Share |

Articles

Komîteya amadekar a pêncemîn kongireya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê di 29/1/2016 de, li navenda Aştî ya civaka sivîl, li bajarê Hisçayê li hev civiyan. Di civînê de endamê komîteya kargêr a HRRK ê Ehmedê Huseynî û pirraniya endamên komîteya amadekar amade bûn.

  Di salavegera yekemîn ya rizgarkirina Kobaniyê de, bajarê Kobaniyê sînga xwe li ber xelkê xwe vekir da ku şahiya rizgarkirina wê bibîr bînin, tevî êş û wêraniya wê lê ew bûye semboleke mizin ji gelê Kurd re. Hunermendê navdar Mehmûd Ezîz bi awaz û stranên xwe li wir amade bû, da ku şahiya rizgarkirinê bi xelkê Kobaniyê re par bike.

  Hunermendê Kurd yê navdar Kerîm Kaban di roja pêncşemê de 14-1-2015 li nexweşxaneya şar li Silêmaniyê  koça xwe ya dawî kir. Biryare îro danê nîvro hunermaendê mezin bê oxir kirin û termê wî bi axê bi sipartin.

Ne welat e ne yar e ne gul e ne seyrane rondik e ew mirin e xurbetê ez kuştime. pencere derî girtîne nepirseke kesek nîne balîf şil bûye ji hêsira êşa xurbetê dijware. eger mirim li dûriyê canê min nehêlin virê li ser kêlê min binivîsin mixabina salên çûyê. emir borî ne hevale

Ji Evîna Rojên Kevin: Gorişme: Çavpêketina Serxetiyan û Binxetiyan Di salên 1961/1962/1963/an de, rola qaçaxa ku di gundên ber sînor re dibû, qube û mezin bû..

   Li bajarê Amûdê û di 1ê çileyê de, radyoya amûdê fm, weke radyoyeke xwecihî dest bi wşana xwe ya zindî kir. Xebatkar û karmendên amûdê fm perwerde û rahênanên karên ragihandin û bitaybetî yên radyoyê bidawî kirin, wisa dest bi karê xwe kirin.

Tevî şerê nava Sûra Amedê ku di encama wê de tevger li nav kuçe û kolanên Sûrê ji mehekê zêdetir e qedexe ye.

Stranbêja kurd a navdar Eyşe Şan li bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bi semînarekê hate bibîranîn. Nivîskar û rewşenbîrên Dêrikê dibêjin ku divê nifşên nû jî hunermendên weke Eyşe Şan nas bikin ji bo ku ew jî kultûr û çanda xwe biparêzin.

Hevpeyvîn / Sîpan Norşînî :Hindek camêr hene mirov, bi salan bi wan re dimîne, dixwe, veduxwe, digere,

 Kovara Sormeyê / Hejmara Nehan-daneya elektronîk Dosyaya Hejmarê: Zimanê Dayîkê û Pirzimanî - Zimanê Dayîkê, Hîmê Pirzimanîyê ye

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Evdalê Zeynikê, Xosrof Malool, Elî Xendan, Kawîs Axa, Nesrîn Şêrwan, Karapetê Xaço û Aram Tîgran jî di nav de 110 “Şakarên Muzîka Kurdî” di pirtûkek du cildî de anîn cem hev û weşand.

Ji Tahir Elçî re       Minara Çarling bang bide û bêje Tahirê min Paqijê min kelemê di çavên çavsoran de parêzvanê rastîbêj tu çima bêpêjinî lingên min birîndar in bi birîna serê xwe birîna min birîndartir neke rabe û rastî bêje

Yekemîn fîlm dirêj a derhênerê kurd Mano Xelîl xilas bûye û dê 21ê Çileya 2016ê weke fîlmê vekirina giringtirîn festîval fîlmên swîsrî “Solothurner Filmtage“, yekemîn car bê nîşandan. Fîlma nû ya Mano Xelîl bi navê Schwalbe (Hecîreşk – Dûvmeqesk) 102 deqeyan dirêj e û dê 4ê Sibata.2016ê bikevê sînemayan.

Piştî 4 romanan  Ciwanmerd Kulek vê carê jî bi 4 çîrokan derdikeve pêşberî xwendevanên xwe, “Çar Yek” di nav weşanên Avesta de derket.  

3yemîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin bi beşdariya gelek komên şanoyê ji herçar percê Kurdistanê ji Dihok, Silêmaniyê , Kerkûk, Kermenşah, Îlam, Nisêbîn, Batman, Istanbol û her weha ji Qamişlo lê ji ber estengiyên ku dewleta Tirk li ser sînor derxistin nikarîbûn beşdar bibin.

  roja 19/11/2015, li bajarê Silêmaniyê bi druşmeya (ramanên biwêr meşxela rewşenbîriyê ne) 19. Festîvala Gilwêj dest bi karên xwe kir.  

3yemîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, bi lîstika Spîmend dest pê kir.  Hevşaredar Firat Anli bi destpêkirina festîvalê re lîstikvan û derhêner bi kulîlkan pîroz kirin û diyar kir ku gelê Amedê hefteyekê dê bi zimanê xwe li lîstikan temaşe bike û xwest ku salon vala neyêne hiştin.

Li bajarê Silêmanî di Festîvala Çandî ya Endêşe de Xelata Romana Kurdî a îsal dan nivîskar Helîm Yûsiv.

  Bi hezaran kes qurbaniyên Sînemaya Amûdê ya Şewitî di salvegera wê ya 55’an de bibîr tînin.

Romana nû a Fawaz Husên  “Heftiyeke dirêj li Amedê” di nav weşanên Avesta de derket.

9emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dê li Picture Housê di 13ê Mijdarê de dest pê bike û heya 20ê Mijdarê bidome.   Tîma organizasyonê diyar kir, di festîvala îsal de 9 fîlm, 11 belgefîlm û 10 kurtêfîlm dê werin pêşandin.  

Mîhrîcana Helbestên Kurdî li Suriye (MHKS) ku ji sala 1993’yan û vir ve ji aliyê helbestvanên kurd ên Rojava ve tê organîzekirin, vê carê li bajarê Amûdê hate lidarxistin.  

Filmê dokumêntî yê derhêner “Weysî Altay” yê ku li ser jinên berxwedana Kobanê hatîye dirustikirin li bajarê Bonê li Almanya hat nimayîşkirin.