Di van rojên dawî de ji heyva gulanê, pirtûkek nû a çîrokan bi navê (Nameyek Ji Gorê: Çîrokin Ji Dîrokê), ji rex mamoste Abbas Îsmaîl ve li bajarê Qamişlo hatiye çap û belavkirin. Pirtûk xurû bi kurmanciya latînî ye, 25 çîrokan di nav 121 pelên orte de kom dike.
Vê sibehê,
Tu Amûda min î
Tu lorîn û dergûşa sirûda min î
Tu pirtûk û ferheng û xwîna zimanê min î
Tu baskên rojê û zîveewrên esmanê min î
Tu dîna min î
Tu vîna min î
Tu şadî û tu rûpelên şîna min î
Di van rojên dawî de ji rex (Weşanxaneya Ronahî) ya ku navenda wê li Amedê ye, pirtûka helbestvana Kurd Evîn Şikakî ya bi navê (Antolojiya Helbestva Kurdî Ya Nûjen) hatiye weşandin.
Ji wan çend gundên ku Mamosta Cegerxwînê nemir, xebata xwe ya netewpwrestî bi helbestên xwe yên şêrîn, li rojavayê kurdistanê derbasdikir, gundê Nisran jî yek ji wan gundan bû!…..
Li oda Mehemmedê Ebês, Axayê welatperwer, ku pir caran mamosta Cegerxwîn lê dibû mihvan û xebata xwe ya şoreşgerî dij kedxwar û necadperestî diyardikir!….
Avesta, piştî “Mijabad”, “3 Gav û 3darek” û “Mîrname” vêga jî romana nû ya Jan Dost pêşkêş dike: Martînê Bextewer. Berhemên giştî yên edebî yên Jan Dost
Romana Ferhad Pîrbal “Hôtel Europe” bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket. Çîrokên Pîrbal jî berê bi navê “Çolistan” bi kurmancî derketibûn. Avesta hemû roman û çirokên Ferhad Pîrbal werdigerîne kurmancî.
((.. Biharên we..
Yên wan...
Yên me...
Gelek zarokên ji pişta min
Gorandin.....))..
(ez.., çaxê ku ji helbesta xwe re li navekî digeriyam)
***
Ev ro li min ne xweş e.
Çapa taybet a Kitêba Pîroz a Zerdeştiyan di nav weşanên Avesta de derket. Avesta berî bi du mehan çapa normal a kitêbê derxistibû. Di çapa taybet de du çerm hatiye bikaranîn, çermê duyemîn di rengê çermê gê de ye û beşek ji Avesta, bi alfabeya orijînal bi yaldiza zêrîn li ser hatiye nivîsandin.
Piştî deh salan…
Me hevdû dît..!
Li welatekî sar
Me destên hev diguvaştin… Û Çavên hev radimûsandin
Digote min: Min Peyalek şîr divê…
Li wî cihê efsaneyî û sar
Piştî çend rojan ji vegera herdû bira, Osman û Ferhan ji ser patozê, ku herdû her sal havînî diçûn çinîna genim û ceh; û karê wan jî drûtina devê çewalên genim bû.
Diyarî ji yê ku dil û mejîbirîn dikir
Bi salan,
vê pirsê ji xwe dipirsim?
bê çima te, û bê sedem, ev kiryarên bêwate,
yên ji qidûmxistinê,
ji hişveçûnê,
bi min dikir.
…………….
Te hişt ku ev êş,
Di kela havînê de , min û keça xwe Rengînê di nav zeviya keyayê gundê me de çelem hildikirin, tîrêjên rojê serên me hemuyan nîvkelyayî kiribûn,pilepila serkarê me jî bi gotinên zû ..,zû û hindik ma ye roj here ava ,
Vê şevê,
Li rûyê mirinê dinêrim,
Rûyekî ji dilê min
Ji kefenê xewna min
Û ji berfa hasten min
Spîtir e…
Xwedê dilerize,
Pinpinîk dişewitin,
Bahoz poşman dibin,
Destên qederê ji ser milên min dikevin..
Ez jî çavên miriyên xwe di kila xatirxwestinê de vedikim...
lê lê dilberê
bi sonda hesreta dilê bêsebir
li benda bixêrhatina te me
li danê êvaran
di kolanên te yên kavilbûyî re
derbas dibim
li nav peşkên barana payîzê
bêhna henasa gewriya te
dikişînim nava xwe
Pirtûka sêyemîn a Mahsûm Nisêbînî bi navê “Xunava Gulan” derket. Berhema helbestê ji Lîsê derçû.
Sêyemîn pirtûka Mahsûm Nisêbînî “Xunava Gulan” derçû. Xunava Gulan, pirtûka helbestan e. Di vê berhemê de 51 helbestan hene û ev helbest li cihên gelek cuda hatine nivîsandin.
Ev sibeh, ne ji rêzê ye.
Cav, ne evêndarên xewê ne.
Evînî ji gundê me dibare.
xewn û xeyalan, dîwaran wenda kirine.
Bajar, di evrazên tenahiyê de avabûne.
Keştî, ber bi peravên buhiştan ve diçin.
Pêjna te tê û tu ne xwiyayî !.
Rezoyê Osê, nivîskar, helbestvan û rexnevanê kurd di roja 10.10 1950 de li gundê Dekşûrî qeza Qamişlo hatiye dinyayê û di roja 4.3.2010 de li bajarê Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê û li goristana gundê Dekşûrî hate veşartin.
bi cama evîna dilê şikestok bêçaretiya xwe li zendê salên poşman
dinivisînim
şopa tirsa demsalên hovane
di kefa destê xwe de
vedişêrim
pêşeroja min
di herika rûbarên giyan de
xeniqî
ji gewriya nûçeyên rojane