Share |

Helbest

Ez im generalê payizê.. Ez ê tu carî xêr nedî Ez general im.. Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî   Ez im generalê payîzê.. Şifqeya li serê min ewr e Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî Sakoyê li min nerme ba ye

Min got   Min got û min got Ta ku Gotin û peyvê min Di bin lingê tirs û şermezariyê de Ji keçikanî ketin Min deyaxa dil Li ser rûpelên jînê bê nerx firot Ta ku mûm û ronakên min Di civatên şanogeriyê de Bi navdarî vêketin Min ferhenga baweriyan Bi pêtên xweziyên dil sot

Wêneyin ji paxila Efrînê yan Efsaneya zeytûnan 1   Li ser rêya rêwîtîyê di navbera germa havîn û xulmaşîyê de bêxewîyê matmayî liyana dilê min dirêsa.   2   Li ser kevîya bêhrîyê jovanîya min

 Hevdemê Seydayê Cegerxwîn û Seydayê Tîrîj e, yek ji helbestvanên herî kevin e li Cizîra Rojavayê Kurdistanê ku hetanî aniha li dinê ye û hêj helbesta klasîk dinivîse.

Dibe ku hûn niha helbesta min a dawî dixwînin, dibe ya destpêkê be, Ya rastî ez nema biser destpêk û dawiya helbesta xwe ve dibin. Carê, hin helbestên min bi çêja meqamê nehawendê bûn, Hin jê bi rengê bayê, rengê avê û axê diçirisîn, We diye, çawa carna du evîndarên fedyok, bi dizî awiran diçirisînin,

Êdî Hêsir ji Baroveya Efrînê re dibêjin: Hey Hawarrrrrrrrrr Mirin li Kolanên Dil Sîwanên xwe vedigire.. Ne Xwedayekî bawerpê, ne Asmanekî parêzvan û ne Erdeke aram.. Li Dayikekê guhdarî dikim, li ber Çavên min Şîrmijê xwe bi Axê dilorîne..

Xwezî agirê Babagorgor Dareka zeytûnê ba… Mueyed Teyib  

ez bi bîranînên cemidî tijî me li êvarên bêhnteng pêsîrên hingoriya aso dimijim tîrêjên heyvê melûl melûl dibiriqin asîman xeman li hinava şewitî dibarîne berê xwe didim çolistanên ziwa li ser rêya heqîqetê siwarê hespê kumeyt im eniya qedera mirineke bêwext

AMÛDA MIN

LEZ Wexata min nîne .... Di rabûn û rûniştina xwe de Ez bilezim Di xwarin û vexwarinê de Ez bi lezim Di meş û silavdayînê de Ez bi lezim Tenê du bînvedan Bi hûrbînî lê dirawestim Vexwendina çavên te Û nivîsîna helbestê Gav û dema ji min didizin ......

vê êvarê... di xilmaşiyê de dilê min dibije te dilê min ê şûm peyadar e di qelaçên sînga te de hêlînên kewsûskan vedixepêre gûmaneke bihnperkî xwe çeng dike sifirneyê firte – firta dilxerabiyê ye gelo dibe ku careke din baran sîwana xwe venegre? û

(Ji bo Bîranîna 4 an ya koçkirina Helbestvanê navdar  şêrko Bêkes )   Jimartin  

  Dem nedema xem û giryanê ye. Jan ji êşê bihêztir e, teka zarokê bêpêngav e, çi rêya naxwaze. Di nava birînên min de, heyv giriya, ewra sahî bariya, rêvîng im, rê qetiya, di rêya min de, rê reviya.   Hizrên min li hev dicivin. Ramosanek ji lêvên mirinê axa min jibo wê ye,

  Penaberek qurnisandî Ser di ber de , Li ser çoga di pûnijê .  - min xwe gihan de tihêla wî Rawestiyam . Di rewşa wî de ramiyam Min nehişt ku bi ke dengê , xiş xiş û pêjinê . - ji nişkave serê xwe rakir Min li çavên wî meyzekir Rondikên ziwa  Ji wan di hatin xwar Kela girî , xwe di qirika wî de nagirê .

  Hat newroza xemgîn Bi bihara rengîn Bi dengê bilbilan Bi helbestên cotaran Bi bilurê şivanan binêre li çiyan gellek ar dadan mizgîna newrozê pirozbe li cîhan cejna Newrozê li kurd û kurdistan bi zanîn û bi heş bi heybeta şoreş wek ar û tîrej kawa kir erîş ser dehekê caş

  WERGÊRANA . Hasan SILÊVANI      Van hemû bajêran dê hêlim   Ewên min ditîn ûyên nedîtîn   Ezê jinan û meyê ûhevalan hêlim   Û bitinê dê li makera xwe suwar bim   Û dê di vê rêya zirav re çim

  Qamişloka min Hîn sîngê te Bi xwîna Mişel ê nemir Xunçeyên azadiyê Kolan bi kolan Av dide Hîn lêvên te Ji qîrîna siloganên jiyanê Ziwa nebûne Û ziwa nabin Hîn karwanê rojê

Rojava, zarotiya ku lêvên serav û serabê diçurisîne.. Rojava, Kevala ku êşa min di rengê reş de dinimîne.. Rojava, Toza ku li ber lingên birîndar nimêj dike.. Rojava, Hinaseya ku di sînga şervanan de asê dimîne.. Rojava, Demsalên ku destên xwe li alên azadiyê dipelînin.. Rojava,

   Li xewa şevên bêxewiyê serê xwe datînim ser balifa bîranînên pînekirî û dikevim nav xeyalên kûr û tûj pişta xwe dispêrim bayê felekê   û li demên gemar temaşe dikim ey mirovahî celadên çavsor bi tank û topan min dorpêç dikin guleyên qaleş

Ne welat e ne yar e ne gul e ne seyrane rondik e ew mirin e xurbetê ez kuştime. pencere derî girtîne nepirseke kesek nîne balîf şil bûye ji hêsira êşa xurbetê dijware. eger mirim li dûriyê canê min nehêlin virê li ser kêlê min binivîsin mixabina salên çûyê. emir borî ne hevale

Ji Tahir Elçî re       Minara Çarling bang bide û bêje Tahirê min Paqijê min kelemê di çavên çavsoran de parêzvanê rastîbêj tu çima bêpêjinî lingên min birîndar in bi birîna serê xwe birîna min birîndartir neke rabe û rastî bêje

      Tu stran û şevistanî kelha di nav rewrewka asîmanî duho bû min ê ji te re gotin bi gotin ber bi helbesta te ve straneke bi coş bigota   min ser guhên xwe re nebavêje di devê min de  henase   girêkên xirboqî ne ji qeşayê nexweziya bi par û ne heft xwezî bi nuha

Wergerandin ji erebî Brahîm Mehmûd   Dema ku ez dinivîsim hejtekim Mebesta min ne ku ez hejtedikim bi giştî… Mebest ku kîsê sîromê bi dawî bû û dengê pîre jinê ne hember banga nexweşvanê ya ku hîna romana evînê dixwîne ji bîst salan ve daku ji şeran bireve û bi dilê te bigre..

    bombe û napalm barandin wan balafiran devê xwe yê bi xwîn
 wek cinawiran
 berdabûn laşên kurdan
 jehra maran
 ax lê eman ax lê eman
 hawîrdor mij û dûman
 agir pêxistin 
li gund û bajaran
 şehîd ketin xwarê
 stêrk bi hezaran
 qêrîn û hawara dengê wan
 dagirtin valahiya asîmanan