Li ser daxwaziya şaredariya Bajarê Mezin li Amedê, Koma şoreşvan ya hunerî hate vexwendin bo nemayişkirina şanoya EZOP li Amedê, di roja 24-25-çile de ev şano hate nemayişkirin, bi beşdareyk mezin ji xelkê Amedê.
Hozan Emîn- Huneremend Ronî Can ji başûr rojavayê Kurdistanê ye, di temenk biçûk de damarê hunerê pêre xwe da der, li gel komên hunerî di şahî û helkeftên netewî stran digoton,
Berî çend rojan 5 saliya koçkirina helbestvanê kurd Yûsiv Berazî bû. Yûsiv Berazî yê ku naznavê wî BÊBIHAR e, ew xwediyê strana (Hebis û Zindan) e a ku rehmet Mihemed Şêxo dibêje.
Yûsiv Berazî (Bêbihar), di sala 1931ê de li gundekî ji gundên navçeya Babê çêbibû. Ji sala 1956an ve bibû yek ji akinciyên bajarê Serê Kaniyê a Binxetê.
Li Amedê 2yemîn Pêşangeha Bakur-Kuzey-North ji aliyê berbijêra şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak hate vekirin.
Ev pêşengeha diweme cara bi vî şêweyê beşdariya gelek hunermendan tê lidarxistin li Galeriya Hunerê ya Amedê li Sumer park.
Dem biharbû, dev li kenbû, belko ji bêhna kulîlk û sosina bû. yan jî,
ji tiştekî din bû. Di tixûbê dexlan de min dixwend ez û ew li pêrgî
hev hatin.
Bi dengekî bilind bankir: Xwendevano pirsek min heye. Min got: Belê pirsa
te çiye ?
Got: wele min nexwendî ye, lê tu bawerî xelk diçin li ser pişta heyvê.
Min got: Erê raste hemî zanyar vê tiştê dizanin.
Di kêlîkên dijwar ên şkandin û rûxandina dîwarên tirsê de, di kêlîkên ku dîroka bindestan li Qamişloyê bi xwîneke pîroz dihate nivîsandin de û piştî serdemên binpêkirin û çewisandinê, piştî hewldanên ji holêrakirina nasname û taybetmendiya mirovê Kurd,
Konê Reş
Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çê nabin. Dibe ku di nav miletekî de nifşek derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê de ji wî nifşî re derbas neke, ew nifiş stewir bimîne; û dibe ku di nifşê miletekî de gelek dayik lehengan bînin.
Min di rojê de stêr di hêjmartin
Di şevên te çandî de li çirîskan di ramiyam
Ez bibîm şivana keserên kulan
Di derya mirî de li hîviyan di geriyam
Bi evrazê jiyanê ve di hilpirikîm
Min li giyayê te pirsî bêy encam
Dibin reşkonê te vegirtî de
Ez li stûnê koşeya sar di baniyam
Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şanoya Xwezgînî pêşkêş dike, vekirna şanoyê roja înê 27 Kanûna Pêşî li ser textê salona şaredariyê mezin pêşkêş kir.
Ji bo ku 25 sal di ser belavkirina çîroka yekem ya nivîskar Helîm Yûsiv derbasbûye, bi vê helkeftê û her weha ji ber ku weşanxanye Peywend li stenbolê ji nûve hin berhemên Helîm yusiv çap û belavkirine,
Hunermendê navdar ê Kurd Ahmet Kaya hêjayî xelata 2013an a Serokkomariya Tirkiyê ya çand û hunerê di beşa muzîkê de hate dîtin.
Xelata mezin ya çand û hunerê salane ji aliyê serokkomariya Tirkiyeyê ve pêşkeşî hunermendekî/e hêjayî vê xelatê tê kirin.
Li Herêma Kurdistanaê, televîzoyneke taybet bo bernameyên zarokan ji aliyê hikûmetê ve hat vekirin. Televîzyon bi navê Zaro TV ye û îro dest bi weşanê kir. Televîzyon dê bi kurmancî, soranî û zazakî bernameyên xwe biweşîne.
Televîzyoneke taybet bo bernameyên zarokan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat avakirin.
Di şeva 18/12 li Amedê “ Diyarbekir evî” bi helkefta roja koçkirina Hunermenda Kurd ya navdar Eyşeşan hat bibîranî, di vê şevê axaftin li ser jiyan û hunera eyşeşan hate kirin ji aliyê, nivîskara kurd Zeyneb yaş,
Kesayetiyê navdarê Kurd Ezîzê Zîyo Bedirxan li Kazakîstanê xelata zêrîn ya Aştî û Dostayetiya Gelan li roja (16.12.2013) ku heman demî de roja serxwebûna Kazakîstanê ye wergirt.
Kesayetiyê navdarê Kurd Ezîzê Zîyo Bedirxan li Kazakîstanê xelata zêrîn ya Aştî û Dostayetiya Gelan li roja (16.12.2013) ku heman demî de roja serxwebûna Kazakîstanê ye wergirt.
Hevpeyvîn: Hozan Emîn-Mamoste Subhî ahmad li rojavayê krdistan li gundê Kêşikê girêdayê bajarê Dêrikê di sala 1955an de ji dayik bûye û her li wir xwendina xwe ya seretayî qedandiye
Em li bajarê Sint – Niklaas yê Belçîka bûn mêvanê hunermendê kurd Dilovan. Ew Kurdê êzdî yê Ermenîstanê ye. Heta niha 8 albûmên wî derketine û ya nû di rêyê de ye.
ji ezman bilindtir
ji deryayê kûrtir
ji cîhanê mestir
ji xwezayê firehtir
ji xwe û te bêtir
ez ji te hezdikim
ez ji te hezdikim
bi banga dil dikim
dil bûye bengîn
rêça tev birîn
bîr û bawerî
bi ola evîn
ez ji te hezdikim
û zanim tu zana
sitêra min bixwîn
jê bigre nama
nama dil bixwîn
bi awazê hozana
Di sala 1992 an de, komîta hilbijartina xelata Ataturk a aşîtiyê, Nelson Mandêla, serokê kongera netewiya Afrîqya başûr (A.N.C), babetî xelatê dîtin, û xelat ji bo wî hate dayîn. Lê Reşikê dil spî,
Filmê „Mêşvan- Apê Îrbom“ bi Almanî „Der Imker“ ê derhinêrê Kurd Mano Xelîl ji bo Festîvala Sînema a navnetewî a Dubai 2013 hat hilbijartin. Fîlm başdari programa „şevên Erebî“ a festivalê, ku ji 6-14 meha 12 didome dibe. Film wê roja şemê 6.12 Seat 5.30 li Mol Dubai 5 were şani dan. Cara duemîn wê roja Duşemê 9.12 seat 6 li Mol Dubai 7 were temaşekirin.
kurd di dîrokê de hatine naskirin bi lehingî û mêrxasiya xwe, bi berxwedan û mêrxasiya xwe,bi aştî mirovahiya xwe. Bi rastî kurdan ji berê ve bi rengekî qehremanî lli dijî hemû êrîşên setemkarû dagîrkeran berxwedanên lehingî û destanên qehremanî pêkanîne, li her çar aliyên kurdistanê li ser vê yekê lehingî û qehremaniya kurdan binav û deng e.