February 24, 2018 11:39 AM
Hunermendê kurd Hesen şerîf di nûtirîn berhemê xwe yê hunerî da behsa rûdanên 'Efrînê dike û stiranek bi navê “Ez zaroyek 'Efrînî me”, bo zarokên 'Efrînê gotiye û di vê stiranê da behsê derdeserî û êş û azarên zarokên 'Efrînê dike.
February 21, 2018 12:32 PM
Roja sêşembê (20.02.2018) li Egitim-Sena Amedê, saet di 15.00an de, bi minasebeta Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê panelek hat lidarxistin. Axaftvanên panelê Osman Ozçelîk, Qedrî Yildirim û Resul Geyîk bûn. Panel bi moderatoriya Fatma Budak Guler bi rê ve çû.
February 17, 2018 11:29 AM
Yekêtiya Nivîskarên Kurd, yek ji destkeftên peymana aştiyê bû ya di navbera Kurdan û hikûmeta Îraqê ku weke Beyana 11 Adarê ya sala 1970ê tê naskirin.
Yêkêtiya Nivîskaran piştî şkestina şorşa Kurdan li sala 1975an dîsan berdewam bû, di nîva salên 80an de, YNK bi biryareka rejîma Bexda ya wî demî bo beşek ji Yekêtiya Nivîskarên Îraqê.
February 1, 2018 01:43 PM
Dengbêj Mehmûd Kizil ku rih dabû gelek klaman di 79 saliya xwe de îro wefat kir.
January 16, 2018 03:54 PM
Yekîtîya Rewşenbîran li Kantona Efrînê pêşbirka Bîlal Yûsiv ya helbestê li dar xist.
Dewreya duyê ya pêşbirkê, di bin dirûşmeya 'Ta Êşa Min Bibe Refek Kevok' pêk hat û tê de 32 helbestvanan hestên xwe bi her du zimanên Kurdî û Erebî honandin.
Endamê komîteya amadekar Salah Yûsiv, li ser pêşbirkê wiha axifî:
January 3, 2018 03:11 PM
Şêwekarên Rojavayê Kurdistanê serdana bajarê Reqayê kirin û pêşabgeheke hunerî bi navê “Hunera li dijî Şer” vekirin. Şêwekar dixwazin çarxeriya “Neîm” ya wek meydana kuştinê û firotana jinên Êzidî dihat nasîn, bi tabloyên xwe yên rengîn tariya DAIŞê li Reqayê rakirin û wê Reqayê kirin bajarê jiyanê.
January 2, 2018 03:52 PM
Şanoya Bajêr a Amedê bermaneya lîstikên meha çile weşand. Bernameya saziyê di 5ê çile de bi pêşengeha wêneyan a Ercan Altuntaş ya bi navê "Sewta Li Gel Ba" dest pê bike.
December 25, 2017 05:03 PM
Roja Şemiyê 23 – 12 – 2017 û bi tevlîbûna 38 komên hunerê, çalakiyên yekemîn Mihrîcana Orkêş a Mûzîk û Sitranên Gelan, li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê bûn.
Di rê û resmên vekirina mehrîcanê de, hejmarek ji sitranan, dîlokên folklorî û çend helbest ji hêla tevlîbûyan ve hatin pêşkêşkirin.
December 25, 2017 04:52 PM
Şeva danasîna çanda Kurd, ku saziyên Kurdan ên li Federasyona Rûsyayê piştgirî dan, li Mala Gelan a li Moskowayê hate lidarxistin.
Tevî nûnerên saziyên gelên cuda yên ser bi Mala Gelan a Moskowayê, nûnerên saziyên Kurdan ên li Ûkrayna, Kazakîstan, Kirgizîstan, Ermenîstan, Ozbekîstan û Rûsyayê tevlî şevê bûn.
December 10, 2017 02:27 PM
Berî çend rojan navenda çanda Almanî a navdewletî li Beyrûtê, dîploma Doktoraya rûmet û rêzgirtinê dane hunermendê Kurd Seîd Yûsiv.
Di diplomê de wiha nivîsandine: (Wek kesayetiyekî giring, em rêzgirtinê ji karê wî re digirin ku wî karîbû giyanê hezkirin, bexşandin û nirxê mirovahiyê di cîhana huner û çandê de belav bike..)
December 8, 2017 03:25 PM
Di dîroka weşangeriya kurdî de kêm weşan hene ku dem dirêj in. Yek ji van kovara Nûbiharê ye ku ji bîst salan zêdetir e ev kovar weşana xwe didomîne û herî dawî hejmara 141. ya Nûbiharê derket.
Di vê hejmarê de lêkolîn, çîrok, folklor, biyografî, hevpeyvîn û helbestên curbecur di kovarê de cî girti ne û naveroka hejmara 141. wiha ye:
-Süleyman Çevik/ji Editor
December 4, 2017 06:27 PM
Roja yekşembê 3-12-2017 li bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê helbestevanê klasîk ê Kurd Xelîl Sasonî ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.
