Share |

Edebî

Ji bo wan qehremanên ku di grevên birçîbûnê de dem bi dem, xane bi xane  heliyane…. Çend roj derbasbûne Ji wê rojê, nizanim. Çav tarî biye Ziman êdî nagere Û qurequra hinavê ye Lê dil seranser bi hêviyan dagirtî ye Bawerî û vîn Biryardarî û wêrekî Wekî nan û av e

Li ser bergê paşî yê pirtûkê weha hatiye nivîsîn   Ev çîrok û çîvanokên gelêrî yên dapîr û bapîrên kurdan vegotine û bi sed salan ji dev û guhên heta roja me hatine, di wêjeya kurdan a vegotinî de cihekî girîng digrin.

  ez mehkûmê şevên dirinde me êşa xeyalên xwe li ser pêlên okyanûsan dineqişînim dem min dinivisîne ez jî heyaman dixwînim herkes li biharan çîçekên rengîn berhev dike lê strî û kelemên rojên xopan jî dikevin para min li nav serma babilîsoka jiyanê dişewitim

Kitêba Gadamer a bi navê “Êş. Nirxandinên Tibbî, Felsefî û Terapôtîk Li Ser Diyardeyeke Bingehîn” di nav weşanên Avesta de derket.

  Hejîreke bi darê ve   Jineke ji caman kincên min dide ber xwe. Geh teng dike, geh fireh dike. Geh kin, geh dirêj... Piştçavan li bêrîkirineke venamre dide hev, û kirasê bûkaniyê bi hev dixe. Ne mûmên hineya wê vêketin; ne te, destên xwe   ji gunehan şuştin. ***

  Pêlên westayî Di hembêza Kendavên beravêtî Leylana dilekî tekoşer Qurmê vejîneke têkçûyî Û kavlên sozdariyê de Bi devê lawirekî nîvkuştî Li ser milên BO IZÊZÎ Dorpêç dike û dipêçîne

Yasîn Hisên- Ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve li bajarê Silêmaniyê, pirtûka bi navê (Bêrîvana Cindî) hate çap kirin. Ev pirtûk ji çend dastan û serhatiyên devera Efrînê pêk hatiye, ku Folklorîst Mihemedê Cezawîr Hemkoçer ev dastan û serhatî kom kirine û lêkdana wan jî kiriye.

  bêdengî dilop dilop dipale paşila hêviyê malzarok stewr û giyan lal e Zimanê min bûye armancgeha tîrên jibîrkirina peyvan ferheng bûye serada ezmûna nexweşxana dînan pêjina tariyê kenê rûyê asîman winda kiriye ewrên xirab neyên naskirin mirin li evînê ziwa dibare

Ji nav weşanên Notabene li Enqerê, ji wergera Mehmet Çakmak romana  “Gava ku masî tî dibin” ya Helîm Yûsiv bi tirkî derket.

Cothejmara nû ya kovara wêjeyî û mehane Dîwar, ya adarê û nîsanê3-4 bi hev re derket. Edîtorê kovarê sedema vê yekê, di peyva pêşkêşkirinê de,

  Erê Seyda erê Seyda Di Sasûn da di xerzan da   Ji bo kurda te pir deng da Ji bo azadîya merda   Te mal û can û hiş tev da Bi xweydan û bi xwîn pêda   Di him ber tirk û tazîda Di cenga tirk û tacîk da   Te go :dînê me ev bêje Sitem-karîhilîn :gêje  

        EBID XELÎL Li aliyekî te şagirdên Newala Qesaban Li aliyekî din çingîna kilîtên buhuştê, Li aliyê herî qedexe jî, dayikên sirûdê bîranînan bi rondikên germ dişon.... Li aliyê şehîdan jî pirtûka azadiyê vedibe…

    Ev pirtûk ji 110 rûpelên qebare biçûk pêk hatiye, her weha nivîskar E'bdulkadir Mûsa pêşgotina wê nivîsiye û hunermend Luqman Ehmed tabloya bergê ji bo wê daniye. Hêjayî gotinê ye, ku ev e sêyemîn pirtûka helbesta ku nivîskar Yasîn Hisên wê çap dike.

Berhevoka ku Kamiran Alî Bedirxan amade kiribû, “Xwendina kurdî” din av weşanên Avestayê de derket.

Helbestvanê nemir Arjen Arî yê ku beriya demekê koça xwe ya dawî kirbû. berhemek wî ya nû derket. û ev tê wateya “wêjekar tu car namirin” dengê xwe gihand xwendekar û hezkerên xwe. ev Berhem ji aliyê Weşanxaneya Ronahî hatiye çapkirin.

Çend di ber çayxanê re burîba, herdu ketên pêlava wî di destê wî yê rastê de bûn û destê çepê rihên wî yên bi qirêj dixurandin û cigarek di nav lêvan de bû.

                                             Ji warê bav û bapîran

Hejmarek nû tev li hejmarên din ên rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ bû û hejmara 9an bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket.

  Hawara helbestan   Ez nema… terîşa bi dara xwezeyan ve dialînim nema kirasê miradê

    Di rojeke sar a zivistanê de; Hatin qirkirin bi xayintî û zalimtî; Sûcê wan Kurdbûn, şoreşgerbûn, jinbûn û mirovbûn; Yên qirkirin, nîvê tarî yê dîrokê; Lê belê Sakîne, Fîdan, Leyla sê stêrkên ji Rokê hatine qutkirin;

  Li Elmanyayê, Kovareke nû, wêjeyî û mehane , bi hejmara xwe ya yekem, tev li kerwanê weşanên kurdî bû. Kovar wê li çaraliyên cîhanê û her devera xwendevanên kurdî lê hebin, bê belavkirin.

Ew ji malê derket. Ez qederekê li mal mam, min nizanîbû ez ê çi bikim. Dû re min xwe ji bavê xwe vedizî, ez jî bi dû wê ketim. Pir dûr çûbû, nedigihîştimê. Min li ber çem nêzîkî lê kir.

  Silav li te bin çiyayê rû spî Arjeno Evîndar û şêrgeleyo Îro jî: Jiyan çiyaye, hêvî çiyaye Hoo hevalo, helbestvano Eve peyên te ne dibiriqin mîna bişkurîna te Ya çi caran ji ser û çavên te bar ne kirin:

Pirtûka nû ya Hesen Huseyîn Denîz `SERPÊHATIYÊN PENABERTIYÊ` li ser jiyana Penaberên Kurd ên li Mexmûrê, ji derketina ji gund heta gihiştina Mexmûrê bi wêne û bi bîranînên gundiyan ji devê wana hatiye nivîsandin li Weşanxaneya Aramê derket.