Share |

nûçe in "Sînema"

  Bi hezaran kes qurbaniyên Sînemaya Amûdê ya Şewitî di salvegera wê ya 55’an de bibîr tînin.

9emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dê li Picture Housê di 13ê Mijdarê de dest pê bike û heya 20ê Mijdarê bidome.   Tîma organizasyonê diyar kir, di festîvala îsal de 9 fîlm, 11 belgefîlm û 10 kurtêfîlm dê werin pêşandin.  

Filmê dokumêntî yê derhêner “Weysî Altay” yê ku li ser jinên berxwedana Kobanê hatîye dirustikirin li bajarê Bonê li Almanya hat nimayîşkirin.

  Festîvala navnetewî ya Duhokê bi hejmareke pir filîm li bajarê Duhokê a Behdînanê bi amadebûna serokwezîrê Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Derhenêrê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Behmen Qubadî li ser zarokên Kobanê û Şengalê fîlmekî bi navê ‘Dengê Zarokên Kobanê û Şengalê’ dikişîne. Qubadî di wê filmê de dê behsa jiyana rojane ya zarokên Kobanê û Şengalê bike.

Festîvala Fîlmên Serbixwe "ÎF ÎSTANBUL" 12'yê mehê dest pê kir û heta 22'yê mehê didome. Di festîvalê de fîlmên kurdî jî hene.

Li Amedê çalakiya “Rojên Fîlmên Kurdî” dest pê kir. Ji Başûrê Kurdistanê jî hin rayedar beşdarî çalakiya fîlmên kurdî bûn.  Bi hevkariya Mala Sînemayê û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çalakiya “Rojên Fîlmên Kurdî” birêve diçe.

Filma derhênêrê sînema ya Kurd Şewket Emîn Korkî li festîvala sînema ya navdewletî ya Ebû –Dabî xelata filmê sînema ya herî başr li ser asta cîhana Ereb wegirt.  

Filmê Derhinêrê Kurd Mano Xelîl xelata yekem a Festîvala Sînama a Navnetewî a Bozen 2014 wergirt.  

Derhênerê kurd Kazim Oz, ku di 36. Festîvala Sînemayê ya Parîsê de hêjayî xelatê hatibû dîtin, “ji ber helwesta Fransa” li hember bûyera kuştina 3 jinên endamên PKKê (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Lelya Şaylemez) xelat wernegirt.

Filmê „Mêşvan- Apê Îrbom“ bi Almanî „Der Imker“ ê derhinêrê Kurd Mano Xelîl ji bo Festîvala Sînema a navnetewî a Dubai 2013 hat hilbijartin. Fîlm başdari programa „şevên Erebî“ a festivalê, ku ji 6-14 meha 12 didome dibe. Film wê roja şemê 6.12 Seat 5.30 li Mol Dubai 5 were şani dan. Cara duemîn wê roja Duşemê 9.12 seat 6 li Mol Dubai 7 were temaşekirin.  

Filmê Mano Xelîl ê binavê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“ yek ji 10 Filmên Swîsrî ku îsal tevlî Festîvala Filmên navnetewî a Locarno 2013 dib u tê şanî dan.

 Sêyemîn Festîvala belgefîlman a Amedê (Fîlmamed) bi dabeşkirina xelatan bidawî bû. Di festîvalê de 80 fîlm hatin nîşandan.

Filmê Mano Xelîl bi navê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“ roja 12 û 16 nîsanê li bajarê Dubaî a Emîrata Erebî tevlî rojên festîvala filmên Xelîcê dibe û tê ser ekranan. Fîlm ji ber ku ne produksiyona welatekî xelîxî ye, di beşê Sînema cîhanê de tê temaşe kirin.  

Filmê Mano Xelîl bi navê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“ roja 31.1.2013 li festîvala netewî a Swîsra ku ji roja 24.1 heta 31.1.2013 li bajarê Solothurna li dar ket hat laiyqî xelata yekem girt.  

9'emîn Festîvala Filman a li Dubey hatibû li darxistin di nava vê mehê de bi dawî hat. Fîlmê "Bêkes" ku li ser du zarokên kurd e ku ketine bin bandora fîlmê Supermen. Armanca zarokan ew e herin Amerîkayê, Supermenî bibînin û ji wî alîkariyê bixwazin. Xelata gel li   beşa Dubey Ekspo 2020  wergirt.

Sêyemîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney a ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve tê lidarxistin, wê 19 Berfenbarê destpê bike. Festîval, ji ber çalakiyên greva birçîbûnê hatibû şûnde xistin. Şaredariya Êlihê ragihand ku îsal 3.Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney, di navbera 19 û 23ê Berfenbara 2012 an de wê were lidarxistin.

   Biryar e di demên dahatû de piştî komkirina zanyariyên rast, fîlmekî sînemayî li ser jiyana xanima şoreşgêr û şehîd Leyla Qasim bê berhemanîn.

 Li  bajarê ( Diyarbeker) Amed  diwemîn festîvala belge fîlman dest pê kir.   Festîval li Navenda Çanda Ciwanan ya Cigerxwîn dest pê kir. Festîval di navbera 20-26 Gulanê de li Amedê tê çêkirin. Festîval bi fîlma Dengê Derî ya li ser operasyonên eskerî tê vekirin. Festîval roja 26 Gulanê bi belavkirina xelatan bi dawî dibe..

Filmê derhinêrê Kurd Mano Xelîl yê bi navê ‘ Baxçeyê buhuştê’ roja 9. Gulanê 2012 li Parlementa Europa li Brusselê paytexta Belcîka xelata yekemîn a filmên Dokumentar ya 25 saliya

  Piştî  serkeftina filmê HALABJA ( the lost children )( Zarokê winda )  ya derhênerê kurd Ekrem Heydo li festîvala navnetewî a Dubay . careke din film dice Festivala (Gulf film Festival)  ya filman li Dubey  û tevlî pêşbirka filman dibe.

  Veqfa Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney û Navenda Çanda Yuz Çîçek Açsin, di 3'ê Adardê de 2'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney pêk tîne. Bernameya mihrîcanê ya Îzmirê diyar bû.