Share |

nûçe

Berhemeke nû ya Şivan Perwer wekî cotalbûm bi awayekî hevkatî li Bakûr, Başûr û li Tirkiyeyê derket. Albûmên bi navê ‘Gazind’ û ‘Destana Rojava’ li bazara Başûr û Bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyeyê belav bû.

9'emîn Festîvala Filman a li Dubey hatibû li darxistin di nava vê mehê de bi dawî hat. Fîlmê "Bêkes" ku li ser du zarokên kurd e ku ketine bin bandora fîlmê Supermen. Armanca zarokan ew e herin Amerîkayê, Supermenî bibînin û ji wî alîkariyê bixwazin. Xelata gel li   beşa Dubey Ekspo 2020  wergirt.

Lîstika şanoyê ya Teatra Avestayê ku Aydin Orak nivîsiye ya bi navê Daf, li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê turneyê pêktîne.  

  Termê hunermend Nazik Nêrweyî piştî rojekê di rûbarê Zêyê Mezin de hat dîtin. Piştî ku duh Nazik Nêrwehî di nameyekê de xatir ji malbatê xwest û xwe avêt rûbarê Zêyê Mezin, îro (15.12.2012) saet 10.45 termê wê hat dîtin. Duh hunermend Nazik bi rêya telephone nameyek ji hinek heval û xizmên xwe re şandibû.

Sêyemîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney a ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve tê lidarxistin, wê 19 Berfenbarê destpê bike. Festîval, ji ber çalakiyên greva birçîbûnê hatibû şûnde xistin. Şaredariya Êlihê ragihand ku îsal 3.Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney, di navbera 19 û 23ê Berfenbara 2012 an de wê were lidarxistin.

  Di rojên 5-6/12/2012ê de dîdara medyakarên ji Bașûr û Rojava bi beşdarbûna bêtir ji 200 medyakaran li jêr dirûșma “Ji bo karkirina li ser rola medya di projeya aștî û demokratiyê de li rojavayî Kurdiatanê” li bajarê Duhokê hate li dar xistin.

    Di êvareke şevbêrka helbestê de bo helbestvanên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Duhokê, çendîn helbest hatin xwendin.     Ev bizav doh yekşemê di çarçoveya çalakiyên werzê zivistanê de, yên Yekêtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê li hola heman saziyê hat pêşkêş kirin.  

Di roja 3 -12-2012an li Parlamenta Herêma Kurdistanê pirojeya yasaya Paytextkirina bajarê Silêmaniyê weke Paytexta Rewşenbîrî bi piraniya dengan biryar hat dayîn .

Malbat û dostên helbestvan û nivîskar Arşevê Oskan bi dilekî xemgîn nûçeya wefata wî radighînin. Arşevê ku di roja yekşemê 25.11.2012an de li Hamburg-Elmanya, piştî kêferatek dirêj bi nexweşiyêre, çûbû ser dilovaniya xwedê. Behiya nemirdê di rojên şemî û yekşemê, 01-02/12/2012an de li Bremen-Elmanya, katjimêr 12.00-22.00,  li ser navnîşana li jêr li dar keve:

  Helbestvan û nivîskar ê kurd Arşevê Oskan, di şeva(25.11.2012)  li bajarê Hamburgê yê Almanya , piştî demek dirêj ji nexweşyê cavê xwe li jiyanê girt û wefat kir . Arşev Oskan di sala 1967 an de ji dayik bibû,  li gundê Bîrkinêsê li bajarê Dirbêsiyê li rojavayê Kurdistanê .

   Biryar e di demên dahatû de piştî komkirina zanyariyên rast, fîlmekî sînemayî li ser jiyana xanima şoreşgêr û şehîd Leyla Qasim bê berhemanîn.

        Bi çavdêriya serokê hikumeta herêma Kurdistanê Yekîtiya nivîserên kurd, (Dîdara romana kurdî) li Duhokê 22 -24 /11/2012. -------------------------------------------------------------- Bernameya kar ya dîdarê:

     20. Mîhrîcana Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî, di 17 Mijdarê de li bajarê Almanyayê Bochumê hate li darxistin. Di mîhrîcana îsal de ew kesên ku di beşên cur be cur de heta niha xelat wergirtine tên eşkerekirin.  

  Hunermendê kurd Şivan Perwer, ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê di roja 66an de didomin, bi komeke rewşenbîr û hunermend re dest bi greva birçîbûnê kir. Perwer got ku "Min jî got ku AKP gavên pêşketinê davêje û li çepikan xist. Lê mixabin hêviyên me şikestin."

  AVESTA DI NAVBERA 17-25 MIJDAR 2012AN DE LI 31. FUARA KITÊBAN A NAVNETEWÎ A STEMBOLÊ LE BENDÎ WE YE! MÊVANÊ ÎSAL JAN DOST E! JAN DOST DU ROJAN KITÊBÊN XWE ÎMZE DIKE Û 25Ê MEHÊ BI NAVÊ “ZIMAN DÎROK Û NASNAME”KONFERANSEKÊ DIDE. SALON 2 NO 211 A Axaftin / Söyleşi:Ziman Dîrok û Nasname / Dil Tarih ve Kimlik Beşdar / Konuşmacı: Jan Dost

    Roja pêncşembê 15-11-2012  li bajarê Silêmanî, bi navnîşana ``Ciyawaziyekan le Terîfey Gelawêj da Dedrewşinewe`` şazdemîn festivala wêjey ya Gelawêj hate sazdan.  

    Lîstika kurdî ya Hamlet ya Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derhênerê Hunera Giştî ya Şanoya RAST a Hollandayê Celîl Toksoz derhêneriya wê dike, rekora temaşevanan şkand. Şaredar Baydemîr bal kişand ser greva birçîbûnê û axaftinek hestyar kir.  

  Mehrecana Helbesta Kurdî li welêt îsal ne di 28ê cotmehê de li dar ket, belê ji ber sedemên ewlekarî di 02.11.2012an li Dêrka Hemko û bi amadebûna cemawerek mezin û gelek helbestvanan li dar ket.   Mehrecanê îsal helbestvanê kurd Frehad Içmo xelat kir wexta xelata îsal a Mehrecanê diyarî wî kir.  

  Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê roja yekşemê li dibistanên fermî perwerdeya bi zimanê kurdî dide destpêkirin.  

  Helbestvan Arjen Arî ku ev demek e ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, çû ser dilovaniya xwe.  

      Hunermendê navûdengê Kurd û yê Rojavayê Kurdistanê, dahata 2 konserên xwe ku dê li bajarên Hewlêr û Duhokê saz bide bo penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêmê wê terxan bike.

  Di 14.10.2012an li bajarê ESSEN-Elmanya Roja Helbesta Kurdî li derve 2012 li dark et. Hezkerên helbestê ji gelek gelek deveran amade bibûn, û li helbestê guhdarî kirin.

  Rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ rojnameyek çandî, wêjeyî û giştî ye, bi du zimanan kurdî û erebî ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî, derdikeve.

    Werin em li helbestê guhdarî bikin, helbest giyanê me ye, giyan zimanê me ye, zimanê me, hebûna me ye. Êdî werin em bi hev re Roja Helbesta Kurdî pîroz bikin. Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî û Komela Nûbihar li Essenê we vexwendî Roja Helbesta Kurdî li derve dikin û dibêjin: werin em bi hev re li helbestê guhdarî bikin.