Share |

Helbest

    Roja Ala me Hevjiyanê bi zar û zarav dike Lêbûrênê bi bask û çeng dike û Pijirandêbi deng û reng dike  

ji ezman bilindtir ji deryayê kûrtir ji cîhanê mestir ji xwezayê firehtir ji xwe û te bêtir ez ji te hezdikim ez ji te hezdikim bi banga dil dikim dil bûye bengîn rêça tev birîn bîr û bawerî bi ola evîn ez ji te hezdikim û zanim tu zana sitêra min bixwîn jê bigre nama nama dil bixwîn bi awazê hozana

  X. Cangîr   Tê bîra te Dema em diçûn ber bi bakur ve… Te ji min re digot: "Ez û hesin bûne cêwî"

Ez nema terîşan   bi dara xwezeyan ve   dialînim   Nema ez kirasê mirada   li bejna xwe dikim   Ez li dora guristana   nema dizîvirim û   li ber serê weliyan rondikan   nema dibarînim   Nema ez pêxwas diçim  

Payîzê! Di van rojên te de Beriya Mêrdînê, Di nav toz, ecac û tirabêlkê de xuya dike.. Deşta Hesinan, Bi keriyên koçerên Mîran hatiye dagirtin.. Ebe û şalikên xelkên Deşta Xelef Axa, Li ber ba dilîzin û li hev digerin.. Û her roj, em di govenda şehîdekî,

Ji bo wan qehremanên ku di grevên birçîbûnê de dem bi dem, xane bi xane  heliyane…. Çend roj derbasbûne Ji wê rojê, nizanim. Çav tarî biye Ziman êdî nagere Û qurequra hinavê ye Lê dil seranser bi hêviyan dagirtî ye Bawerî û vîn Biryardarî û wêrekî Wekî nan û av e

  ez mehkûmê şevên dirinde me êşa xeyalên xwe li ser pêlên okyanûsan dineqişînim dem min dinivisîne ez jî heyaman dixwînim herkes li biharan çîçekên rengîn berhev dike lê strî û kelemên rojên xopan jî dikevin para min li nav serma babilîsoka jiyanê dişewitim

  Hejîreke bi darê ve   Jineke ji caman kincên min dide ber xwe. Geh teng dike, geh fireh dike. Geh kin, geh dirêj... Piştçavan li bêrîkirineke venamre dide hev, û kirasê bûkaniyê bi hev dixe. Ne mûmên hineya wê vêketin; ne te, destên xwe   ji gunehan şuştin. ***

  Pêlên westayî Di hembêza Kendavên beravêtî Leylana dilekî tekoşer Qurmê vejîneke têkçûyî Û kavlên sozdariyê de Bi devê lawirekî nîvkuştî Li ser milên BO IZÊZÎ Dorpêç dike û dipêçîne

  bêdengî dilop dilop dipale paşila hêviyê malzarok stewr û giyan lal e Zimanê min bûye armancgeha tîrên jibîrkirina peyvan ferheng bûye serada ezmûna nexweşxana dînan pêjina tariyê kenê rûyê asîman winda kiriye ewrên xirab neyên naskirin mirin li evînê ziwa dibare

  Erê Seyda erê Seyda Di Sasûn da di xerzan da   Ji bo kurda te pir deng da Ji bo azadîya merda   Te mal û can û hiş tev da Bi xweydan û bi xwîn pêda   Di him ber tirk û tazîda Di cenga tirk û tacîk da   Te go :dînê me ev bêje Sitem-karîhilîn :gêje  

        EBID XELÎL Li aliyekî te şagirdên Newala Qesaban Li aliyekî din çingîna kilîtên buhuştê, Li aliyê herî qedexe jî, dayikên sirûdê bîranînan bi rondikên germ dişon.... Li aliyê şehîdan jî pirtûka azadiyê vedibe…

                                             Ji warê bav û bapîran

  Hawara helbestan   Ez nema… terîşa bi dara xwezeyan ve dialînim nema kirasê miradê

    Di rojeke sar a zivistanê de; Hatin qirkirin bi xayintî û zalimtî; Sûcê wan Kurdbûn, şoreşgerbûn, jinbûn û mirovbûn; Yên qirkirin, nîvê tarî yê dîrokê; Lê belê Sakîne, Fîdan, Leyla sê stêrkên ji Rokê hatine qutkirin;

  Silav li te bin çiyayê rû spî Arjeno Evîndar û şêrgeleyo Îro jî: Jiyan çiyaye, hêvî çiyaye Hoo hevalo, helbestvano Eve peyên te ne dibiriqin mîna bişkurîna te Ya çi caran ji ser û çavên te bar ne kirin:

Ji sere kaniyê re     Koçberên evînê Li welatekî tazî Heyameke dûman girtî Bi sirûdên goristanan Di nav laşên bê deng re Hawara topên azadîxwaz Û kavilên kolanan de Bi lez û gez Gavên azadiyê

      xeyalên min yên kavilbûyî di hinavên xwe de birîna hestên mehkûm dihewîne di rojiya mirina zîndanan de bedenê xwe dixwim temenê xwe vedixwim û bêdengiya çarenûsa xwe dadiqurtînim bi êş û jana laşên dihelin çûkên berbangê lal dibin

                  Şevsariyê dil qurmiçand daleqiya Raman ser hev de tewandin nafirin Ziman şaş bî hevokan beravêtin Huner sêwiyê wêneyan Parsek kirar çêj lê ne ma Mijar birçiyên helbestan ji lawikan veqetiyan Gotinên belav bi ser xwe de di nalin Peyîza zêrîn xwe berda

REŞ Ava te ya ku bi ser min de dirije reş e, Stiranên te yên ku li pey darbesta min dibezin, reş in,

    Payîz û sibeh       Vê sibehê, baran tê   Pêre bêhna te jî tê.  

            18 kulîlk bûn 11 binefş bûn 27 darên spîndarê bûn 3 melyon xwedawend bûn

     Ewrekî aza hate xwena min      Şekirqend bi ser Lêva min de barand û nediyar bû Hiş û Sewdanê min bi xwere bir û çêja xwe  li ser  Zimanê min jibîr kir  ji wî  çaxî de Laşê min ji bilî Barana Tava ewî Ewrî  ve

  Bo … Çavên keçka min ( Hêja).         Ji destpêkê ve min xwestibû ez hebane