Share |

Articles

 Li Herêma Kurdistanê bi herdu zaraveyên kurdî (soranî û kurmancî ), televîzyoneke taybet bi zarokan ya bi navê Kurdmax Pepûle hate vekirin ku biryar e heta dawiya vê mehê li ser satalayta Turksatê jî dest bi pexşa xwe bike.

Roja yekşemê 9 / 2 / 2014`e li bajarê Silêmaniyê li hola Tawar çalakiyên yekem Festîvala Zeytûn a rewşenbîrî ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Festîval bi amadebûne Sekreterê Encumena Navandî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Adil Murad û hejmarek ji rewşenbîr, hunermed, nivîsaker, kesayetiyên siyasî, çandî û hejmareke ji welatiyan birêve çû.

Di destpêka biharê de, tîrêjên rojê, bi danê bêriyê re, germ xwe berdan ser tingê rîxa, çariyekê heya bi vê germê re hilm ji rîxên hîn hêwî fûriya û da pozê Bêzarê Keçel!….Tengezarê bê kes û bêcar…..! 

" Findê Şemalê, aqilsizê, biçûkê, bêkemalê, çêrgê, çîvangê, ji me re bêje, şevên çiryan dom û dirêj e."

  Hozan Emîn Dema sînema Kurdî tê gotin bê guman derhêner û akterên wan filman tên bîra mirov, yek ji wan kesên ku muhra xwe li sinema kurdî xistiye û navûdengê wî belav bûye, Mano Xelîl e, ku wek derhênerek kurd di nav sinema cîhanî de hatiye naskirin, û xudan rewlek girîng e di pêşxistina berhemên sînema kurdî de cih girtye.

    Dengê ciwan ê muzîka kurdî Leyla Xan bi albuma xwe ya yekem, “Stranên Dilê Min” derdikeve pêşberî muzîkhezan! Leyla Xan ya ku heta niha rêwîtîya xwe ya muzîkê bi şêweyeke amatorî dimeşand, bi albuma xwe ya yekem “Stranên Dilê Min” derdikeve pêşberî muzîkhezan.

Di encama hewildanên hîndekariya kurdî ya li welatê Swîsre de, di dawiya sala 2013an de, hîndekariya bi zimanê kurdî, li kantona Zûrichê bi awayekî fermî hat pejirandin.  Grîngiya vê fermîbûnê çi ye, ji Kurdên li derveyî welêt dijîn re erêniyeke çawa tîne, zarokên Kurd

Ji ber ku 25 sal di ser belavkirna çîroka yekem ya nvîskar Helîm Yusiv derbasbûye, bi vê helkeftê û her weha ji ber ku weşanxanye peywend li stenbolê ji nûve berhemên wî çap û belav dike,

Li ser daxwaziya şaredariya Bajarê Mezin li Amedê, Koma şoreşvan ya hunerî hate vexwendin bo nemayişkirina şanoya EZOP li Amedê, di roja 24-25-çile de ev şano hate nemayişkirin, bi beşdareyk mezin ji xelkê Amedê.

Hozan Emîn- Huneremend Ronî Can ji başûr rojavayê Kurdistanê ye, di temenk biçûk de damarê hunerê pêre xwe da der, li gel komên hunerî di şahî û helkeftên netewî stran digoton,

Kovara W, a ku kovara çand, huner û wêjeyê ye, û bi xwerû kurdî ye, vêca bi hejmara xwe a Rêbendan û Sibata 2014-an dighîje xwendevanan;

Berî çend rojan 5 saliya koçkirina helbestvanê kurd Yûsiv Berazî bû. Yûsiv Berazî yê ku naznavê wî  BÊBIHAR e, ew xwediyê strana (Hebis û Zindan) e a ku rehmet Mihemed Şêxo dibêje. Yûsiv Berazî (Bêbihar), di sala 1931ê de li gundekî ji gundên navçeya Babê çêbibû. Ji sala 1956an ve bibû yek ji akinciyên bajarê Serê Kaniyê a Binxetê.

Li Amedê 2yemîn Pêşangeha Bakur-Kuzey-North ji aliyê berbijêra şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak hate vekirin. Ev pêşengeha diweme cara bi vî şêweyê beşdariya gelek hunermendan tê lidarxistin li Galeriya Hunerê ya Amedê li Sumer park.

Dem biharbû, dev li kenbû, belko ji bêhna kulîlk û sosina bû. yan jî, ji tiştekî din bû. Di tixûbê dexlan de min dixwend ez û ew li pêrgî hev hatin. Bi dengekî bilind bankir: Xwendevano pirsek  min heye. Min got: Belê pirsa te çiye ? Got: wele min nexwendî ye, lê tu bawerî xelk diçin li ser pişta heyvê. Min got: Erê raste hemî zanyar vê tiştê dizanin.

Di kêlîkên dijwar ên şkandin û rûxandina dîwarên tirsê de, di kêlîkên ku dîroka bindestan li Qamişloyê bi xwîneke pîroz dihate nivîsandin de û piştî serdemên binpêkirin û çewisandinê, piştî hewldanên ji holêrakirina nasname û taybetmendiya mirovê Kurd,

Konê Reş        Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çê nabin. Dibe ku di nav miletekî de nifşek derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê de ji wî nifşî re derbas neke, ew nifiş stewir bimîne; û dibe ku di nifşê miletekî de gelek dayik lehengan bînin.

Ev pirtûk ji weşanên nûbihare, hejmara 35 di sala 2007an de li Stenbolê hatiye weşandin, ya nivîskar R.Yilmaz (Gernas Koçer).

    Min di rojê de stêr di hêjmartin Di şevên te çandî de li çirîskan di ramiyam Ez bibîm şivana keserên kulan Di derya mirî de li hîviyan di geriyam Bi evrazê jiyanê ve di hilpirikîm  Min li giyayê te pirsî bêy encam Dibin reşkonê te vegirtî de Ez li stûnê koşeya sar di baniyam

Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şanoya Xwezgînî pêşkêş dike, vekirna şanoyê roja înê  27 Kanûna Pêşî li ser textê salona şaredariyê mezin pêşkêş kir.

Ji bo ku 25 sal di ser belavkirina çîroka yekem ya nivîskar Helîm Yûsiv derbasbûye, bi vê helkeftê û her weha ji ber ku weşanxanye Peywend li stenbolê ji nûve hin berhemên Helîm yusiv çap û belavkirine,

Piştî sê salan bêdengiya hunermenda deng xweş a Kurd, Aynûr Dogan albûmeke nû pêkşêşî hezkiriyên hunera Kurdî dike.

Hunermendê navdar ê Kurd Ahmet Kaya hêjayî xelata 2013an a Serokkomariya Tirkiyê  ya çand û hunerê di beşa muzîkê de hate dîtin.  Xelata mezin ya çand û hunerê salane ji aliyê serokkomariya Tirkiyeyê ve pêşkeşî hunermendekî/e hêjayî vê xelatê tê kirin.

Li Herêma Kurdistanaê, televîzoyneke taybet bo bernameyên zarokan ji aliyê hikûmetê ve hat vekirin. Televîzyon bi navê Zaro TV ye û îro dest bi weşanê kir. Televîzyon dê bi kurmancî, soranî û zazakî bernameyên xwe biweşîne. Televîzyoneke taybet bo bernameyên zarokan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat avakirin.

    Roja Ala me Hevjiyanê bi zar û zarav dike Lêbûrênê bi bask û çeng dike û Pijirandêbi deng û reng dike