûka Pirsname bi temamî li ser hev ji 820 pirsan pêk tê. Weku Bankeya Pirsên Kurdî bi taybetî ji bo xwe amadekirina bernamayên Lîsansa Bilind a Kurdî û herwiha ji bo pêşxistina zanîna xwe ya derbarê Ziman û Edebiyata Kurdî de hatiye amadekirin. Ji aliyê naverokê ve pirtûk dabeşê pênc beşan bûye.
Kitêba çîrokan a Mihemed Ronahî “Kûçikistan” di nav weşanên Avesta de derket. Mihemed Ronahî ji mehekê zêdetir e, ji ber axaftinên xwe yên sala 2012-2013an di hepsa Diyarbekir de girtî ye.
Nûredîn Zaza şexsiyetekî girîng e di nav dîroka kurdan de. Wî çîrok nivîsîn, nivîs nivîsîn, di nav xebata siyasî de cih girt, role wî ya girîng di nav PDK'ya Sûriyeyê de hebû û ew
Di van rojan de pirtûkek nû li berhemên mamoste Konê Reş zêde bû. Ev pirtûk bi navê (Ji Geşt û Serdanên Min) e. Konê Reş di vê pirtûkê de geştên xwe an gerên xwe yên dervî Rojava û Sûriyê bi firehî şirove kirine; çima çûye? Çi dîtiye, kî dîtiye û çi kiriye bi zelalî nivîsandiye..
Psychology Kurdî bi jimara xwe ya pêşîn li ser travmayê rawestiya bû û di jimara duyem de jî behtir li ser tedawîkirina travmayê rawestiyabû.
Kovar niha jî bi jimara xwe ya seyem li ser mijarên curbicur radiweste û me bi naverokeke dewlemend pêşwazî dike.
Di vê jimarê de koma Psychology Kurdîyê bi giranî li ser van mijaran rawestiyaye…
Pirtûka nivîskarê kurd Ebdulkerîm Surûş bi navê 'Ji kelepora kurmancên îranê gilî û gazindên evîndaran' ji weşanxaneya Nûbiharê derket.
Nivîskar li nav gund û bajarên devera Kurmancên Îranê gav bi gav pey heyranok û heyranokbêjan li materyalên folklorîk geriyaye û heyranok berhev kirine.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Evdalê Zeynikê, Xosrof Malool, Elî Xendan, Kawîs Axa, Nesrîn Şêrwan, Karapetê Xaço û Aram Tîgran jî di nav de 110 “Şakarên Muzîka Kurdî” di pirtûkek du cildî de anîn cem hev û weşand.