Share |

Articles

Di bin serbereştiya Dezgeha Sema ya çandî û hunerî  roja pênşemê 20.06.2019an li hola konfiransa ya hotêla Capîtol Hewlêr. semînarek li jêr navnîşana  lidarxistin LAWAZKIRINA KURMANCÎ -Ragihandin weke nimûne hat eli darxistin. Ev semînara ji hêla nivîskar Hozan Ehmed Dêrşewî hate pêşkêş kirin. û rastî beşdareyek baş ji beşdarvanan ve hat .

Li jêr çavdêriya Dezghe Sema Ya çandî û hunerî Semînarek derheq ferhengsazîkirina zimanê Kurdî, li Hewlêrê hate lidarxistin bi amadebûna hejmarek ji zanayên ziman, nivîskar û siyasetvan ji her çar parçên Kurdistanê.

  Ji ber ku semînara mamoste Xalid Cemîl Mihemed li dor romana min (Beriya Mêrdînê) di roja 19/4/2019`an de bû li Hewlêrê, hotêla Kapitolê,

  Lêkolîner Zeynep Yaş a ku bi xebatên xwe yên li ser muzîka kurdî tê naskirin, heta niha li ser jiyan û berhemên zêdetirî 100 hunermendî nivîsandiye,

  Ji Weşanxaneya Nûbiharê bi amadekariya Ömer Güneş û İbrahim Şahin bi navê Antolojiya Dengbêjan xebateke 2 cîldî hate weşandin. Cilda yekem bi navê “Dengbêj Reso” û ya duyem bi navê “Dengbêj Şakiro” weşiya.

Dr. Ehmed Xelîl ...Werger: Heyder Omer     Bermekî malbateke navdar bû, rola wê di damezirandin û geşbûna dewleta Ebbasî de gelekî berz bû, lê dawiya wan jî mîna ya rêvebirê navdar Ebû Mislim El-Xrasanî, teracîdîk bû. Ê dî ka em wan bêtir nas bikin, neteweya wan çi bû? Nasnameya Bermekiyan:  

    Lêkolîner, nivîskar û siyasetmedarê naskirî yê Bakurê Kurdistanê Ahmet Kasimoglu (Ehmedê Dirihî) vê sibehê koça dawiyê kir.

Di roja 9 gulana sala 1991an de helbestvanê Kurd Mela Ehmedê Palo koça xweya dawî kir, Mela Ehmedê Palo helbestvsnekî bi eslê xwe Kurdê Zaza ye lê berhemên xwe bi Kurdiya Kurmancî nivîsîne.

Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn aşkere kiriye wê 7em Festîvala FîlmAmedê di 8ê Gulanê da dest pê bike.   Ligor zanyariyên Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn belav kiriye fîlma yekem fîlma I Am The Revolution (Ez Şoreş Im/Ben Devrimim) ya Benedetta Argentieriyê ye bihê nişandan.  

Di roja çar şemê de 24/4/2019 û li hotêla Hewlêr kapîtol" piroja pêşnyara Bizava aştya navxweyî"BAN" sebaret pêkhatina syasî li rojavayê kurdistanê dîdareke vekirî de hat pêş kîş kirin.  

  Ferhan Hisê ( Dilbirîn Mihemed ) di sala 1946’an li gundê Çaxir Bazar ya Gundewarên Amûdê ji dayik bibû.   Yekem Helbest bi navê ( Ey Felek ) di sala 1976’an de nivîsî û Seydayê Tîrêj Nêrîna xwe tê de da   Dîwaneke wî ya helbestan bi navê “Pêlê Evînê Sote Dil” Heye.

  Şanoya Bajêr a Diyarbekirê Heftem Mihrîcana Şanoyê ya Diyarbekirê li dar dixe. Bernameya mihrîcanê eşkere bû. Bername wê di navbera 26ê Nîsanê û 5ê Gulanê de bê lidarxistin.  

Di roja 22 nîsana sala 1898an de  Rojnameya bi navê Kurdistan ji alîyê Mîqdad Bedirxan li paytexta welatê Misrê El-qahîra de dest bi weşanê kir û îsal 121 sal derbas dibe li ser damêzrandina wê de . Ev roj  wek Roja Rojnamevanîya Kurdî tê pîroz kirin û bi panel, semîner û bernameyên taybet vê rojê bibîrtînin.

