Share |

Edebî

Ber bi destên te ve, evîn tê. Li ser baskên wê giyanê min diponije. Evîn li ser destên te şipya radiweste!! Tu û ew di eşqa min de, di raza min de, neçar dimînin û ta destê sibehê dihizirin... O1.06.2022   ***

  Ji weşanên Lîs ê li Amedê yekem berhema Kurteçîrokan ya nivîskar û rojnamevan îbrahîm Xort hate çapkirin û belavkirin ev berhem ji 70 rûpelî pêk tê û din nava xwe de 5 kurteçîrokan dihewîne ( Zimandirêj- Bazaraberojkê- Demançe- Sê dinya û Sofî- Tabût)

Hemû helbestên Reyhan Sarhanê di yek pirtûkê de kom bûne. Sarhana ku ji 2002yan û vir ve bi karê nivîsandina kurdî re mijûl e heta niha sê pirtûkên helbestan çap kirine. “Dilopek ji ezman” di sala 2006ê de Weşanxaneya Tevnê, “Her yek ji me”, di sala 2011ê de û “Mijdar” jî di sala 2013ê de Weşanxaneya Doyê ew çap kirine.

  Bawer bike Yar Îro çelê min e Ku ez bê te mirî me. . Rojê çel cara Giyanê min Berê xwe dide Singa te. .?. Bê te jiyan xave Bê te ez tî me. Birçî me. Kani yê Evîn ê Zuhabûn Meçiqîn. Xwunavê hêvi ya ji pelê Dara min Berê xwe guherîn.

    Weşanxaneya Sîtavê berhemeke çîrokan ya nû ya bi navê ‘Mirina Xortekî Rind’ çap kir. Ev berhema yekê ya nivîskar Îkram Baban e.  

        Berhema hevpêşeyê me Dr. Rojnamevan û lêkolîner Ebdilmecîd Şêxo ya bi sernavê  ( Were ) derçû, û wek mêvanekî delal, xwîn sivik hate li deriyê mala me da. 

      Emê li dora gerdûnê bifirin giyanên xwe weşan bikin mîna nameyên evîndarên windayî hêviyên xwe bi  rêyên peyvan weşan bikin volkan êrîşî me dike ji ber çi mirov evîndarê xemgîniya xwe ye  ey firindeya min  qêrîna min dubare bike  ji germbûna sîngê  te 

  Di ferhengê de ji hezaran zêdetir têgihên felsefî, feylesof û felsefeya feylesofan, hatine danasîn û di dawiya nasandina têgihan de têgihên bi zimanê ingilîzî, fransî û tirkî hatine nivîsandin. Ferheng, ji 529 rûpelên A4ê pêk hatiye. Bi hûrbijarî û bi kitekit, bi qasî 1100 têgihên felsefeyî û zanistî, hatine nasandin.

    Veqetandina min Ji ref û mana li şûn Wara Ji şert û mercên Bendewariya te bû Û xwesteka min Ma nixumandî Di bexçikê poşmaniyê   De ka em De ka em barana buhara qederê Ji ewrên stewr Bi dizin De ka em keskesoran Ji sînga asoyên berz û bilind Bi dizin

Weşanxaneya Aramê ji klasîkên zarokan yên cîhanê 10 pirtûk wergerandine kurdî. Pirtûkên ku ji bo kurdî hatine wergerandin ev in: Tom Sawyer, Pollyanna, Robîn Hood, Kontê Monte Krîsto, Ger û Geştên Gullîvero, Pînokyo, Oliver Twîst, Kemanjenê Piçûk, Masîreşkê Biçûk û Gera Li Dor Dinyayê Di 80 Rojan De.

