Înstituya kurdî li stockholm ê li berdewama kar û xebatên xwe, roja helbestên zaraveyên kurdî bi rê ve dibe.
Li vê rê û resimê helbestvanên kurd bi hemû zaraveyên kurdî beşdar dibin û helbestên xwe dixwînin.
Herwiha şano, mûzik û stranên kurdî jî têne pêşkêşkirin.
Pirtûka waneyên rêzimanê Kurmancî ya mamoste û lêkolînerê zimanê kurdî Nezîr Ocek ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hat çapkirin. Pirtûk ji 320 rûpelan pêk tê.
Nivîskarê pirtûkê ev zêdetirî danzdeh salan e dersên ziman û wêjeya kurdî dide. Bi tecrûbeya dersdayîna danzdeh salan ev berhem derketiye holê.
Hunermendê navdarê Kurdistanî Ciwan Haco kilîpek nû li ser karesata Şingalê ya piştî êrişên çekdarên DAIŞê çêkir, ku bi hezaran kes di encama êrişên hovane yên DIAŞê de û herwiha ji tîna û birsa li çiyayê Şingalê jiyana xwe ji dest dan û bi sedan hezar kes jî koçper bûn.
Ji nav van çend malbatên dêrîn, ku di bajarê Amedê de, ji sedê salan ve dijiyan, wek malbata: Zulfî Zade, Birincî Zade, Hacî Îbrahîm efendî û Cemîl Paşa,
Koma Îranî ya muzîkê a navdar Rastak, muzîkvan a Kurdên Xorasanê Yelda Abbasî û koma xwe û Koroya Dengê Mezopotamya a girêdayî ‘Navenda Çand û Hûner a Dicle-Firat’ a Diyarbekir doh evarî li parka koşuyolu ya Diyarbekirê derketin ser dikê û stranên xweyî bi bi zaravayê Kurmancî û Soranî yên Kurdî, bi Azerî û Farsi û Tirkî gotin.
Weşanên Ar berhemên Rezoyê Osê bi alîkariya Komeleya Ramyarî ya Swêdî-Kurdî, 12 Adarê (Svensk kurdisk ideell förening 12:e Mars), nîsana 2014 li Stenbolê pêkaniye.
Bi helkeftina ku di roja 15.07.2014an de 63 sal di ser koçkirina mîr Celadet Bedrxan re derbas dibe, bi min xweş e ku ronahiyê berdim dor pêşgotina wî ji dîwana Cegerxwîn a yekemîn re. Wek ku diyar e, gelek navdarên kurd pêşgotin ji dîwanên seydayê Cegerxwîn re danîne:
Bi xem û kovaneka mezin ve peyamê wexerkirina endamê me(Kamîran Reşîd Berwarî) hozanvan û rêveberê radiyoya dengê Kurdistan Duhok li şeva 21-06-2014 gehişte me, bi vê yekê pirse û serexweşiya Yekîtiya nivîserên kurd-Duhok pêşkêşî kes û karên wî dikin û hevpişkên xema wane .
Îbrahîm Metînî kî bû?Ew helbestvanê kurdên Libnanê ye. Evîndarê Kurd û Kurdistanê bû.. Sofiyekî Mîr Kamîran Bedirxan bû.. Hezkerê ziman û peyva kurdî a resen bû.. Ew ji Kurdistana bakur, çiyayê Omeriyan, gundê Metîna ye..
Di 1ê pûşbera 2014an de li Amedê, li bin nave Konferansa Şêx Maşûqê Xeznewî, konferansa damezirandina şaxê HRRK li Turkyayê û Bakur hate li darxistin.
Ev konferans wek serencama biryara Kongireya 4ê ya HRRK yaku di 25/01/2014 li BILEFELD a Elmanyayê hatibû li darxistin û bi şêwazeke rêbazane û balkêş giha armancên xwe yên bingehîn.
Hevbenda nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya bi sebareta derbasbûna 30 salî li ser kockirina helbestvanê mezin seydayê Cegerxwîn (1903-1984), radighîne, ku roja 22 meha çirya pêşên (Oktober) a tê, cirîda torevanî dinvbera dengên helbestî ên ciwanan pêktê.
Li roja 1 hizêranê de rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê ku li Turkiyê û Bakurê Kurdistanê neşteçîhin, wê li Amedê di konfiransa şêx Meşûqê Xeznewî de wê bên ba hev.
Hunermendê Kurd Beytocan, piştî 23 salên koçberîya Ewropayê roja Çarşemê vegerîya welat ku ji Stenbolê derbasî Amedê dibe.
Beytocan, bi stranên xwe yên navûdengî li nav Kurdan tê naskirin ku stranên wî ji aliyê gelek stranbêjan ve hatine strandin ku yek ji wan hunermendan jî Îbrahîm Tatlises e.
Bi beşdariya jimarek mezin ji rewşenbîr û nivîskarên kurd û berpirsên saziyên civakî li Amedê û Komeleya Nivîskarên Kurd û rojnamevanên gelek TV û rojanameyan li Amedê çalakiya helbestxwendinê ya Abdulla Peşêw li darket.
Roja pêncşeme 22/5/2014`an danê sibehê hunermendê mezin ê Kurd Ebasî Kemendî li bajarê Sine di temena 62 salî de bi nexweşî koça dawî kir.
Kemendî di zarokatiya xwe de bi wêjeya kurdî ve mijûl bû, di temenê 16 salî de jî dest bi nivîsîna helbest û çîrok û di ware hunerî û stranbêjiyê de jî yek ji hunermenden serkeftî di strana kurdî de tê hejmartinê.
Name (helbest) a helbestvan Mela Ehmedê Namî ji mîrê pênûs û alfabeya kurdî Mîr Celadet Alî Bedir-Xan re.
Di roja derçûna hejmara yekemîn a ”Kovara Hawar” 15.05.1932an bi tîpên latînî, li Şamê.
DAXWAZNAMe
Koma Muzîkê ya Kamkaran û hunermend Behcet Yehya ji bo piştgiriya nexweşên kanserê li bajarê Hewlêrê konserek dan. Di konserê de ku solîstiya wê Behcet Yehya dikir, ev stran hatin gotin: 'Şîna Çi, Eşqa Îlahî, Hawara Wicdanê, Rêya Evîndaran, Dilê Spîde.'
Stranbêja navdarê Bakûrê Kurdistanê hunermend Nazdar dawî bi wênegirtina nûtirîn vîdeo klîpa xwe anî û piştî dû hefteyên din li ser televizyonan wê bê pêşandan.
Stranbêja navdarê Bakûrê Kurdistanê hunermend Nazdar dawî bi wênegirtina nûtirîn vîdeo klîpa xwe anî û piştî dû hefteyên din li ser televizyonan wê bê pêşandan.
Ez şervanê bayê demê me
Ez li dijî bazirganiya jiyanê
Têkoşerim..
Ez li virim
Ez sînga xaka xwe diparêzim
Kirasê buharê
li payiza xwe dikim
Ez li virim û ji vir narim(naçim)
ma ezê çawa te
bi dest ê çavpahn û serpêlan ve
berdim,hey xaka pîroz…!