Di bin çavdêriya Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî hûn ji bo semînarekê bi Zimanê Kurdî li sernavê ("Beriya Mêrdînê" Romana Jînenîgariyê) vexwendî ne.  Amadekirin û pêşkêşkirin: XALID CEMÎL MIHEMED Romana KONÊ REŞ ji weşanên (SÎTAV)ê ye Roja Înê 19/04/2019-Demjimêr 07:00ê êvarê Hewlêr-Hotêla Kapîtol-40m

  Romannivîsa kurd a Rojavayê Kurdistanê Şêrîn Xetîb Sêyem Romana xwe ya bi navê "Jinên bajarên dûr" li Hewlêrê îmze dike. Çalakiya îmzekirina romanê bi serperiştiya dezgeha Sema ya Rewşenbîr 5.4.2019e demijmêr 7:00 êvarî rojli Hola Kongreyan a Hotêla Kapîtol tê li darxistin, herwiha .

Roja Çarşemê 3 Nîsanê 2019ê 14.mîn Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê tê vekirin û 10 rojan berderam dike.   Amadekariyên vekirina Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê bidawî bûne. Cudahiya pêşangeha îsal ji ya sala borî ew e, îsal mezintir dibe û nêzîkî 300 weşanxane tê de beşdar dibin.  

Bi dirûşma Vedenga Zeytûnê, Festîvala Şanoyê hat sazkirin   Roja 27 adarê 2019an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma Vedenga Zeytûnê, Festîvala Şanoyê hat sazkirin. Di Festîvala Şanoyê de bi beşdarbûna hejmarek mezin ji aktor û şanogeran, ku hejmarek ji wan ji herêmên Efrîn û Kobanê bûn, merasîma Roja Cîhanî ya Şanogeriyê birêve çû.

Kovara “Folklora Me” ya ku folklora kurdan digîhîne mala xwîneran roja Newrozê dest bi weşana xwe kir. Edîtorê kovarê Eşref Keydanî got ji bo folklora kurdan neyê ji bîr kirin ew vê kovarê diweşînin û folklora kurdan wek deryayek pênase kir.  

Di berdewamiya kar û çalakiyên xwe yê wêjeyî û bi hevkariya yekîtiya nivîskarên Kurdistan- Sûriye. Dezgeha Semakurd ya çandî û hunerî. Simînareke  wêjeyî rewşenbîrî ji nivîskarê bi navûdeng Bavê Nazî li dardixe di bin navûnîşana “resenî û rastiya jiynê di wêjeyê de”

Mihmed Şêxo ji terbûna hestiyên xwe ve, bi jan û derdên malbata xwe re, bi rewşa milet û welat ê xwe hayedar bi bû. Ji vebûna gûzika derbûna talintiya xwe ve,

    Bi dirûşmeya ‘Jin rihê jiyanê û alfabeya wêjeyê ye’ 4’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan li bajarê Qamişloyê di roja duyemîm de bi dawî bû. Mîhrîcan li Hola Zana ya Bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.

Weqfa Mezopotamyayê, di bin banê xwe da bi beşdarîya gelek zimannas û lêkolînerên kurd, Komxebata Kurmancîyê ava kirîye. Ev pirtûk, bi hewildana Weqfa Mezopotamyayê, ji alîyê vê Komxebatê ve, di du salan da hatîye amadekirin.

Hejmara duyemîn a kovara muzîkê Ziryab derket. Di bergê hejmara nû de Ciwan Haco heye. Di hejmara nû de bi Ciwan Haco, Abbas Ahmed, Mizgîn Tahîr, Sakîna Teyna, Jan Axîn, Erdogan Emir û lêkolîner Zeyneb Yaş  re hevpeyvîn hatine kirin. Gunay Koçhan Flower, Besime Şen û Selahattin Demirtaş di mijara siyaset û muzîkê de bi nivîsên xwe cih digrin.

  Weqfa Mezopotamya ku navenda wê li Amedê ye kurtedemek berê bi navê "Rêbera Rastnivîsînê" pirtûkek amade kir. Weqif niha jî xwe amade dike ku du kovaran derxe.