Ferhan Hisê ( Dilbirîn Mihemed ) di sala 1946’an li gundê Çaxir Bazar ya Gundewarên Amûdê ji dayik bibû.
Yekem Helbest bi navê ( Ey Felek ) di sala 1976’an de nivîsî û Seydayê Tîrêj Nêrîna xwe tê de da
Dîwaneke wî ya helbestan bi navê “Pêlê Evînê Sote Dil” Heye.
Şanoya Bajêr a Diyarbekirê Heftem Mihrîcana Şanoyê ya Diyarbekirê li dar dixe. Bernameya mihrîcanê eşkere bû. Bername wê di navbera 26ê Nîsanê û 5ê Gulanê de bê lidarxistin.
Di roja 22 nîsana sala 1898an de Rojnameya bi navê Kurdistan ji alîyê Mîqdad Bedirxan li paytexta welatê Misrê El-qahîra de dest bi weşanê kir û îsal 121 sal derbas dibe li ser damêzrandina wê de .
Ev roj wek Roja Rojnamevanîya Kurdî tê pîroz kirin û bi panel, semîner û bernameyên taybet vê rojê bibîrtînin.
Di bin çavdêriya Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî hûn ji bo semînarekê bi Zimanê Kurdî li sernavê ("Beriya Mêrdînê" Romana Jînenîgariyê) vexwendî ne.
Amadekirin û pêşkêşkirin: XALID CEMÎL MIHEMED
Romana KONÊ REŞ ji weşanên (SÎTAV)ê ye
Roja Înê 19/04/2019-Demjimêr 07:00ê êvarê
Hewlêr-Hotêla Kapîtol-40m
Romannivîsa kurd a Rojavayê Kurdistanê Şêrîn Xetîb Sêyem Romana xwe ya bi navê "Jinên bajarên dûr" li Hewlêrê îmze dike.
Çalakiya îmzekirina romanê bi serperiştiya dezgeha Sema ya Rewşenbîr 5.4.2019e demijmêr 7:00 êvarî rojli Hola Kongreyan a Hotêla Kapîtol tê li darxistin, herwiha .
Roja Çarşemê 3 Nîsanê 2019ê 14.mîn Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê tê vekirin û 10 rojan berderam dike.
Amadekariyên vekirina Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê bidawî bûne. Cudahiya pêşangeha îsal ji ya sala borî ew e, îsal mezintir dibe û nêzîkî 300 weşanxane tê de beşdar dibin.
Bi dirûşma Vedenga Zeytûnê, Festîvala Şanoyê hat sazkirin
Roja 27 adarê 2019an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma Vedenga Zeytûnê, Festîvala Şanoyê hat sazkirin.
Di Festîvala Şanoyê de bi beşdarbûna hejmarek mezin ji aktor û şanogeran, ku hejmarek ji wan ji herêmên Efrîn û Kobanê bûn, merasîma Roja Cîhanî ya Şanogeriyê birêve çû.
Kovara “Folklora Me” ya ku folklora kurdan digîhîne mala xwîneran roja Newrozê dest bi weşana xwe kir. Edîtorê kovarê Eşref Keydanî got ji bo folklora kurdan neyê ji bîr kirin ew vê kovarê diweşînin û folklora kurdan wek deryayek pênase kir.
Di berdewamiya kar û çalakiyên xwe yê wêjeyî û bi hevkariya yekîtiya nivîskarên Kurdistan- Sûriye.
Dezgeha Semakurd ya çandî û hunerî. Simînareke wêjeyî rewşenbîrî ji nivîskarê bi navûdeng Bavê Nazî li dardixe di bin navûnîşana “resenî û rastiya jiynê di wêjeyê de”
Mihmed Şêxo ji terbûna hestiyên xwe ve, bi jan û derdên malbata xwe re, bi rewşa milet û welat ê xwe hayedar bi bû. Ji vebûna gûzika derbûna talintiya xwe ve,
Bi dirûşmeya ‘Jin rihê jiyanê û alfabeya wêjeyê ye’ 4’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan li bajarê Qamişloyê di roja duyemîm de bi dawî bû. Mîhrîcan li Hola Zana ya Bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.