December 4, 2017 06:19 PM
Werin. Erê werin em vî lehengê kurd û Kurdistanî bibîr bînin. Em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan du gisin û sê gîsin bikin. Evê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên welatê xwe re geşdibû, bi têkçûnan re xemgîn dibû û dilê wîdihat givaştin.
December 1, 2017 03:44 PM
Nivîskar û fîlozofê fransî Bernard Henri Levy fîlmê xwe yê bi navê Pêşmerge dê di 28ê Mijdarê de li Neteweyên Yekbûyî hat nîşan bide.
December 1, 2017 03:00 PM
Meryem Xan jina leheng û hêzdar e, ya ku li hember rewişt û yasayên civakê yên şaş û çewt rawestiyaye, û hebûna xwe wekî jineke jîr û zana eşkere kiriye.
Ew li gundê Dêregola Botan ê Bakurê Kurdistanê di sala 1904′ê de ji dayîk bûye.
December 1, 2017 01:21 PM
Rojnmeya hefteyî BasNews ku bi du zmanan (Kurdî û Tirkî) û li Îstembolê dihate weşandin ji ber bûyerên dawî mecbûr ma weşana xwe da sekinandin. Em li jêrê nûçeya rojnamey BasNews derabarî vê bûyerê de diweşînin:
Dezgeha medyayî ya Bas: Weşana rojnameya Bas li Stenbolê hat sekinandin
December 1, 2017 01:05 PM
Hunergeha Aslan Art bi hevkarîya zanîngeha Efrînê pêşangeha heftê ya şagirtên xwe li dar dixe.
Di pêşangeha bi navnîşana “Rengên ji Efrînê” de, 25 şagirtên wênesazî 145 tabloyên xwe tînin pêş mêvanan.
Rêvebir û xwedîyê hunergeha Aslan Art, wênesaz Aslan Mamo dibêje ku tevgera hunerê li Efrînê geş bûye, lê hol û galêrîyên hunerî kêm in.
November 29, 2017 05:25 PM
Helbestvan û nivîskar Mustafa Gazî (Seyda) ku ji ber dil ev demek bû dihat dermankirin îro wefat kir.
Gazi li Amedê wekî Seyda dihat nasîn. Ev demek dirêj bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eyûbî dihat dermankirin. Gazî roja sêşembê 28-11-2017 wefat kir û cenazeyê wî li Goristana Yenîkoy defin kirin.
November 28, 2017 06:10 PM
Fîlmê ku navê wê "Rûmet" e, bi derhêneriya Kamêran Bêtasî li Zaxoyê hate kişandin û 10 deqe ye. Fîlm li ser kalekî 75 salî ye ku heta niha jî li Zaxoyê karê boyaxkirina sol û pêlavan dike.
Fîlmê ku navê wê "Rûmet" e, bi derhêneriya Kamêran Bêtasî li Zaxoyê hate kişandin û 10 deqe ye.
November 21, 2017 01:30 PM
18mîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Arrasê ya ku di navbera 3 û 12ê Mijdarê de li bajarê Arrasê yê Fransayê hate li dar xistin. Di festîvala de fîlmê Sehim Omer Xelife yê bi navê Zagros hêjayê xelata “Baştirîn Derhênerî” a jûriyê û “Baştirîn fîlm” ya temaşevanan wergirt.
November 17, 2017 06:36 PM
22yemîn Mihrîcana Helbesta kurdî di 10-11-2017 li rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê li Hola Zana hate li dar xistin. Bi beşdariya hejmareke mezin ji helbestvan û nivîskar rewşenbîr û rojnamavan li ser esta herêma cezîrê û Kobaniyê .
Û bi beşdariya hejmareke ji xelkên deverê Festîval destpêkir. Û 40 helbestvanî helbestên xwe xwendin .
November 3, 2017 05:09 PM
Hozan Canê di nava jîyaneke trajedîk çavê xwe vekir û mezin bû, lê bala xwe da hunerê û bi wê navdar bû.
Hozan Canê li herêma Karayazi ya bi ser Erzeromê ve ji dayik bû. Piştî jîyaneke zor di civaka malbata xwe de, wê berê xwe da bajarê Edenê û dû re çû Stenbolê.
November 1, 2017 12:03 PM
Helbestvanê kurd Arjen Arî di salvegera 5’emîn a koça dawî de ji aliyê nivîskar, helbestvan û hunermendên kurd ve hat bibîranîn.
October 24, 2017 09:12 PM
Roja 22-10-2017an. Bi dilekî xemgim me nûçeya koça dawî ya helbestvanê Kurd î buha giran Ehmed Şêx Salih endamê Yekîtiya Nivîskarên kurdistana Sûriya bihîst. Piştî nexweşiyek dirêj ku li Hewlêrê dihat dermankirin.
October 13, 2017 05:40 PM
Li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê li bajarê Qamişlo, mihrecana Osman Sebrî ya wêjeyê lidar ket
Roja 11ê Cotmehê 2017ê, mihrecana Osman Sebrî ya wêjeyê ji aliyê desteya çand û hunerê ya kantona Cizîrê û di bin duruşma “Wêjeya Gelan li Rojava zindî dibe” lidar ket.