Ji weșanên LîS ê romana ‘derî vekirî bıhêlin wê hechecîk vegerin’ li amedê derket di romana xwe ya sêyem de Îrfan Amîda vegotina xwe kûrtir dike û bi retorîkeke bêhempa, di despêka şerê xendekan de derûnîya jinê bi hûrbînî dihûne;

Îro ez li rex dareke sêwî Li tenîşt hîmeke devliken û serxweş Li çiyayê Lêlunê Di bin bareneke buharî de Li gundê xwe rûnîştî me Min çavên xwe jî bi bîriya te kil dane Zû were!.. Min deriya gulistana sînga xwe Li ser piştê vekiriye Tikaye!.. Îro li hespê rewan sîwar nebe!

Berhem xebata zêdetirî 30 salan  a Mehmet Oncu ye û ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hatiye çapkirin.   Ev berhem, ferhenga herî mezin û berfireh ya gotinên pêşîyan e. 50 hezar gotinên pêşiyan di vê berhemê de cih digirin. Ji van nêzî 30 hezar gotinan ji hêla nivîskar (berhevkar) ve ji qadê hatine berhevkirin.  Berhem ji 4 cildan pêk tê. Her cildek 1250 rûpel e.  

Berhema sêyemîn a helbestan bi navê “Bêyî Pêjna Te” ya helbestvan Rizoyê Xerzî derket û ew diyar dike ku helbestên wî li ser jiyana bê azadî ye.  

  Nivîskar Luqman Yûsif pirtûkeke din bi sernavê ji bîrdanka dîrokê berhem anî. Ev pirtûk jîngeriya derdora 93 kesayetên Kurd yên navdar li Kurdistana Rojava hatiye belgekirin, ew kesayet jî siyasetmedar, nivîskar, bijîşk û hunermend in Derbarê kurtejiyana wî de :   

  Razê.. Dixwazim bi dizî.. Bi tenê Navika demê vekolim Tewla şevê dirêjbikim Çima para min Biharên kurmlêketîne Çima li ber deriyê min Dergevanên ji hêviyan reviyayî ne Ne ez Li serê çiyayên rût Rojê werbêj dikim Ne roj Baskên qulingan bi ser min de Vedigre Razê..

Çapa duyem ya pirtûka “Serê Şevê Çîrokek “Selim TEMO ya bi navê Serê Şevê Çîrokek ji Weşanxaneya ya DARAyê derket.   Li ser hatiyê nivîsandin :

Ez im generalê payizê.. Ez ê tu carî xêr nedî Ez general im.. Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî   Ez im generalê payîzê.. Şifqeya li serê min ewr e Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî Sakoyê li min nerme ba ye

Nivîskar Helîm Yûsiv bi romaneke nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Romana bi navê "Firîna Bi Baskên Şikestî" ku qala Kobanê dike ji Weşanên Peywendê derket û yekem car li 7'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê gihîşt ber destê xwîneran.    

Weşanxaneya Wardozê ku bi çapkirina xebatên folklorîk tê nasîn, 2 pirtûkên din ên folklorîk li folklora kurdî zêde kir. Edîtorê Weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran destnîşan kir ku heta ji wan tê dixwazin rengê folklara kurdî diyar bibe.

Min got   Min got û min got Ta ku Gotin û peyvê min Di bin lingê tirs û şermezariyê de Ji keçikanî ketin Min deyaxa dil Li ser rûpelên jînê bê nerx firot Ta ku mûm û ronakên min Di civatên şanogeriyê de Bi navdarî vêketin Min ferhenga baweriyan Bi pêtên xweziyên dil sot

Melayê Cizîrî, xwe di şi’rê de “pîr û hosta” dibîne. Ew di warê ‘eşqê de jî xwe “arifê weqt” bi nav dike. Ew di şairtiyê de xwe ji şairên edebiyatên serdest kêmtir nabîne.

  Ji Weşanxaneya Nûbiharê bi amadekariya Ömer Güneş û İbrahim Şahin bi navê Antolojiya Dengbêjan xebateke 2 cîldî hate weşandin. Cilda yekem bi navê “Dengbêj Reso” û ya duyem bi navê “Dengbêj Şakiro” weşiya.