Şevsariyê dil qurmiçand daleqiya
Raman ser hev de tewandin nafirin
Ziman şaş bî hevokan beravêtin
Huner sêwiyê wêneyan
Parsek kirar çêj lê ne ma
Mijar birçiyên helbestan ji lawikan veqetiyan
Gotinên belav bi ser xwe de di nalin
Peyîza zêrîn xwe berda
Ewrekî aza hate xwena min
Şekirqend bi ser Lêva min de barand û nediyar bû
Hiş û Sewdanê min bi xwere bir
û çêja xwe li ser Zimanê min jibîr kir
ji wî çaxî de
Laşê min ji bilî Barana Tava ewî Ewrî ve
Hemza … ey terhikê Sibehê
Di gundê welat de
Tu kete dergoşa xwe de
Leymonekê Çiza dike
Seyranê dimije
Bilind tu bi çûkan re dileyize
Dibeze … diweste
Fêr dib
Şaş dibe … durust dibe
Dilê teyî kêfxweş
Sikeyê salan pestandî
di singan de kok bî genî
vê serdemê
kêliyên xewnên bê çare
di hundurê tarîstanê de vêxistin
kuştinê deryên jiyanê vekirin
Textê bêbextiyê derizî
Paytext îro ji mirinê
kêferatê vala dike
Li dijî hatina rojê
li nav qelebalixa hestên îsyankar
xwe dispêrim tenêtiya şevên peritî
şewata agirê hesret û bêrîkirinê
vemirî
ji rûpelên salnameya qurmiçî
toza bîranînên tevizandî
diweşin
birîna kovanan
di dûyê cixarê de
dikişînim hinavên xwe
Vê sibehê,
Tu Amûda min î
Tu lorîn û dergûşa sirûda min î
Tu pirtûk û ferheng û xwîna zimanê min î
Tu baskên rojê û zîveewrên esmanê min î
Tu dîna min î
Tu vîna min î
Tu şadî û tu rûpelên şîna min î
((.. Biharên we..
Yên wan...
Yên me...
Gelek zarokên ji pişta min
Gorandin.....))..
(ez.., çaxê ku ji helbesta xwe re li navekî digeriyam)
***
Ev ro li min ne xweş e.
Piştî deh salan…
Me hevdû dît..!
Li welatekî sar
Me destên hev diguvaştin… Û Çavên hev radimûsandin
Digote min: Min Peyalek şîr divê…
Li wî cihê efsaneyî û sar
Diyarî ji yê ku dil û mejîbirîn dikir
Bi salan,
vê pirsê ji xwe dipirsim?
bê çima te, û bê sedem, ev kiryarên bêwate,
yên ji qidûmxistinê,
ji hişveçûnê,
bi min dikir.
…………….
Te hişt ku ev êş,
Vê şevê,
Li rûyê mirinê dinêrim,
Rûyekî ji dilê min
Ji kefenê xewna min
Û ji berfa hasten min
Spîtir e…
Xwedê dilerize,
Pinpinîk dişewitin,
Bahoz poşman dibin,
Destên qederê ji ser milên min dikevin..
Ez jî çavên miriyên xwe di kila xatirxwestinê de vedikim...
lê lê dilberê
bi sonda hesreta dilê bêsebir
li benda bixêrhatina te me
li danê êvaran
di kolanên te yên kavilbûyî re
derbas dibim
li nav peşkên barana payîzê
bêhna henasa gewriya te
dikişînim nava xwe
Ev sibeh, ne ji rêzê ye.
Cav, ne evêndarên xewê ne.
Evînî ji gundê me dibare.
xewn û xeyalan, dîwaran wenda kirine.
Bajar, di evrazên tenahiyê de avabûne.
Keştî, ber bi peravên buhiştan ve diçin.
Pêjna te tê û tu ne xwiyayî !.
bi cama evîna dilê şikestok bêçaretiya xwe li zendê salên poşman
dinivisînim
şopa tirsa demsalên hovane
di kefa destê xwe de
vedişêrim
pêşeroja min
di herika rûbarên giyan de
xeniqî
ji gewriya nûçeyên rojane