Weqfa Mezopotamyayê, di bin banê xwe da bi beşdarîya gelek zimannas û lêkolînerên kurd, Komxebata Kurmancîyê ava kirîye. Ev pirtûk, bi hewildana Weqfa Mezopotamyayê, ji alîyê vê Komxebatê ve, di du salan da hatîye amadekirin.
Hejmara duyemîn a kovara muzîkê Ziryab derket. Di bergê hejmara nû de Ciwan Haco heye.
Di hejmara nû de bi Ciwan Haco, Abbas Ahmed, Mizgîn Tahîr, Sakîna Teyna, Jan Axîn, Erdogan Emir û lêkolîner Zeyneb Yaş re hevpeyvîn hatine kirin.
Gunay Koçhan Flower, Besime Şen û Selahattin Demirtaş di mijara siyaset û muzîkê de bi nivîsên xwe cih digrin.
Weqfa Mezopotamya ku navenda wê li Amedê ye kurtedemek berê bi navê "Rêbera Rastnivîsînê" pirtûkek amade kir. Weqif niha jî xwe amade dike ku du kovaran derxe.
Di berdewamiya kar û çalakiyên xwe yê wêjeyî Dezgeha Sema ya çandî û hunerî û bi hevkariya yekîtiya nivîskarên Kurdistan- Sûriye.
Bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê wê 30 zarokên penaberên Rojavayê Kurdistanê bi zimanê xwe behreyên xwe pêşkêş bikin (stran, helbest, mûzîk, dîlan...)
Di sala 1907an de, li gundê Nûrzergê (Serde) ku di navbera Lîce û Hanê de ye, hatîye dinê. Wek ku cenabê Hasan Hîşyar Serdî bi xwe dibêje; „hatina min î dinê, qedera min û a welatê min kir yek!“
Hasan Hîşyar Serdî, ji malbatek zana û kurdperwer e. Li gor urf û adetên kurdewarî mezin û perwerde bûye.
Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, li taxa Xerbî (Rojava) ya bajarê Qamişlo bi dirûşmeya "Civak bi xwendinê dijîn” Parka Xwendinê vekir.
Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên civaka sivîl, nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û nûnerên hindek partiyên siyasî tev li merasîma vekirina parkê bûn.
Bilûrvanê navdar ê kurd Egîdê Cimo ku di nav kurdan de wekî "Mîrê Bilûrê" dihat nasîn wefat kir.
Malbata Egîdê Cimo ji Qelqeliya Wanê bû û koçî Ermenistanê kiribû. Cimo di sala 1932'yan de li Erdeşêra Ermenistanê hat dinê. Wî ji zarokatiya xwe ve dest bi pifkirina bilûrê kiribû û heta wefata xwe jî bilûr ji dest deavêtibû.
Bi sponseriya Dezgeha Sema ya Çand û Hunerê, şevbuhêrkeke wêjeyî û mûzîkî, bi sernavê (Yelmûmê Işqê) tê lidarxistin.
Şevbuhêrk derbarê hinek helbestên Melayê Cizîrî ye
Mûzîk: Rêdî Mişo
Pêşkêşkirina helbestan: Menaf Mihemed
Danasîn bi (Melayê Cizîrî) û analîzkirina helbestan: Xalid Cemîl Mihemed
Xelata Azadiyê ya Mişel Temo ya sala 2017 û 2018 ji bo nivîskarê Kurd Dilawerê Zengî hate dayîn.
Ji sala 2013an ve xelatek bi navê pakrewan Mişel Temo tê belav kirin û xelata sala 2017-2018 diyarî nivîskarê Kurd Dilawerê Zengî hate kirin.
Werin, werin.. Werin em lehengekî din ji lehengên Kurdistanê bibîr bînin.. Werin, em Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bibîr bînin. Yê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên kurdan re geş dibû, bi têkçûnên wan re, xemgîn dibû û dilê wî dihat givaştin..
Roja 28.11.2018ê festîvala şanoya kurdî ya Seqizê bi amadebûna hunermendên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û grubên beşdarvan ve li bajarê Seqizê dest bi karên xwe kir.