Share |

Articles

Birahîm Şêxo kurê hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo (Bavê Felekê) ye. Ji bajarê Qamişlo yê Rojava ye.

Şêwekarên Rojavayê Kurdistanê serdana bajarê Reqayê kirin û pêşabgeheke hunerî bi navê “Hunera li dijî Şer” vekirin. Şêwekar dixwazin çarxeriya “Neîm” ya wek meydana kuştinê û firotana jinên Êzidî dihat nasîn, bi tabloyên xwe yên rengîn tariya DAIŞê li Reqayê rakirin û wê Reqayê kirin bajarê jiyanê.    

  Şanoya Bajêr a Amedê bermaneya lîstikên meha çile weşand. Bernameya saziyê di 5ê çile de bi pêşengeha wêneyan a Ercan Altuntaş ya bi navê "Sewta Li Gel Ba" dest pê bike.

  Roja Şemiyê 23 – 12 – 2017 û bi tevlîbûna 38 komên hunerê, çalakiyên yekemîn Mihrîcana Orkêş a Mûzîk û Sitranên Gelan, li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê bûn.   Di rê û resmên vekirina mehrîcanê de, hejmarek ji sitranan, dîlokên folklorî û çend helbest ji hêla tevlîbûyan ve hatin pêşkêşkirin.  

Şeva danasîna çanda Kurd, ku saziyên Kurdan ên li Federasyona Rûsyayê piştgirî dan, li Mala Gelan a li Moskowayê hate lidarxistin. Tevî nûnerên saziyên gelên cuda yên ser bi Mala Gelan a Moskowayê, nûnerên saziyên Kurdan ên li Ûkrayna, Kazakîstan, Kirgizîstan, Ermenîstan, Ozbekîstan û Rûsyayê tevlî şevê bûn.

Di berdewamiya kar û çalakiyên xwe yê wêjeyî de bi hevkariya Hotêla Capitol li Hewlêr .

Berî çend rojan navenda çanda Almanî a navdewletî li Beyrûtê, dîploma Doktoraya rûmet û rêzgirtinê dane hunermendê Kurd Seîd Yûsiv.    Di diplomê de wiha nivîsandine: (Wek kesayetiyekî giring, em rêzgirtinê ji karê wî re digirin ku wî karîbû giyanê hezkirin, bexşandin û nirxê mirovahiyê di cîhana huner û çandê de belav bike..)  

Di dîroka weşangeriya kurdî de kêm weşan hene ku dem dirêj in. Yek ji van kovara Nûbiharê ye ku ji bîst salan zêdetir e ev kovar weşana xwe didomîne û herî dawî hejmara 141. ya Nûbiharê derket. Di vê hejmarê de lêkolîn, çîrok, folklor, biyografî, hevpeyvîn û helbestên curbecur di kovarê de cî girti ne û naveroka hejmara 141. wiha ye:   -Süleyman Çevik/ji Editor

AMÛDA MIN

Dr. Ehmed  Xelîl ... werger: Heyder Omer   Geline tolhildêr:  

Roja yekşembê 3-12-2017 li bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê helbestevanê klasîk ê Kurd Xelîl Sasonî ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.

Werin. Erê werin em vî lehengê kurd û Kurdistanî bibîr bînin. Em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan du gisin û sê gîsin bikin. Evê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên welatê xwe re geşdibû, bi têkçûnan re xemgîn dibû û dilê wîdihat givaştin.

Nivîskar û fîlozofê fransî Bernard Henri Levy fîlmê xwe yê bi navê Pêşmerge dê di 28ê Mijdarê de li Neteweyên Yekbûyî hat nîşan bide.  

Meryem Xan jina leheng û hêzdar e, ya ku li hember rewişt û yasayên civakê yên şaş û çewt rawestiyaye, û hebûna xwe wekî jineke jîr û zana eşkere kiriye. Ew li gundê Dêregola Botan ê Bakurê Kurdistanê di sala 1904′ê de ji dayîk bûye.

Rojnmeya hefteyî BasNews ku bi du zmanan (Kurdî û Tirkî) û li Îstembolê dihate weşandin ji ber bûyerên dawî mecbûr ma weşana xwe da sekinandin. Em li jêrê nûçeya rojnamey BasNews derabarî vê bûyerê de diweşînin: Dezgeha medyayî ya Bas: Weşana rojnameya Bas li Stenbolê hat sekinandin

Hunergeha Aslan Art bi hevkarîya zanîngeha Efrînê pêşangeha heftê ya şagirtên xwe li dar dixe. Di pêşangeha bi navnîşana “Rengên ji Efrînê” de, 25 şagirtên wênesazî 145 tabloyên xwe tînin pêş mêvanan. Rêvebir û xwedîyê hunergeha Aslan Art, wênesaz Aslan Mamo dibêje ku tevgera hunerê li Efrînê geş bûye, lê hol û galêrîyên hunerî kêm in.

Hevpeyvîn: Ferîd Mîtanî   “Deham Ebdulfetah ne ji asîmanan û ne jî ji nava sitêrkan derketiye; ew jî Kurdekî gundî ye û wekî hemî hevdemên xwe feqîr, hejar û perîşan bû.” Bi van çend gotinan, Deham Ebdulfetah xwe dide nasîn. Di sala 1942‘yê de li gundê Belê ku girêdayî devera Amûdê ye, ji dêya xwe bûye.

Helbestvan û nivîskar Mustafa Gazî (Seyda) ku ji ber dil ev demek bû dihat dermankirin îro wefat kir. Gazi li Amedê wekî Seyda dihat nasîn. Ev demek dirêj bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eyûbî dihat dermankirin. Gazî roja sêşembê 28-11-2017 wefat kir û cenazeyê wî li Goristana Yenîkoy defin kirin.

Fîlmê ku navê wê "Rûmet" e, bi derhêneriya Kamêran Bêtasî li Zaxoyê hate kişandin û 10 deqe ye. Fîlm li ser kalekî 75 salî ye ku heta niha jî li Zaxoyê karê boyaxkirina sol û pêlavan dike. Fîlmê ku navê wê "Rûmet" e, bi derhêneriya Kamêran Bêtasî li Zaxoyê hate kişandin û 10 deqe ye.

  18mîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Arrasê ya ku di navbera 3 û 12ê Mijdarê de li bajarê Arrasê yê Fransayê hate li dar xistin. Di festîvala de fîlmê Sehim Omer Xelife yê bi navê Zagros hêjayê xelata “Baştirîn Derhênerî” a jûriyê û “Baştirîn fîlm” ya temaşevanan wergirt.  

Pirtûka Pirsname bi temamî li ser hev ji 820 pirsan pêk tê. Weku Bankeya Pirsên Kurdî bi taybetî ji bo xwe amadekirina bernamayên Lîsansa Bilind a Kurdî û herwiha ji bo pêşxistina zanîna xwe ya derbarê Ziman û Edebiyata Kurdî de hatiye amadekirin. Ji aliyê naverokê ve pirtûk dabeşê pênc beşan bûye.

Dr. Ehmed  Xelîl ... werger: Heyder Omer       Pilangeraniya Koreşê Duyem:  

Wekî şênîyên Dersimê me berê di civînên xwe de, di şînên xwe de, di şayî û dawetên xwe de, di serdana nexweşên xwe de,